Guhê naverast

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Guhê naverast, guhê navîn[1] (bi îngilîzî: middle ear)

Guhê mirov ji sê beşên serkî, guhê derve, guhê naverast û guhê navî pêk tê

Guh endama bihîstin û parastina hevsengiyê ye. Guhê mirov ji sê pişkên serkî pêk tê; guhê derve[1], guhê naverast û guhê navî. Guhê derve pêlên dengan berhev dike û ber bi guhê naverast dişîne. Ji vîr jî ber bi guhê navî tê şandin. Li guhê navî enerjiya pêlê dengan tên veguherandin boy demareragihandin û bi navbeynkariya demarên bihîstinê ber bi beşa bihîstinê ya tûkila mejî ve tê guhêztin.

Guhê naverast bi eslê xwe kelên e di navbera perdeya guh [1]û lûlpeçê de. Kelêna guhê naverast bi hewa tijî ye, di nav hestiyê cênikê de cih digire[2].Li dumahika coga bihîstênê û li destpeka guhê naverast de perdeya guh heye. Ev perde, guhê derve ji guhê naverast cuda dike[3]. Guhê naverast ji hestikên bihîstinê, masûlkeyên bihîstinê û coga ostakî pêk tê.

Hestîkên bihîstinê[biguherîne]

Li guhê naverast sê hestiyên pir hûrik hene. Dirêjiya her hestiyek ji santîmek kintir e. Ji van hestiyan re hestîkên bihîstinê[1] (bi îngilîzî:Auditory ossicles) tê gotin. Hestikên bihîstinê, hestiyên herî hûrik in di laşê mirov de. Hestîkên bihîstinê di navbera perdeya guh û guhê navî de mîna pirek kar dike. Hestîk ji perdeya guh, li pêy hev dirêjî kuna hêlkeyî dibin. Navê hestîkên bihîstinê çekûç, dezgeh û zengû ye. Hestîkên bihîstinê li gor şeweyî xwe hatinê navkirin[2].

Hestîkên bihîstinê hêza pêlê dengan berztir dike û ber bi guhê navî dişîne. Gava pêlên dengê li ser perdeya guh dixin, perde dilerize, lerîza perdeyê derbasî hestikê çekûç, dezgeh û zengû dibe. Tîreya perdeya guh 20 carê tîreya zengû ye. Loma pestoya li perdeya guh jî li ser kuna hêlkeyî 20 car zêde ye. Pêlên dengê dema digihîje kuna hêlkeyî tundiya deng 20 car zêdetir dibe[4].

Çekûç[biguherîne]

Hestîkên bihîstinê, hestiyên herî hûrik in di laşê mirov de.

Hestikê çekûç (bi latînî: malleus) ji aliyê destikê ve bi perdeya guh ve girêdayî ye. Serê wî jî bi dezgehê re geha livok (bi îngilîzî: movable joint) ava dike[5].

Dezgeh[biguherîne]

Hestîkê dezgeh (bi latînî: incus), hestîkê çekûç bi hestîkê zengû ve girê dide. Dezgeh bi alîkariya pekhateyên rîşalî, li aliyê rûyê paş a kelêna guhê naverast ve girêdayî ye.

Zengû[biguherîne]

Hestîkê zengû (bi latînî: stapes) di navbera dezgeh û lûlpêçê de cih digire. Zengû bi aliyê serî ve bi dezgehê ve girêdayî ye, bi aliyê binî ve bi kuna hêlkeyî ve girêdayî ye[6]. Zengû hestikê herî piçûk e.

Masûlkeyên guhê naverast[biguherîne]

Du masûlkeyên peyker (peykeremasûlke) bi hestîkên bihîstinê ve girêdayî ne. Masûlkeya yekem bi latînî wekî tensor tympani , a duyem jî wekî stapedius tê navkirin. Masûlkeya tensor tympani bi navbeynkariya hestîkê çêkûç, bi perdeya guh ve girêdayî ye. Ev masûlke perdeya guh dikişîne û dirêj dike, bi vî awayê rûyê perdeyê tê şidandin boy bersîvdayina pelên dêngan[5].

Masûlkeya stapedius bi hestikê zengû ve girêdayî ye. Kontrola rêjeya lerizîna zengû dike. Rê nade zengû ko bi awayek tund bilerize, bi vî awayê kuna hêlkeyî û lûlpêçê ji egera ziyangirtinê diparêze[5].

Coga ostakî[biguherîne]

Guhê naverast hestiyên bihîstinê lixwe digire.

Guhê naverast bi nevbaynkariya cogek, bi gewrî ve girêdayî ye. Navê vê cogê, coga ostakî ye, dirêjiya wê bi qasî 4 cm ye[2]. Bi navbeynkariya coga ostakî hewa ji gewrî diçe heta kelêna guhê naverast. Pelên dengê yên ji aliyê guhê derve, li ser perdeya guhê de dibin sedema çêbûna pestoyê. Coga ostakî ji aliyê hundir ve hewayê ji gewrî ber bi pişta perdeya guh dişîne û bandora pestoya ser perdeyê kêm dike. Bi eslê xwe pesto kêm nabe lê li herdu alî de pestoyên bi heman hêzê hevdu hevseng dikin[5].

Bi erebê an jî bi balafirê daketina ji qada bilind ber bi qada nizim, dibe sedema zêdebûna pestoya hewayê li ser rûyê derve ya perdeya guh. Ji ber zêdebûna pestoyê, perdeya guh ber bi guhê naverast diwerime ev rewş hin caran dibe sedema guhêşê, lê bi gelemperî hestê guhxitimî bi mirov ve peyda dibe[7]. Coga ostakî di rewşa asayî de girtî ye, bawişk anîn, daqurtandin, an jî cutin cogê ve dike, bi vî awayê hewa hê hesantir di coga ostakî de derbasî guhê naverast dibe[4]. Li dij dengê berz, divê mirov devê xwe vekirî bihêle. An na dibe ko pestoya tekalî ya ji guhê derve ziyan bide perdeya guhê.

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c d KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya enstîtuya kurdî ya Parîsê .Hejmar 3.
  2. a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  4. a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  5. a b c d Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  6. Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.