Gewriya mirov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dev û gewriya mirov
Gewriya mirov ji sê beşan pêk tê

Gewrî[1] yan jî gerû (bi inglîzî: pharynx,[2]) endamek hevbeş e ji bo heris û henaseyê.[3]Têkiliya gewrî(gerû) bi valahiya poz (lûtekelên), valahiya dev, sorsorik(soriçk) û qirikê heye. Mirov ji poz û dev henase werdigre[4] hewa bi navbeynkariya gewriyê derbasê qirrikê dibe û bi navbeynkariya borrîhewa (trake) diçe pişikan. Herwiha xurek jî ji dev bi navbeynkariya gewrî derbasê sorsorikê dibe û diçe gedeyê. Xurek di devê mirov de bi cûtinê şil dibe, bi alîkariya diranan pêrçe dibe û tê hêrandin. Xurekê hêrandî wekî loq bi nav dibe. Ziman loqê arasteyê gewrî dike. Ango divê xurek ji gewriyê raste rast derbasî sorsorikê bibe û nekeve valahiya poz an jî qirikê. Gava mirov xurek dadiqurtîne, valahiya poz ji aliyê nermika azmanê dev û zimanok ve tê girtin bi vî awayê xwarin û vexwarin nakeve nav valahiya poz.,[4] Di qirrika mirov de Li ser devê borrîhewayê de pêkhateyek kirkirakî heye. Ev pêkhate wekî zimanê kirkirokê(epîglotîs) bi nav dibe.[5] Bi daqurtîna loqê, borrîhewa ber bi jor bilind dibe[5] zimanê kirkirokê jî ber bi jêr dilive bi vî awayê devê borrîhewayê ji aliyê zimanê kirkirokê ve tê girtin. Bi girtina devê valahiya poz û devê borrîhewayê, tenê yek rê ji bo loqê dimîne,ew jî sorsorik e.[3] Bi paldana ziman, loqê xurek ji dev derbasî gewrî dibe, ji gewrî jî derbasî sorsorikê dibe.

Anatomî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gewrî debaşî sê beşan dibe[2]:

  • Gewriya pozê (Nasopharynx)
  • Gewriya dêv (Oropharynx)
  • Gewriya qirrikê (Larygopharynx)

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kovara kurmancî, instituta kurdî li Parîs
  2. ^ a b Cullen, Katherine E.(2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File. p434 ISBN: 0-8160-7008-3
  3. ^ a b Johnson, Leland G. (1987)Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  4. ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax,2013 [1]
  5. ^ a b Villee, Claude Alvin, et al.(1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4