Mejî (mejiyê mezin)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Mejî pişka herî gir ê demaxê ye.

Mejî, mêjî[1], mejû[2], mêşik[3], (bi îngilîzî: cerebrum, telencephalon) beşa herî gir e di demaxê mirov de. Navanda çêbûna hizir, hest, bîrhatin, hînbûn, peyvîn, dîtin û kontrola masûlkeyan e.

Erk û pêkhateya mejî[biguherîne]

Ji derdor û nav laş de ragihandin û kartêkir ji aliyê demarexaneyên hestê ve tên şandin bo demax. Piraniya kiloxekelênê bi mejî tijî ye. Ango mejî pişka herî gir ê demaxê ye. Mejî navenda herî dawî û armanc e ji boy girtin û yekxistina ragihandinan[4]. Mejî bi beşên din ê demax ve di nav danûstandinê de ye, çalakiya van beşan ji aliyê mejî ve tê rêkxistin[4]. Li gor kartêkir û ragihandinên ji derdor tên şandin, mejî ji boy girjbûn an jî xavbûnê ferman dişîne masûlkeyan. Ango, mejî agahiyên ji derdorê hatî saz dike, bi vî awayê bertekên guncav û rêkxistî çê dike[5] .

Mejî ji aliyê derve ve werpêçik e. (bi îngilîzî: folded). Qurmiçên mejiyê mirov ji yên ajalên din zêdetir e.

Nîvê rastê û nîvê çepê mejiyê.

Mejî ji du pişkan pêk tê, nîvê rastê û nîvê çepê[6]. Her yekê nîvên mejiyê kontrola nîvêk laş dike, lê ev nîvê laş li aliyê beramberê nîvê mejiyê ye. Wekî mînak heke mirov destê xwe yê çepê dayine ser cemedê, ji cemedê sinyalên sermayê bi navbeynkariya demarên hestê, digihîjin pişka rastê ya mejî. Ango kartikir û ragihandinên ji beşa çepê ya laş, ji aliyê nivê rastê ya mejî ve tên hestkirin[7].

Nîvê çepê mejiyê bi gelemperî bi hunera axivînê, hunera analîtîkê, û matematîkê ve mijûl dibe. Li piraniya mirovan de nîvê çepê mejiyê li ser nîvê rastê serdest e[7].

Herdu nîvên mejiyê bi navbeynkariya tenê req, bi hevre girêdayî ne[8]. Tenê req (bi îngilîzî: corpus callosum) ji gurzek tewereyên demarexanayan pêk tê[9]. Tenê req di navbera herdu nîvên mejî de ragihandinê saz dike.

Pilên mejiyê[biguherîne]

Şêweyê werpêçikî ya tûkila mejî dişibe kendalok û newalokan. Beşên kendalokî wekî jîrî (bi îngilîzî: gyrus) tê navkirin. Pekhateyên nevalokî wekî sulçî (bi îngilîzî: sulcus) tê navkirin. Jîrî ji aliyê sulçî ve ji hev tên cudakirin. Ango di navbera badokên jîrî de sulçî hene[6]. Sulçî her nîvek mejiyê dabeşê çar pila dike. Her pilek ji hev cudaye li gor erkê xwe[10]. Navbera pilan de xetek berçav tune ye. Pila li aliyê herî pêşî ya li kiloxê wekî pila eniyê (navçavepil) (bi îngilîzî: frontal lobe) tê navkirin. Li paş navçavepilê de pila tasê (dîwarepil) (bi îngilîzî: parietal lobe) cih digire. Li paş dîwarepilê de pila patikê (patikepil) (bi îngilîzî: occipital lobe) heye. Li bin navçevepil û dîwarepil de pila cênikê (cênikepil) (bi îngilîzî: temporal lobe) cih digire[6].

Navçavepil[biguherîne]

Navçavepil bi karên wek kontrola masûlkeyan, peyvîn, plan çêkirin, biryar dayîn û kesayetî re tekîldare[11]. Pîvazokên bêhngirtinê di navçavepilê de cih digirin, li vir bêhna hawirdorê tê şîrovekirin[12]. Herwisa navçavepil beşa tûkila livînê jî lixwe digire. Ev beş ji bo plansazkirin û bicihanîna livînê girîng e. Ango beşa tûkila livînê( bi îngilîzî: motor cortex) cihê kontrolkirina masûlkeyên laş e[10].

Dîwarepil[biguherîne]

Her nîvek mejiyê ji çar pilan pêk tê.

Dîwarepil bi gelemperî karê bîr û hestê re tekîldare. Wekî mînak gava mirov destê datîne ser tiştekî, nîrxandina şêwe û pêkhatina tiştan di pila tasê de tê hest kirin[11].

Cênikepil[biguherîne]

Cênikepil bi bîhistina dengan û bêhngirtina tiştan re tekîldare[11]. Herwisa ji serpêhatiyên me yên borî de çêbûna bîr(hiş) jî li vir rû dide[10].

Patikepil[biguherîne]

Agahdariyên dîtinî yên ji çavan tên li patikepilê de tê şîrovekirin. Herwisa, bîrhatinên derbarê dîtina tiştan de li patikepilê de tê embarkirin[11].

Tûkila mejî[biguherîne]

Beşên livînê kontrola girjbûn û xavbûna masûlkeyen peyker dike.

Her nîvek mejiyê ji aliyê derve madeyê gewr lixwe digire. Ev beşa gewr wekî tûkil tê navkirin. Tewereyên demarexaneyên tûkila mejî ne maylînî ne[13]. Li tûkila mejî de 100 bîlyonê(mîlyar) zêdetir laşê demarexaneyan heye[13]. %80yê mejiyê mirov ji tûkila mejî( bi îngilîzî: cerebral cortex) pêk tê[14]. Tûkila mejiyê mirov gellek werpêçik( lozdar) e. Werpêçikî ango qurmiçînî rê dide mejî ko bi rûyek fireh, li cihek teng de cih bibe[14].

Erkê tûkila mejî[biguherîne]

Sê karên sereke têkiliye bi tûkila mejî[15]:

-Erkên bingehînên çalakiya hîşî yên wekî, bîr, raman, fêrbûn, biryar dayîn, hesta berpirsariyê

-Hestkirin. Ango girtin û şîrovekirina hesten wekî mînak hêstkirina êşê, germahiya hawirdore, tahmkirina xurekan, bêhngirtina kulîlkan.

-Kontrola çalakiyên masûlkeyên kakûtê.

Beşên tûkila mejî[biguherîne]

Li gor pêkanîna erkê xwe, tûkila mejî dabeşî sê beşan dibe[16];

Beşên livînê (bi îngilîzî: motor areas); li beşa pişt(para) ya navçavepilê de cih digire. Kontrola girjbûn û xavbûna masûlkeyên peykerê dike[15].

Beşên hestê (sêhkirin) ( bi îngilîzî: sensory areas); Beşa hestelaşê li aliyê pêşî yê dîwarepilê de cih digire. Bi navbeynkariya hestewergiran, ji endamên hestê yên wekî çav, guh, pest, ziman û difin agahî digire û şîrove dike.

Beşên pêwendîkirinê( bi îngilîzî: association areas); Her çar pilên mejî beşa pêwendîkirinê lixwe digin[16]. Beşên pêwendîkirinê navend e ji boy karê entelektuelî, bîr û ziman (peyvîn). Herwisa şîrovekirina agahdariyên hestê li vir rû dide.

Madeyê spî[biguherîne]

Nîvên mejiyê ji aliyê hundirê ve madeyê spî lixwe digirin[14]. Madeyê spî ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Tewerêyên bi maylînî di navbera beşên demaxê de girêdan ava dike. Tewereyên madeyê spî bi şeweyê gurzkî li ba hev dirêj dibin[16].

Erkê madeyê spî[biguherîne]

-Demarexaneyên heman nîvê mejiyê bi hev re girê dide.

-Nîvê rastê bi nîvê çepê mejî ve girê dide.

-Mejiyê bi beşên din ên demax û dirkepetikê ve girê dide[16].

Navikên bingehîn[biguherîne]

Di nav madeyê spî yên nîvên mejî de li hin cihan madeyê gewr heye. Van pêkhateyên gewr wekî navikên bingehîn ( bi îngilîzî: basal nuclei) tên navkirin[13]. Navikên bingehîn, Ji boy girjkirin an jî xavkirina masûlkeyên guncav, fermanên livînê , tekûzkarî dike. Bi tekûzkariye rêkxistina livîna masûlkeyan tê piştraskirin. Heke hin ji demarexaneyên navikên bingehîn têk bişke, bimire, li mirov de nexweşiya parkinson peyda dibe[13].

Çavkanî[biguherîne]

  1. Farqini Z. (2007) Ferhenga Kurdî Tirkî .Enstîtuya Kurdi ya Stembolê
  2. Sadallah S, (2000)Saladin's English-Kurdish Dictionary Ferhenga Inglîzî-Kurdî ya Selahedîn weşanên avesta Stembol. ISBN: 975-7112-85-2
  3. Gul bijêrî Wişe.Ferhengî Inglîzî – Kurdî. Emîn Karîm 2012.
  4. a b Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. a b c Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  8. Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  10. a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  11. a b c d McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  12. Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  13. a b c d Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.
  14. a b c Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  15. a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  16. a b c d Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.