Here naverokê

Gulistan Perwer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gulistan Perwer
Jidayikbûn1962
Riha
Cureyê muzîkêMuzîka Kurdî
PîşeStranbêj
AmûrTembûr û saz
biguhêreBelge

Gulistan Perwer (jdb.1962, Riha, bakûrê Kurdistanê) stranbêke kurd e. Xanima stranbêj Şivan Perwer e. Xwediya çendîn stran û kasête ye.[1]

Gulistan di sala 1962an de li Rihayê ji dayik bû.[çavkanî hewce ye] Heta şeş saliya xwe li gund ma, pişt re heta 16 saliya xwe li Wêranşarê ma jiya. Di 16 saliya xwe de wê berê xwe daye xerîbiyê. Piştî ku derket Ewropayê li wir dest bi hunerê kir. Gulistan bi dehan stranên gelê kurd vegotin. Gulistan bi navê xwe heft û bi Şivan Perwer re du kaset derxistin. Ji bilî karê stranbêjiyê Gulistan Perwer bi karê pêşkeşkirina bernameyên televîzyonê jî mijûl bûye.[çavkanî hewce ye] Ew çend salan di ROJ TV û berê di MEDYA TV de bernameyan pêşkeş kiriye.[çavkanî hewce ye]

  1. ^ Gulistan, Perwer, (19??), Nis̨timanperwer, [s.n.], OCLC 1091905983, roja gihiştinê 2021-02-27 {{citation}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)