Hüseyin Çelebi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Hüseyin Çelebî

Huseyn Çelebî ji malbateke Dêrsimî di sala 1967 li bajarê ElmanyaHambûrgê hatiye cîhanê. Dû komkujiya Dêrsimê ya di sala 1938 de, malbata wî mala xwe koçber kir Anatoliya navîn. Piştre mala xwe dîsa koçber kirin û ber bi Stenbolê çûn. Jiyana ku li Dêrsimê dest pê kir edî li Almanya domand.

Ji ber perwerdehiya bavê xwe, ku welatparêzekî bi hêz bû, wî ji zarokatiya xwe gavavêtinên ber bi polîtîkayê kiriye. Di 1'ê îlona sala 1974'ê de, bi bavê xwe re tevlî şermezar kirinên polîtîkayên reş ku bi komkujiyên mezin bi dawî bûn tevlî bû, wê demê hîn 7 salê bû.

Wêneyên Mustafa Barzanî, ku wî wek kalkê xwe didît, li ser dîwêrê li jorî doşeka xwe hilda. Rojek ji bavê ji xwe rê got, Roja ku Kurdistan azad bû tu dê bibî kral, ez jî prens .

Dibe ku taybetmendiya wî ya herî xurt kesayetiya wî ya hişk bû. Wî bazirgan nedihişt ku nerastiyên jiyanê xwe ber bi reşdîtinê bibe û herdem li dijî wan derdiket.

Di dibistanê da bêhtir ji mijarên dîrok, polîtîk, û zimanên beyanî hezdikir û balkêş didît û zimanên Englîzî û Espanî hîn bû.

Di nava alîgirên çepên Tirk de mijara pirsgirêka Kurd anî bû ziman. Lê ne tenê ji bo Kurdan, ji bona gelên Emêrîkayê Başûr û gelên Efrîka jî difikirî; ew jî nedihatin ji bîr kirin. Ji ber dîtinên xwe yên enternasyonalîst wî digot, Ez çi Kurd, çi Tirk, çi Ereb yan Çînî bim bê xem e; bi tenê girîng e ku ez bindest nebim .

Di dawiya salên xwe yên dibistana bilind wî dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir. Gava ku dijî gotina Ez tirk im, rast im, xebatkarim derket mamhoste li wî xist.

Di dest pê ka salên 1980'an de gava ku xwendevanê zanîngehê bû endametiya gelek rêxistinên çep ên cûda cûda kirî bû. Wan deman hem jî ji bona komara Kurdan dixebitî. Bi baxaneya ku gelek caran tev bi têkoşînên polîtîk bû ew cara bi cezaya perê hatî bû girtin. Di nava salên 1980'an de êdî hemû hêza xwe ji bo tekoşîna Kurdistan a azad pêşxistiye.

Di sala 1986'ê di Zanîngeha Dusildorfê de dest bi standina dersên li ser mijara sosyolojî kiriye. Di salên xwe yên xwendevanî da bi belavoka Rapora Kurdistan – ku bi zimanê Elmanî dihat nivîsandin – roleke mezin lîst. Dû demek ji bo Kurdistan Zentrum (Navenda Kurdistanê) xebitî.

Di sala 1988'ê da, bi baxaneya ku ew berpirsyarê PKK yê Ewrûpa bû, Huseyn Çelebî hate girtin. Du (2) salên dirêj bê têkiliyên derve di zîndana Wuppertalê da ma. Ji bo parêzvaniyên dozê di baweriya kûr de ma. Ji ber wan xebatan gelek girtiyên PKK yên din azad hatine berdan.

Di dest pê ka sala 1990'ê de tev bi vekirina komara Hevalên Gelê Kurdistan xebatên xwe domand. Gelek caran wî bi çepgirên Elman re li ser mijara pirsgirêka Kurd gotûbêj û axaftin kirin; bi saya wî gelek mirovên Elman nêzîkî tekoşîna me bûn. Li gor wî Sosyalîzm wek roj, ba, û cîhanê bû, pêwîstiya jiyanê bû. Dema ku dît rêxistinên Elman ên çepgir şovenîstê gelan dibûn, xwe ji wan paş ve kişand.

Di sala 1992'ê de hat çiyayên Kurdistan ên başûr. Di dema ku hêzên PDK û YNK bi dewleta tirk li dijî PKK xebitîn, bû gerîla û li dijî wan şerkir. Bi guleyê pêşmergeyek Barzanî çavên xwe li cîhanê girt.

Kuştina wî jî wek kuştina Eliyê Şêr bû, herdu bi hemwelatiyên xwe, bi destê Kurdistaniyan hatine kuştin.

Di kongreya YXK ya duyemînê ku di sala 1992 li Ewrûpa pêkhat ji hêla xwendevanên Kurd ve bi awakî giştî Serokê Nîşanî (Serokê Sembolîk) hate hilbijartin. Ji wê demê pê ve her sal ji bo bîranîna Husêyn Çelebî xwendevan pêşbirka helbest û çîrokan li dar dixin.

Girêdanên derve[biguherîne]