Partiya Demokrasiya Gel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji HADEP hat beralîkirin)
Partiya Demokrasiya Gel
  • Partiya siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1994 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Serok
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Partiya Demokrasiya Gel , bi kurtî HADEP, di 11ê gulana sala 1994an de hate damezirandin. Endamên Partiya Demokrasî û Kedê (DEP) daxwaznameya partiya xwe ya nû ji Wezareta Karê hundur re pêşkêş kirin û roja 11ê gulanê bi awayekî fermî Partiya Demokrasiya Gel HADEP damezirandin. Her çiqasî hatibû armanckirin ku HADEP di demên pêş de were damezirandin jî, lê belê jiber ku îmzeyên li ser bernameyê û rêvebirnameya neqediyabûn, damezirandina partiyê dereng ketibû. Li dewsa navê Partiya Demokrasî û Aştiyê BADEPê, ji bo ku nêzîkê navê HEP û DEPê be, navê wê weke HADEP hate hilbijiartin û Murat Bozlak bû serokê wê yê giştî. HADEP, di hilbijartinên 25ê kanuna 1995a û 18ê nîsana 1999an de bibû partiya yekemîn li Kurdistanê, lê belê jiber benda ji sedî 10 a ku dewleta Tirk danîbû, parlementerên hatibûn hilbijartin nekarîn bikevin parlementoyê. HADEP cara yekê di hilbijartinên herêmî yên 1999an de yek jê ya bajarê mezin bi giştî 38 belediye qezenç kiribû. Piştî girtina HADEPê, gelek endamên HADEPê derbasî DEHAPê bûn.

Serokên HADEPê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]