Partiya Demokrasiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Partiya Demokrasiyê
  • Partiya siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 7 gulan 1993 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê damezrandinê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

DEP (bi tirkî: Demokrasi Partisi - Partiya Demokrasiyê) yek ji partiyên kurdan ên legal li Tirkiyeyê hatiye vegirtin e.

DEP ji rêç û şiveriya HEPê ye. Di 7ê gulana 1993an de DEP hatiye damezrandin. Yekemîn serokê partiyê Yaşar Kaya bû. Pêkutiyên hovane li dijî partiyên legal ên kurdan tên lidarxistin. Bi sedan endamên partiyên kurdan tên kuştin, windakirin an zîndanîkirin. Heya bigire parlamenterê kurdan jî dikujin. Parlamenterê DEPê Mehmet Sincar ji aliyên hêzên tarî yên dewleta tirk ve tê kuştin. Yaşar Kaya davêjin zîndanê. Dema ew di zîndanê de ye, kongreya partiyê di 12ê kanûna pêşîn a 1993an de Hatip Dicle wekî serok hildibijêrê.

Di 2ê adara 1994an de parlamenterên DEPê di derê meclîsa Tirkiyeyê de bi awayekî piçûkxistin tên girtin. DEP di 16ê hezîrana 1994an de bi fermî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin.