Here naverokê

Hêzên Parastina Gel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji HPG hat beralîkirin)
Hêzên Parastina Gel
Çalakî2000 – niha
SergehÇiyayên Qendîlê
Qada operasyonêBakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê
Mezinahî35.000 – 40.000
Malperhezenparastin

Hêzên Parastina Gel bi kurtasî HPG hêzeke gerîlayî ye ku baskê leşkerî ya Partiya Karkerên Kurdistanê ye.[1] Hêzên Parastina Gel di kongreya 7em a Partiya Karkerên Kurdistanê ya ku di çileya sala 2000an de hatiye lidarxistin cihê baskê gerîlayî ya berê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) girtiye.

Hêzên Parastina Gel hêzeke leşkerî yê ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê tê birêve birin û tê koordîne kirin. Bahoz Erdal di navbera salên 2004 û 2009an de serfermandariya Hêzên Parastina Gel bireve biriye.

Dîrok

Partiya Karkerên Kurdistanê di sala 1984an de ji xwe re stratejiyeke nû ya îdeolojîk diyar kiriye û diyar kir ku PKK rêbaza “şoreşa gel” a ku Mao Zedong pêş xistiye hilbijartiye û piştre li erdnîgariya bi navê Kurdistanê dest bi pêkanîna rêbazên şerê gerîla kiriye.

Di vê serdemê de rêxistinê "şerê gel ê demdirêj" îlan kiriye û rêbaza xwe wekê "Propagandaya Çekdarî" bi nav dike û bi navê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) rêxistineke milîs ava kiriye. Piştre "Yekîtiya Propaganda Çekdar a 14ê Tîrmehê" di bin fermandariya yekem fermandarê hêzên gerîlayan Mahsum Korkmaz de di 15ê tebaxa sala 1984an de yekem têkoşîna çekdarî ya rêxistinê li navçeyên Dih û Şemzînanê pêk hatiye.[2]

Piştre di kongreya 3yem a PKKê de ku di 25ê cotmeha sala 1986an de li Libnanê hatiye lidarxistin, HRK hatiye guhertin û li ser esasê êrîşên çekdarî yên bi hêz, hêzeke nû yê bi navê “Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê” hatiye avakirin.

Hêza gerîlayan ji sala 1986an heta sala 2000 navê Artêşa Rizgariya Kurdistanê werdigire. Ji sala 2000an vir ve wekê Hêzên Parastina Gel (HPG) li herêmên Kurdistanê li dijî artêşa dewleta tirk şer dike.

Çavkanî

  1. ^ ""Official Journal of the European Union (PDF)"" (PDF). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Di sala 1984an de li navçeya Dihê çi qewimî?". web.archive.org. 17 tebax 2017. Ji orîjînalê di 17 tebax 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2024.

Girêdanên derve