Haluk Levent

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Haluk Levent
Jiyan
Navê jidayikbûnêHaluk Acil
Jidayikbûn26ê çiriya paşîn a 1968an (55 salî)
Yüreğir, Edene
Cureyê muzîkêAnatolya rock Muzîka gelêrî, hard rock
Pîşestranbêj, sitrannivîs, aktivîsta xêrxwaziyê
AmûrGîtar
Salên çalak1992–niha
Malperhaluklevent.com.tr
biguhêreBelge

Haluk Acil yan jî bi navê ku pê tê zanîn Haluk Levent, (jdb. 26ê çiriya paşîn a 1968an li Yüreğir, Edene) muzîkjenekî rockê, sitrannivîs û aktivîstekî xêrxwaziya tirk e. Haluk Levent muzîka xwe wekî Anatolya rock bi nav dike. Cûreya muzîka wî tevlîheviya hard rock û muzîka gelêrî ya Anatolyayê ye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Haluk Levent di 26ê mijdara sala 1968an de li taxa Yamaçlı ya navçeya Yureğir a Edeneyê ji dayik bûye û zaroka heştemîn ê ji 9 xwişk û birayan e. Levent diyar dike ku malbata wî nuseyrî ye lê ne Ereb e.[1] Dibistana seretayî li Dibistana Seretayî ya Sabanciyê xwendiye, xwendina xwe yê lîseyê li Lîseya Atatürk a Edeneyê qedandiye. Piştî xwendina lîseyê li li zanîngehên wekî Zanîngeha Teknîkî ya Karadenîzê beşa endezyariya daristanê, li dibistana bilind Pîşeyî ya Bernameya Kompîturê ya Zanîngeha Enqereyê ya Kastamonuyê, li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn Beşa Fîzîkê û li Zanîngeha Enqereyê beşa muhasebeyê demekê xwendevanî kiriye. Her çiqas Levent di ezmûnên çuyîna zanîngehê de bi ser bikeve jî lê ne dikarî bi domdarî xwendina xwe bidomîne.[1] Levent di van salên xwendekariyê de bi bazirganiyê re mijûl dibe, ji ber ku di warê karsaziyê neserkevtî dibe, ji Edeneyê koç dibe. Navê albûma wî ya yekem "Yollarda" (di rêyan de) ji ber sedemên van rojên ku di rêyan de derbas dibin dertê holê. Li gelek bajaran digere û stran dibêje. Li hinek bajaran ji bo keçeke nexweş ji bo berhevkirina diravê, li kolanan bi stranan gotiye.[1]

Xebatên xêrxwaziyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komeleya bi navê "Ahbap" ku Haluk Levent di sala 2017an de di bin navê "platforma xêrxwaziyê" dest pê kir û piştre vî platformê vediguherîne Komeleya Ahbapê û ji xwendekaran re xebatên alîkarîyên wekî burs, amûrên tibbî û derman, alîkariyên din, kampanyayên xwîn û şaneyên stem û çalakiyên perwerdeyî organîze kiriye. Li gel van xebatan, Ahbap wekî tevgerek hevkariyê tê pênase kirin ku ji her cûre pirsgirêkên civakê re li çareseriyên domdar digere.[2]

Komeleya Ahbap ji ber alîkarî û xebatên komeleyê ji bo Erdheja Gurgum û Dîlokê ya sala 2023an ji ber xebatên serkevtiyên komeleyê hatiye rojevê.[3] Komele ji ber xebatan ji aliyê gel ve bertekên erênî wergirtiye û ji bo mexdûrên erdhejê xebatên wekî berhevkirina diravî, xebatên lêgerîn û xilaskirinê bi dilxwazan re organîze kiriye.[4]

Diskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Album[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Album Şîrketa qeydê
1993 Yollarda / Bu Ateş Sönmez Prestij Müzik
1995 Bir Gece Vakti Prestij Müzik
1996 Arkadaş Prestij Müzik
1997 Mektup Prestij Müzik
1998 Yine Ayrılık Prestij Müzik
2000 www.leyla.com Prestij Müzik
2001 Kral Çıplak Prestij Müzik
2002 Bir Erkeğin Günlüğü Popüler Müzik
2003 Özel Canlı İstanbul Konseri Popüler Müzik
2003 Türkiye Turnesi 2003 Popüler Müzik
2004 Aç Pencereni Belis-Seyhan Müzik
2005 Annemin Türküleri DMC
2006 Akşam Üstü Mod Müzik-Ozan Video
2010 Karagöz ve Hacivat Mod Müzik
2010 Trilogy Süper Müzik Yapım
2014 Dostane DNK Müzik
2015 Best of Konserler Süper Müzik Yapım
2019 Tam Bana Göre Pasaj Müzik & Garaj Müzik
2021 Vasiyet Pasaj Müzik

Wekê hunermendê mêvan albumên ku beşdar bûye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirûken wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kedi Köprüsü
  • Moritos'un Düşleri

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c "Wayback Machine". web.archive.org. 2 nîsan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 nîsan 2015. Roja gihiştinê 19 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Ahbap Derneği Başkanı Haluk Levent: Bizde para işlemiyor". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 sibat 2023.
  3. ^ "Haluk Levent paylaştı, ünlü isimlerden destek büyüyor". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 sibat 2023.
  4. ^ "Haluk Levent: İşimizin başındayız, bağışlarla acil konut yaptıracağız". euronews (bi tirkî). 16 sibat 2023. Roja gihiştinê 19 sibat 2023.