Edene (bajar)
Edene
| |
---|---|
Şaredariyên bajarên mezin ên Tirkiyeyê, bajarê mezin, bajarê hejmara wî ya niştecihan zêdeyî milyonekê û bajar ![]() | |
Adana ![]() | |
![]() | |
Edene li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 37°0'9.43"Bk, 35°18'48.46"Rh | |
Dûgel | ![]() |
Welat | Tirkiye |
Parêzgeh | Edene |
Beşa îdarî |
|
Paytexta |
|
Rûerd | |
• Giştî | |
• Bilindahî | 23 ±1 m ![]() |
Gelhe (2019) | 2,237,940 |
Dem | UTC+3 |
Koda telefonê | 0322 |
Nîşana wesayîtê | 01 |
Malper | https://adana.bel.tr/ |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Edene (bi tirkî: Adana) bajarekî Tirkiyeyê ye. Di Tirkiyeyê de, yek ji 5 bajarên herî mezin e. Pîvana erda bajêr 14.256 km² ye. Tevahiya nifûsa parêzgehê (gorî hejmêra dawî) 2.125.635 e. Nifûsa navenda parêzgehê (bi tevî 5 navçeyên navendî) 1,747,589 e (2012). Ji navbera rojava û rojhilatê bajarê de Çema Seyhanê diherike.
Ji rojhilatê heya rojavayê, herêma ku 100 km dirêj e Herêma Bajarên Mezin yên Edene-Mêrsîn e û nêzikî 3 milyon nifûsa wê heremê he ye. Di Tirkiyeyê de, ev herêm herêma metropolîtana herî mezin a çaremîn e û navendekî bazirganî û çandeyariye.
Ev herem alî kanan (madenan) jî pir dewlemend e. Qrom, hesin, manganez, sirb(qurşûn) û tûtya (çînko) di heremê de pir tê dîtîn. Parêzgeha Edenê j'alî çandin jî pir giring e.
Di Çukurovayê de gellek zadên wek; genim, gukberojk, zeytîn, hinar, lazût(garis), narinc(purteqal, mandarîn, lalengî û lîmon), mûz, kîwî, hawêcan, şekirlewen, kartol, firingî, îsot, kaho(marûl), kelem, pîvaz, soya, riz(birinc), pembû, tirî, fisdeq, maş, xiyar, behîv, zebeş, gindor tên hilberandin. Lê belê, ji nav van zadan yê ku heri giring e pembû ye. Niha avdana van zadan bi avdana dilopî tê çêkirin.
Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li gorî daneyên sala 2019an gelheya bajarê 2,237,940 kes hatiye tomarkirin. Li rojhilatê navenda bajarê hêjmarek girîng Kurd lê dijîn.
Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bajareke herêma (bi tirkî: çukurova) Deşta Çixwurê ye. Pîvana rûerda bajarê 14.125 km2 ye.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
13 navçeyên Edeneyê hene:
- Qarsantî[çavkanî hewce ye], bi tirkî Aladağ
- Ceyhan
- Feke
- Qebristana Xerîban[çavkanî hewce ye], bi tirkî İmamoğlu
- Çeçelî, bi tirkî Karaisali
- Maxarsus, bi tirkî Karataş
- Sîs, bi tirkî Kozan
- Bazendum[çavkanî hewce ye], bi tirkî Pozanti
- Xaçîn, bi tirkî Saimbeyli
- Seyhan
- Mexare (Mağara), Tufanbeyli
- Ayas, bi tirkî Yumurtalık
- Ûregîr, bi tirkî Yüreğir
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Yılmaz Güney, Derînerê fîlman, senaryonivîs, romannivîs û aktorê kurd
- Mehmet Sevgat, endamê Komîteya navendî yê PKKê
- Duran Kalkan, payebilindên PKKê
- Haluk Levent, muzîkjenekî rockê
- Ömer Çelik, siyasetmedar
- Rojîn, stranbêjekî kurd
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
![]() | Ev gotara li ser bajarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |