Erdheja Gurgum û Dîlokê 2023

Erdheja Gurgum û Dîlokê 2023
Ji milê çepê jor ve: Avahiyên hilweşiyayî yên li parêzgeha Xetayê, dîmenê bermahiyên ji Heleb a Sûriyê, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Çînê û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Îranê yên li Adiyamanê, alîkariya USAID li Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê û nişteciha konê li Gurgumê.
Wextê UTCê2023-02-06 01:17:35
Bûyera ISCyê625613033
USGS-ANSSComCat
Dîrok6ê sibata 2023an
Saet04:17 (UTC+3)
MezinahîMw 7,8
Kûrahî17,9 km (11 mi)
Cihê erdhejê37°09′58″Bk 37°01′55″Rh / 37.166°Bk 37.032°Rh / 37.166; 37.032
Welatên bandorkirî
Xisar$84,1 milyar USD (texmînî)
TundîXI (Ekstrem)
Lezdana erdê ya herî bilind1,62 g
Tsunamî0,17 m (6,7 in)
Paşhej1.052 (heta 8ê Sibatê)
Ji Mw 4,0 zêdetir 170+
Herî mezin: Mw  7,7 di 13:24 UTC+3, 6ê sibata 2023an de
QurbanîBakurê Kurdistanê û Tirkiye 53 hezar mirî û 107 hezar birîndar çêdibin. Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê 5–8 hezar mirî û 14 hezar birîndar çêdibin. (texmînî)
Hejmara miriyan50.132 (zêdetir an wekhev, 2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara birîndaran120.000 (2023, kêm zêde) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêreBelge

Erdheja Gurgum û Dîlokê yan jî Erdheja bakur û rojavayê Kurdistanê, du erdhejên wêrankarin ku bi mezinahiyên 7,8 Mw û 7,5 Mw di 6ê sibata 2023an de bi saetên Bakurê Kurdistanê, saet di 04:17e û 13:26an de li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye. Li deverên Tirkiyeyê erdhej li bajarê Edeneyê û li Sûriyê jî li bajarên wekî Helep û Lazqiyê erdhej pêk hatiye. Navenda erdheja yekem li navçeya Bazarcixa bi ser parêzgeha Mereşê ve bû û navenda erdheja duyem jî ku piştî 9 saetan pêk hat dîsa li navçeya heman parêzgehê li navçeya Celaya bi ser parêzgeha Mereşê ve bû.

Erdhej li bajarên wekî Gurgum, Amed, Riha, Dîlok, Xetay, Kilîs, Edene, Meletî, Semsûr û li Kinikanê pêk hatiye. Erdheja Gurgum û Dîlokê ji erdheja Erzinganê ya sala 1939an vir ve erdheja herî kujerê li Bakurê Kurdistanê ye ku erdheja sereke ya herî bihêz e ku di serdema nûjen de li Bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin. Erdheja Bazarcixê piştî Erdheja Anatolya Bakur a sala 1668an de, erdheja duyem a herî bihêz e ku li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye.[1][2] Ji ber erdhejê li Bakurê Kurdistanê û bajarên din ên Tirkiyeyê herî kêm 114.991 kes birîndar bûne û 47.975 kes jiyana xwe jidest dane. Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê herî kêm 7 hezar kes birîndar bûne û 8.400 kes jiyana xwe jidest dane.

Li deverên bilind ên erdhejê bi taybetî li Meletî û li navçeyên Meletiyê, barîna berfê û bahoza zivistanê li hinek deveran xebatên rizgarkirinê asteng kir.[3] Berf barî ser wêraniyan û germahiya li herêmê daket. Ji ber sermaya seqemê ya li herêmê, kesên ku sax mane bi taybetî kesên ku di bin xirabeyan de mabûn di bin xetereya hîpotermiyê bûn.[4][5]

Li Bakurê Kurdistanê herî kêm 40 hezar avahî hilweşiyan û gelek avahiyên dîrokî yên ku di nav wan de Keleha Dîlokê, Mizgefta Şîrvan, Mizgefta Nû ya Meletiyê û Dêra Katolîk a Latînî ya Îskenderûnê jî di nav de ne, zirareke mezin dîtine û bi qismî hilweşiyane. Di çarçoveya lêkolînên ku hatin kirin de hatiye diyarkirin ku li Bakurê Kurdistanê û li deverên din ên Tirkiyeyê hewcedarî hilweşandina acele ya 33 hezar û 143 avahiyan heye ku di erdhejê de zirareke mezin dîtine û hatine hilweşandin.[6] Li qadeke hezar kîlomêtreçargoşeyî de 13,5 milyon kes ji ber erdhejê bi bandor bûn. Ji 99 welatan daxûyaniya alîkariyê hate ragihandin û ji 72 welatan 10 hezar û 336 personelên lêgerîn û xilaskirinê sewqê herêma erdhejê bûn. Piştî erdhejê di roja 6ê sibata 2023an de yekem ragihandina alîkariyê ji aliyê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Joe Biden ve hate ragihandin.[7] Bi dehan welatan materyalên alîkariya yekem, alav û tîmên bijîşkî şandin herêma erdhejê. Yekem tîmên alîkariyê ku gihiştin herêma erdhejê, tîmên tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bûn ku bilez gihiştibûn herêma erdhejê.[8]

Hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Rojava piştî erdhejê di 8ê sibatê de 30 tankêrên sotemeniyê û 20 qamyonên alîkariyên mirovî amade kirine. Çavkaniyên medyayî yên girêdayî Rêveberiya Xweser diyar kirin ku "hewl hat dayîn ku alîkariyan bigihînin mexdûrên erdhejê li devera Efrînê ku gelek avahî hilweşiyan e. Li gel hemî hewlên şandên navneteweyî ku navbeynkariyê kirine Tirkiyeyê rê neda ku alîkariya mirovî derbasê herêma Efrînê bibe. Hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser piştî 9 rojan karwana alîkariyê ya ku li Deriyê Um Cîlûd a Minbicê sekinandî bû paş ve vekişand.[9]

Erdhej, li bajarên Bakurê Kurdistanê li Amed, Riha, Meletî, Semsûr, Gurgum, Kinikan û Dîlokê bi giranî pêk hatiye û li bajarên wekê Çewlîg, Xarpêt, Mûş, Bidlîs, Mêrdîn, Êlih û li Sêrtê jî bi sivikî pêk hat.[10][11]

Li gorî daneyên Lêkolîna Jeolojîk ya Dewletên Yekbûyî (USGS) erdhej bi mezinahiya 7,8 Mw pêk hatiye[12] û li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Surî, Qibrîs, Yewnanistan, Urdun, Libnan Keyaniya Yekbûyî, Gurcistan, Iraq, Ermenistan û li Tirkiyeyê erd hejiya ye.

Rewşa tektonîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) erdhej bi mezinahiya 7,8 Mw pîvaye. Navenda erdhejê li navçeya Bazarcixa a Gurgumê, li nêzîkê sinorê Rojavayê Kurdistanê ye.[13] Erdhej xwedî mekanîzmayek fokal a ku bi şikestinên şemitokê yên hûrik re têkildar e. Piştî erdhejê bi mezinahiya 6,7 Mw erdhejek din pêk hat.[14] USGS pîvana şkestinê ~ 190 km dirêj û ~ 25 km fireh texmîn kir.[15] Erdhej piştî Erdheja Erzinganê ya sala 1939an de erdheja herî bi hêz e ku li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye.[16]

Jeolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşeya Deşta Anatolyayê, ku Şikesteka rojhilatê Anatolyayê nîşan dide.

Cihê pêşîn ê erdhejê di nav dorhêla sêalî ya di navbera lewheyên Anatolya, Erebistan û Afrîkayê de cih digire. Mekanîzma û cihê erdhejê li gorî erdheja ku li herêma Şikesteka rojhilatê Anatolyayê yan jî li Herêma Şaşiya Veguherîna Behra Mirî pêk hatiye wekhev e. Şikesteka rojhilatê Anatolyayê derçûna ber bi rojavayê Deryaya Egeyî vedihewîne, di heman demê de Qelşa Deryaya Mirî tevgera bakurê nîvgirava Erebistanê li gorî lewheyên Afrîka û Ewrasyayê cih digire.[17] Şikesteka rojhilatê Anatolyayê derçûna Lewheya Anatolyayê ya ber bi rojavayê Behra Egeyê vedihewîne lê Qelşa Deryaya Mirî (Veguherînera Behra Mirî) li gorî lewheyên Afrîka û Ewrasyayê bi tevgera bakurê Nîvgirava Erebîstanê re cih digire.[18]

Şikesteka rojhilatê Anatolyayê 700 kîlometre dirêj e ku ber bi rojhilat-başûr û bi meyla rojavayê diçe, sinorê di navbera lewheyên Anatolya û Ereban de pêk tîne. Şikestek her sal ji rojhilat ber bi rojava ve bi rêjeyeke 10 mm û 1–4 mm diçe. Şikesteka rojhilatê Anatolyayê di salên 1789 (7,2 M), 1795 (7,0), 1872 (7,2 M), 1874 (7,1 M), 1875 (6,7 M), 1893 (7,1 M), û sala 2020an de (6,8 M) erdhejên mezin pêk aniye. Beşên şikestekê ku li navçeyên Palo û Mirûnê ye ji hêla erdhejê ve çalak e li rojhilatê şikestekê ji bo erdhejên bi mezinahiya 6,8-7,0 ve bi navberek bi qasî 150 salan carek dûbare dibe. Beşa Bazarcixê û Çiyayên Gewr ku li rojavayê şikestekê ye ji bo erdhejên 7,0-7,4 M bi rêzê ve di navbera salên 237-772 sal û 414-917 salan carekê dûbare bûne.[19][20]

Erdhejî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêma ku erdheja 6ê sibatê lê pêk hat, ji aliyê erdhejiyê ve gelek bêdeng bû. Ji sala 1970an vir ve tenê sê erdhejên bi mezinahiya 6 pîvanek mezintir di nav 250 km erdheja 6ê Sibatê de çêbûne. Ji va erdheja herî mezin, bi pêveka 6,7 li bakurê rojhilatê erdheja 6ê sibata 2923an di 24ê çileya 2020an de pêk hatibû. Ev erdhej hemî li kêleka Şikesteka rojhilatê Anatolyayê bûn yan jî li derdora wê çêbûne. Tevî bêdengiya erdhejê bi kêmasî jî be li derdora herêma erdhejê 6ê sibatê, li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de di demên borî de erdhejên girîng û bi xisar çêbûne. Bajarê Heleb, Sûrî di dîrokê de çend caran ji ber erdhejên mezin wêran bûye lê cih û mezinahiya van erdhejan tenê dikare were texmîn kirin. Li Helebê di sala 1138an de bi pîvekên 7,1 û di sala 1822an de jî bi pîveka 7,0 erdhej pêk hatin. Texmînên kuştî yên erdheja sala 1822an de di navbera 20.000 û 60.000 kesan de bûn.[21] Di sala 1114an de li bajarê Gurgum (Mereş) erdhejek pêk hat û di vî erdhejê de 40 hezar şêniyên bajêr mirine.[22] Di salên 856, 1033 û 1754an de erdhejên mezinên ku li Rojhilata Navîn bi bandor bûne, bûne sedema mirina 200.000, 70.000 û 40.000 kesan.[23]

Sîsmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêvebirê Tora Erdhejê ya Bakurê rojavayê Pasîfîkê û profesorê Zanîngeha Washingtonê, Harold Tobin diyar kir ku Şikesteka rojhilatê Anatolyayê xwedî qeydeke dirêj a erdhejê ye û wekî herêmeke bi xetereya erdhejê hatiye naskirin. Di demên dîrokî de li herêmê erdhejên bi mezinahiya 7,4 pîleyê pêk hatine. Tobin aniye ziman ku erdhejên di 6ê sibata 2023an de "ji ya ku dihat pêşbînîkirin mezintir bûn." Wî di axaftina xwe de dibêje, ne asayî ye ku di dema erdhejê şikesteka çalak dibe sedema çalakiya şikesteke din. Erdheja Ridgecrest a 2019an a li Kalîforniyayê ji ber şikestina du şikestekan pêk hatiye.[24]

Erdhejên ku bi lerza 7,8 pîle ne di nav erdhejên herî mezin ên li cîhanê de ne. Profesorekî jeofîzîkê li Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Qiral Abdullah a Erebistana Siûdî dibêje, dibe ku erdhejê ji 300 kîlomêtreyan zêdetir ji xeta şikestekê şikandiye. Tê îdiakirin ku di vê navberê de bi beşên Şikesteka rojhilatê Anatolyayê re hinek beşên Veguherînera Behra Mirî şikestine.[25] Erdhejnasek ji Zanîngeha Tohoku, Shinji Toda dibêje ku ev "erdheja herî xirab a hundurîn a sedsalê ye".[26]

Daxuyaniyek ku ji hêla USGSê ve hatiye parvekirin, destnîşan dike ku erdheja bi mezinahiya 7,8 pîleya pêk hatiye û di 2 beşên şikestekê de bi dirêjahiya hevgirtî ya ku dirêjahiya wê nêzîkê 50 km û firehiya 30 kîlomêtreyê derbas bûye şikandiye. Şikandin li ser şikestekê bi qasî 60 kîlomêtre ji bakur berbi başûr ve, li nêzîkî peravên Deryaya Navîn pêk hatiye. Parçeyek bi qasî 300 kîlomêtreyê ji bakurê rojhilat ber bi başûrê rojavayê ve hatiye şikestin. Bi lerza sereke re nêzîkê 3,4 mêtre şimitiya erdê ber bi rojhilat ve pêk hatiye.[27] Li gorî USGSê erdheja ku bi 7,7 pîleya ya ku neh demjimêran piştî erdheja despêkê hejiya, 10,9 mêtre şemitînek bi dirêjahîyeke bi ~120 kîlomêtre û firehiya ~18 kîlomêtreyê pêk anî.[28]

Rêjeya belavbûnên şemitandina li şikestinê.
Rêça şikesteka bi sinor.
Rêjeya belavbûnên şemitandina li şikestinê.
Rêça şikesteka bi sinor.

Erdhej[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor USGSê hêza erdheja yekem.
Sîsmograma erdheja Bazarcixê ku bi mezinahiya 7,8 pîleya pêk hatiye.
Li gor USGSê hêza erdheja duyem.
Sîsmograma erdheja Gurgumê ku bi mezinahiya 7,5 pîleyê pêk hatiye.

Erdhej di demjimêr 04:17a de pêk hat. Enstîtuya Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî (USGS) dema ku GEOSCOPE lerza 8.0 pîle ragihand, pîvana erdhejê bi 7.8 û Tensora Global Centroid Moment (GCMT) bi pîvana 7.8 pileyê pîva. Navenda erdhejê 34 kîlomêtre li rojavayê Parêzgeha Dîlokê li sinorê Rojavayê Kurdistanê bû. Şikestin ber bi bakurêrojava û başûrêrojhilat di şekseteka meyla bakurêrojhilat ve yan jî ber bi bakurêrojava û başûrêrojhilat ve di şikesteka meyldarê bakûrêrojava de pêk hatiye. Li gorî Lêkolîna Jeolojîk ya Dewletên Yekbûyî (USGS) pîvana şikestinê ~ 190 km dirêj û ~25 km fireh hatine texmîn kirin.

Li gorî daneyên Lêkolîna Jeolojîk ya Dewletên Yekbûyî (USGS) erdhej bi mezinahiya 7,8, li gorî AFAD a Tirkiyeyê 7,4 û li gorî Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîllî ya Tirkiyeyê bi mezinahiya 7,5 pîvanek pêk hatiye. Li gorî daneyên Lêkolîna Jeolojîk ya Dewletên Yekbûyî (USGS) deverê ku jiber erdhejê bi bandor bûne ev in: Bakurê Kurdistanê, Başûr Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Surî, Qibrîs, Yewnanistan, Urdun, Libnan Keyaniya Yekbûyî, Gurcistan, Iraq, Ermenistan û Tirkiyeyê.

Piştî 9 saetan li gorî saeta Amedê, saet di 13:24an de erdheja duyem a bi hêza 7,5 pileyê di kurahiya 10,0 kîlometre di bin erdê de pêk hat ku navenda erdhejê 4 kîlometre li başûrrojhilatê navçeya Cela ya Gurgumê bû.

Erdhejên domdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Map
Nexşeya erdhejên serekî (ji 4 Mw mezintir)[29]

Piştî erdheja despêkê piştî 11 deqîqeyan bi mezinahiya 6,7 ​​pileyê erdhejeke din pêk hatiye.[30] Li gorî daneyên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) piştî erdheja Bazarcixê di nava 6 saetan de 24 erdhejên bi mezinahiya 4,0 pileyê û jortir pêk hatin.[30] Piştî 12e saetan û zêdetir, USGS ragihandiye ku herî kêm 54 erdhejên bi mezinahiya 4,3 û mezintir pêk hatine. Serokatiya Rêvebiriya Afet û Lezgîn (AFAD) jî herî kêm 120 erdhejên domdarî tomar kir.[31]

Li gorî GEOSCOPE û GCMT, piştî erdheja sereke ya mezin, bi pîvana 7.5, yan jî 7,7 pîleyê erdhejeke domdarî ya mezin pêk hat.[32][33] Erdhej demjimêr di 13:24an de bi navenda 4 kîlometre li bakur û li bakurê rojhilatê navçeya Albistanê ya li Parêzgeha Mereşê pêk hatiye. Erdhejek bi şikestina şikestekek bi meyla bakur-başûr ve yan jî bi şikestina şikestekek bi meyla ber bi rojhilat ve pêk hatiye.[34]

Erdhejên 4.0 pile, yan jî bilindtir.
Dîroka herêmî Saet (Saeta Amedê)

(UTC+3)

Mezinahî (Pîle) Kûrahî (Km) Navenda erdhejê
Firehî Dirêjî
6ê sibata 2023an 04:17:36 7,8 17,9 37.174 37.032
6ê sibata 2023an 04:26:49 5,6 17,0 37.054 37.086
6ê sibata 2023an 04:28:15 6,7 14,5 37.127 36.943
6ê sibata 2023an 04:36:28 5,6 10,0 37.018 36.744
6ê sibata 2023an 04:58:23 5,1 10,0 37.112 36.606
6ê sibata 2023an 05:03:36 5,5 10,0 37.777 37.920
6ê sibata 2023an 05:23:14 5,2 11,4 37.204 36.970
6ê sibata 2023an 07:18:46 5,0 14,5 38.203 38.536
6ê sibata 2023an 13:24:49 7,5 10,0 38.024 37.203
6ê sibata 2023an 13:35:58 5,8 10,0 38.008 37.751
6ê sibata 2023an 13:51:30 5,7 12,3 38.124 38.053
6ê sibata 2023an 14:01:34 5,0 10,0 37.481 37.222
6ê sibata 2023an 14:05:35 5,2 10,0 37.923 36.691
6ê sibata 2023an 15:02:11 6,0 10,0 38.061 36.537

Qelişiya rûyê erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wêneyên satelîtê yên ku ji hêla Sentinel-1 ve berî û piştî erdhejan hatine kişandin û 2 deverên şikestinên rûyên erdê ku ji ber erdhejan qelişine hatin parvekirin. Qelişiya ku ji ber erdheja yekem pêk hatiye bi dirêjahiya 300 kîlomêtre hatiye pîvandin. Jiber erheja duyem ku yazdeh saet piştî erdheja yekem pêk hatiye 125 kîlomêtre erd qelişiye.[35]

Qelişiya rûyê erdê ji bakurê Xetayê ber bi Bazarcix a Gurgumê û navçeya Serêgolê ya Semsûrê ve dirêj dibe û nêzîkî 400 kîlomêtre rûyê erdê diqelişe.[36] Li bakurê van bajaran şikestinên rûyê erdê dewam dikin. Li gorî çavdêriyên li qadê li ser rûyê erdê ~7,3 mêtre şimitandin a rûyê erdê pêk hatiye.[37]

Bandora jeolojîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li navçeya Îskenderûnê erdhejeke mezin rû da û ji ber erdhejê daketina asta bejahiyê pêk hat û beşên bajêr heta 200 metreyan di bin avê de man. Tê texmîn kirin ku binavbûn jiber şikestina şikesteka belavbûyî ye ku dibe sedema cihguhertina erdê. Rêveberê Şêwirmendî û Lêkolînê li eCoast Marine li Zelanda Nû, Jose Borrero dibêje ku hilweşînek bi vê pîvanê tê payîn ku ji erdhejek mezinê wiha pêk tê. Daketin ên bi vî rengî li navçeya Gölcükê li Tirkiyê di dema erdheja Gölcük a sala 1999an de û li Kaikoura di dema erdheja Kaikoura ya sala 2016an de qewimîne. Tê pêşbînîkirin ku li Îskenderûnê bandorên şilbûna axê, pêlên mezin ên ji ber şert û mercên hewaya xirab û tsunamiyên piçûk bûye sedema daketina erdê, yan jî bilind bûna ava li Îskenderûnê.[38]

Li peravên Famagusta li Qibrisê, pêlên tsunamiyê yên piçûk ên bê zirar hatin tomarkirin. Tsunamiyên 0,17 m, li Îskenderunê û li Erdemliyê jî 0,13 m pêlên tsunamiyê hatin tomarkirin.[39]

Wezareta Parastina Sivîl a Îtalyayê ji bo tsunamî ya li peravên Îtalyayê yên başûr û rojhilat hişyarî da û piştre jî hişyarî hate betalkirin.[40] Enstîtuya Lêkolînê ya Neteweyî ya Astronomî û Jeofîzîkê ya Misirê hişyariya tsunamiyê da ji bo rojhilatê Deryaya Navîn ku peravên Misirê jî di nav de ye.

Rewşa deverên erdhejê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bakurê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Daneyên 9ê sibata 2023an
Parêzgeh Qurbanî Birîndar
Diyarbekir 255 901
Entab 2141 11563
Mereş 5323 9243
Meletî 289 7300
Kilîs 22 518
Adiyeman 3105 11778
Xarpêt 5 379
Xetay 7060 17000
Riha 304 4663
Osmaniye 981 2224
Dîmenek ji xirabeya avahiya navenda karsaziya Galeriya, li navçeya Rêzan a Amedê.

Li Bakurê Kurdistanê erdhejê li qadeke nêzîkî hezar kîlomêtre çargoşe bi bandor bû. Ji Parêzgeha Mereşê ve ber bi bakur ve heta Parêzgeha Mûşê û Parêzgeha Sêrtê, ber bi başûr ve jî heta Parêzgeha Mêrdînê, li qadekî berfireh erdhej pêk hat. Ji ber bandora erdhejê herî kêm 12 hezar avahî hilweşiyan û gelek avahiyên dîrokî yên ku di nav wan de Keleha Dîlokê, Mizgefta Şîrvan, Mizgefta Nû ya Meletiyê, Sûra Amedê û Dêra Katolîk a Latînî ya Îskenderûnê jî di nav de ne, zirarên mezin dîtine û bi qismî hilweşiyane. Li Meletî û li hinek deverên Gurgumê ji ber barîna berfê re xebatên rizgarkirinê bi awayekî neyînî bi bandor bû.[41]

Erdhej, li bajarên Bakurê Kurdistanê li Amed, Riha, Meletî, Semsûr, Gurgum, Kinikan û Dîlokê bi giranî pêk hatiye û li bajarên wekê Çewlîg, Xarpêt, Mûş, Bidlîs, Mêrdîn, Êlih û li Sêrtê jî bi sivikî pêk hat.[10][42]

Gurgum[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Gurgumê piştî erdhejê lêkolînerê Enstîtuya Teknolojiyê ya Karlsruherê Dr. Andreas Schäfer wêneyên satelaytê yên berî û piştî erdhejê yên ku bi rêya Google Earthê hatine bidestxistin berhev kir ku guheztina erdê piştî erdheja dijwar qewimiye nîşan bide. Andreas Schäfer li ser hesabê xwe yê twîtterê anî diyar kiriye ku piştî erdhejên li pey hev Lewheya Anatolyayê 3 mêtreyan ber bi Nîvgirava Erebîstanê ve şimitiye.[43]

Piştî 248 saetên (10 roj) piştî erdhejê li Gurgumê keçek zindî ya 17e salî ji bin xirabeyan zindî hate derxistin.[44]

Li navenda bajarê Gurgumê 941 avahî bi temamî hatin xwarê . Li navçeya Albistanê nêzîkî 2000 avahî hatin hilweşandin.[45] Li Gurgumê herî kêm 11.778 kes birîndar bûn û 5323 kes jî jiyana jidest dan.[46]

Amed[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê ku ji ber erdhejê bi bandor bû Amed e. Sê roj piştî erdhejê dîmenên erdheja li Amedê bi dronan ji jor de hate kişandin.[47] Bircên Sûra Amedê û hinek beşên dîwarê sûrê ji ber Erdheja Bazarcixê hate xwarê.[48]

Li Amedê 72 demjimêr piştî erdhejê Jinek û 81 saet piştî erdhejê zarokekî bi saxî ji xirabeyan hatin derxistin.[49][50] Di erdhejê de hunermend Zîlan Tîgrîs û hevjîna wê lîstikvan Çağdaş Çankaya li Amedê di bin xirabeyan de jiyana jidest dan.[51]

Li navçeya Bajarê nû, li navçeya Rêzanê û li deverên din ên Amedê 20 avahî hatin xwerê, 854 kes birîndar bûn 409 kesan di bin xirabeyan de jiyana ji dest daye.[52]

Meletî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Meletiye Mizgefta Nû ya ku berê di erdheja Xarpêtê ya sala 2020an de zirar dîtibû û 3 otêlên bajêr hatine hilweşandin.[53]

Piştî ku erdheja mezin a duyem pêk hat, bi hilweşîna banê avahiya termînala Balafirgeha Meletiyê, ji xeynî firînên alîkariyên lezgîn, balafirgeh ji bo çûnhatinên din hate girtin.[54] Li navenda bajarê Otogara bajêr ji ber erdhejê zirarê dît û ji ber berfê rêyên herêmê hatin girtin.[55]

Li navenda navçeya Muhacîr a Meletiyê û li gundên bi ser navçeyê hilweşandina avahiyan pêk hatin. Di dema xerabûna rêyên trênê de Tunela Erkenekê hilweşiya û di demên despêkê erdhejê de çûnhatina gundê Erkenekê qut bû.[56][57]

Li Meletî û li deverên bajêr 130 avahî hatine xwarê, 7300 kes birîndar bûn û 289 kesan jiyana xwe jidest dan.[52]

Riha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Rihayê 201 avahî hatin xwarê, 4663 kes birîndar bûn û 304 kesan jiyana ji dest dan.[52]

Dîlok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Dîlokê ku yek ji parêzgehên herî ku ji ber erdhejê bi bandor bûye piştî erdheja yekem 1 milyon kes neketin malên xwe. Şaredara Dîlokê Fatma Şahîn dema qala navçeya Îslahiyeyê kir îfadeyên “Nîvê zêdetirê navçeyê tune bûye” bi kar anî.[58]

Beşek ji Keleha Dîlokê hilweşiya. Rêya Dîlokê û navçeya Kurudereyê xera bû, ji ber ku xeta gaza xwezayî ya Mereş-Dîlokê xera bû veguhestina gaza xwezayî ya Dîlokê qut bû.[58]

Li Dîlokê, Keleha Dîlokê ya dîrokî û 581 avahî hatiye xwarê, 11.563 kes birîndar bûn û 2141 kes jiyana jidest dan.

Semsûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Semsûrê ku bi awayekî mezin hilweşandina avahiyan pêk hatiye, 4 tax bi awayekî giran hatine hilweşandin. Li gorî nûçeya BBCyê li Bulvara Ataturkê ku kolana sereke ya bajêr e, gelek avahî hatine hilweşandin.[59] Li navçeya Komîşîrê hem li navendê hem jî li gundên bi ser navçeyê ve wêraniyeke mezin rû daye. Di erdhejê de avahiya şaredariya Semsûrê, Mizgefta Uluyê û nexweşxaneya dewletê ya navçeyê Serêgolê hilweşiyan.[60] Di erdhejê de otela herî mezin a bajêr Isias Hotel bi temamî hilweşiya.[61] Koma rêberê geştiyariyê ya ji 43 kesan ku ji bo perwerdehiyê li vê otêlê bûn û koma xwendekaran a ku ji Qibrisa Bakur ji bo pêşbirka werzîşê hatibûn, di bin xirabeyan de man.[62]

Li Semsûrê 600 avahî hatin xwarê, 11.778 kes birîndar bûn û 3105 jidest dan. Li navçeya Çelîxanê hem li navendê hem jî li gundên bi ser navçeyê vw wêraniyeke mezin rû daye.

Rojavayê Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Rojavayê Kurdistanê li gelek bajaran erd hej pêk hatin.[63][64] Di derbarê erdhejê de Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belavkir û anî ziman ku ew hemî derfetan ji bo gel bikar bînin.

Kobanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kobanê 3 kes jiber erdhejê brîndar bûn û li bajêr hinek avahiyan zirarê dîtin.[65]

Efrîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bajarê Efrînê û li navçeya Cindirês a Efrînê li Rojavayê Kurdistanê bandora erdhejê zêde bû. Li Efrînê herî kêm 250 kes ji ber erdhejê jiyana xwe jidest dan û 639 kes jî birîndar bûne. Li navçeya Cindirêsê hêjmarek zêde avahî hatine rûxandin.[66]

Sûriye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Sûriyê zêdetirî 6.469 kes ji ber erdhejê jiyana xwe jidest dane.[67][68] Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê diyar kiriye ku li herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ye 2 hezar û 203 kes ji ber erdhejê mirine û 2 hezar û 950 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan li parêzgehên Heleb û Laziqiyê ye.[69] Li herêmên di bin destê serhildêran de, herî kêm 4.266 kes mirine û 2.200 kesên din jî birîndar bûne. Tê texmîn kirin dibe ku heta 5.37 mîlyon mirov li seranserê Sûriyê bê avahî mane û di heman demê de bi tevahî 10.9 mîlyon mirov, ku nêzîkî nîvê nifûsa Sûriyê ye ji ber erdhejê bi bandor bûne.[70]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "ISC-GEM Catalogue - Introduction". www.isc.ac.uk. Roja gihiştinê 10 sibat 2023.
  2. ^ "Historic Worldwide Earthquakes". web.archive.org. 17 îlon 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 îlon 2009. Roja gihiştinê 10 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Hubbard, Ben; Timur, Safak (8 sibat 2023). "Quake Death Toll Passes 15,000 in Turkey and Syria as Desperation Builds". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2023.
  4. ^ "Turkey earthquake rescue efforts complicated by bitter cold. What to know - National | Globalnews.ca". Global News (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2023.
  5. ^ "Turkey earthquake: Survivors trapped under rubble face hypothermia threat". Middle East Eye (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 12 sibat 2023.
  6. ^ "Hasar tespit çalışmaları nasıl yapılıyor?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 13 sibat 2023. Roja gihiştinê 14 sibat 2023.
  7. ^ "Joe Biden: min jibo alîkariyê ferman daye".
  8. ^ "Yekem tîmên bijîşkî û rizgarkirinê ji Herêma Kurdistanê hatin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 12 sibat 2023.
  9. ^ "Rêveberiya xweser piştî 9 rojan karwana alîkariyê ya ku li Deriyê Um Cîlûd a Minbicê sekinandî bû vekişand". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 18 sibat 2023.
  10. ^ a b "Amed'te yıkılan bir binada yüz kişi enkaz altında". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.[Girêdan daimî miriye]
  11. ^ "Riha'da 16 bina yıkıldı: 10 ölü, 110 yaralı". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.[Girêdan daimî miriye]
  12. ^ USGS: M 7.8 - 26 km E of Nurdağı, Turkey
  13. ^ "earthquake.usgs.gov/earthquakes/eventpag". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.
  14. ^ "Geoscope - Earthquake description". geoscope.ipgp.fr. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.
  15. ^ "earthquake.usgs.gov/earthquakes/eventpage". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.
  16. ^ Gures, Murat; Timur, Safak; Hubbard, Ben; Yoon, John (6 sibat 2023). "Live Updates: Powerful Quake Kills Hundreds in Turkey and Syria". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 sibat 2023.
  17. ^ "earthquake.usgs.gov/earthquakes/eventpage". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.
  18. ^ "earthquake.usgs.gov/earthquakes". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 14 sibat 2023.
  19. ^ "academic.oup.com". academic.oup.com. Roja gihiştinê 14 sibat 2023.
  20. ^ Naddaf, Miryam (6 sibat 2023). "Turkey–Syria earthquake: what scientists know". Nature. doi:10.1038/d41586-023-00364-y. ISSN 0028-0836.
  21. ^ "earthquake.usgs.gov/earthquakes/eventpage". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.
  22. ^ "n2:1015-1818 - Search Results". www.worldcat.org. Roja gihiştinê 8 sibat 2023.
  23. ^ "Five deadly earthquakes in the Middle East through history". Middle East Eye (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 8 sibat 2023.
  24. ^ "UW experts discuss the earthquake in Turkey and Syria". UW News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 sibat 2023.
  25. ^ "What caused the earthquake in Turkey and Syria : NPR". web.archive.org. 8 sibat 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 sibat 2023. Roja gihiştinê 13 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  26. ^ "Türkiye suffered 'worst' inland shallow earthquake in 21st century: Seismologist". web.archive.org. 8 sibat 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 sibat 2023. Roja gihiştinê 13 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  27. ^ "earthquake.usgs.gov/earthquakes". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 14 sibat 2023.
  28. ^ "earthquake.usgs.gov/earthquakes". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 14 sibat 2023.
  29. ^ "Search Results". USGS.
  30. ^ a b "earthquake.usgs.gov/earthquakes/eventpage". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.
  31. ^ "edition.cnn.com/middleeast/live-news/turkey-earthquake-latest".
  32. ^ "Global CMT Search Results". www.globalcmt.org. Roja gihiştinê 8 sibat 2023.
  33. ^ "Geoscope - Earthquake description". geoscope.ipgp.fr. Roja gihiştinê 8 sibat 2023.
  34. ^ Utilisateur, Super. "Geoscope - Earthquake description". geoscope.ipgp.fr (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 8 sibat 2023.
  35. ^ published, Tereza Pultarova (10 sibat 2023). "Turkey earthquake opened 190-mile-long fissure, satellite images show". Space.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 16 sibat 2023.
  36. ^ "Yer kabuğundaki kayma 7 metre 30 santimetreye kadar çıktı". Gazete Zebra (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 sibat 2023.
  37. ^ "Deprem bölgesiyle ilgili çarpıcı tespit: Yer kabuğu 7.3 metre kaydı". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 sibat 2023.
  38. ^ Ravilious, Kate (10 sibat 2023). "Geological impact of Turkey-Syria earthquake slowly comes into focus". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 17 sibat 2023.
  39. ^ "Cyprus government says ready to send help after Turkish quake (updated) | Cyprus Mail". web.archive.org. 6 sibat 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 sibat 2023. Roja gihiştinê 17 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  40. ^ "Allerta maremoto: possibili onde in arrivo sulle coste italiane". www.protezionecivile.gov.it. Roja gihiştinê 17 sibat 2023.
  41. ^ Hubbard, Ben; Timur, Safak (8 sibat 2023). "Quake Death Toll Passes 15,000 in Turkey and Syria as Desperation Builds". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 12 sibat 2023.
  42. ^ "Riha'da 16 bina yıkıldı: 10 ölü, 110 yaralı". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.[Girêdan daimî miriye]
  43. ^ "rudaw.net". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 11 sibat 2023.
  44. ^ "Piştî 248 saetên keçekê zindî hate rizgarkirin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 19 sibat 2023.
  45. ^ "Deprem 2 bin binayı yıktı | Elbistan faysız yere taşınacak". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 sibat 2023.
  46. ^ "Live updates: Turkey-Syria earthquake leaves thousands dead". web.archive.org. 7 sibat 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 sibat 2023. Roja gihiştinê 16 sibat 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  47. ^ "Felaketin 3. gününde Diyarbakır'daki yıkım havadan görüntülendi". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  48. ^ İHA. "Şiddetli iki deprem 5 bin yıllık Diyarbakır Surları'nı da vurdu". CNN TÜRK (bi tirkî). Roja gihiştinê 10 sibat 2023.
  49. ^ "Diyarbakır'da yıkılan binanın enkazından 72 saat sonra bir kadın sağ çıkarıldı". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  50. ^ "Diyarbakır'da 81. saatte 8 yaşındaki Beşir enkazdan sağ çıkardı". takvim.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  51. ^ "Zîlan Tîgrîs û hevjîna wê Çağdaş Çankaya jiyana xwe jidest dan". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Ji orîjînalê di 13 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 sibat 2023.
  52. ^ a b c "Mereş ve Dîlok'ta şiddetli depremler: Birçok kentte yüzlerce bina yıkıldı | CANLI BLOG". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 6 sibat 2023.[Girêdan daimî miriye]
  53. ^ "Malatya'daki yıkımın bilançosu: 47 kişi yaşamını yitirdi, 550 kişi yaralandı ve yüzlerce bina yıkıldı..." T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  54. ^ "DHMİ: Malatya Havalimanı'nda küçük çaplı hasar meydana geldi". www.haberturk.com (bi tirkî). 6 sibat 2023. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  55. ^ "Malatya'da arama kurtarma çalışmaları kar yağışı altında devam ediyor". BBC News Türkçe (bi tirkî). 6 sibat 2023. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  56. ^ "Depremin vurduğu Gaziantep'te ekmek 14 TL'den satılıyor. Fuat Oktay 10 ilde 'ücretsiz' olacağını açıklamıştı". Yeni Çağ Gazetesi (bi tirkî). 8 sibat 2023. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  57. ^ "Depremin vurduğu Gaziantep'te ekmek 14 TL'den satılıyor. Fuat Oktay 10 ilde 'ücretsiz' olacağını açıklamıştı". Yeni Çağ Gazetesi (bi tirkî). 8 sibat 2023. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  58. ^ a b "Gaziantep'te son durum: Can kaybı 1400'ü aştı, 900'den fazla bina yıkıldı". BBC News Türkçe (bi tirkî). 6 sibat 2023. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  59. ^ "Adıyaman'da depremin ardından son durum ne?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 7 sibat 2023. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  60. ^ "Adıyaman'da 6 asırlık tarihi Ulu Camii deprem nedeniyle yıkıldı". Yeni Çağ Gazetesi (bi tirkî). 6 sibat 2023. Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  61. ^ Gazetesi (www.turizmgazetesi.com), Turizm. "Depremde yıkılan oteller - Haberler - Turizm Gazetesi". TURIZMGAZETESI.COM (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  62. ^ "Enkaz Altındaki Güreşçilerimiz Hakkında Açıklama | TGF" (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 sibat 2023.
  63. ^ "hawarnews.com/kr/mobile/?title=meclisa-lesker-ya-minbic".
  64. ^ "hawarnews.com/kr/mobile/?title=li-koban-minbic-5-kes-ji-ber-erdhej-birndar-bûn".
  65. ^ "Li Kobanê avahiyên zirardîtî tên hilweşandin - ANHA | HAWARNEWS | Kurdi". www.hawarnews.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 8 sibat 2023.
  66. ^ "Li Efrînê erdhej; herî kêm 250 kesan canê xwe ji dest dane". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 16 sibat 2023.
  67. ^ "www.syriahr.com".
  68. ^ "WFP Türkiye and Syria Earthquake Response, Situation Report #2 (10 February 2023) - Türkiye | ReliefWeb". reliefweb.int (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 sibat 2023.
  69. ^ hala (7 sibat 2023). "Health Ministry: Death toll from earthquake has risen to 812 deaths and 1,449 injuries, in provinces of Aleppo, Lattakia, Hama, Idleb Countryside and Tartous". Syrian Arab News Agency (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 20 sibat 2023.
  70. ^ "Northwest Syria Earthquake February 2023, Daily Highlights - 13/02/2023 - Syrian Arab Republic | ReliefWeb". reliefweb.int (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 sibat 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]