Helen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Helena Troyayî-Evelyn de Morgan

Helen, Helene yan jî Helena Troyayî, keseke ji Mîtolojiya yewnanî û dîroka kevnara Yewnanî ye. Tê zanîn ku jina herî delal ya dinyayê ye. Ev delalî dibe sebeba Şerê Troyayê. Keça Zeus e, diya wê jî xatûna Spartayê Leda ye. Zeus xwe wek qazquling nîşan daye û çûye berê Leda yê, piştî vê hemberîyê jî Helen hatîye dinyayê. Karîye ji komkujiya Troyayê sax derkeve.

Jiyana wê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Şaheke yewnanî Theseus hêj zaroktîya wê da wê direvîne. Lê belê emrê wê hêj biçûk bû, kêr zewacê nedihata. Ji ber wê şah wê dişîne lî dîya xwe Aethrayê li bajarê Aphidnaeê. Helen lêhê ji aliyê birê xwe Dioscurî tê rizgarkirin.

Helen mezin dibe û tête emrê zewacê li Yewnanistanê hemû zilamên hêzdar û desthilatdar dikevin pê wê. Bavê wê nikara biryar bide kû keça xwe bide kî. Tyandareos û Odysseus şîret diken û Bavê Helen destûr dide ku Helen yên dilê xwe hilbijêre. Helen jî Menelaosê dibijêre.Dibe xatûna Sparta yê. Ji vê zewacê da keça wan Hermione tête dinyayê.

Ew zewac 10 sal didome. Şevekî mîrzadeyê Troyayê Parîsê ra direve.

çaxê helen tê revandin û tê Troyayê-Maerten van Heemskerck

Menelaos hezkiriyên berî hemû gazîkir şerê Troyayê. Hemî jî hatin şerê ji ber ku soz dabûn.(Soz : ji berîya zewacê , hemû berendamên zavatîyê , ji bo parastina Helenê soz dabûn û yekîtiyek avakiribûn.)Dimeşin ser Troyayê. Parîs di vê şerê de tê te kuştin. Helen bi daxwaza bavê Parîsê , birayê Parîs Deiphobosê ra dizewice. Çaxê Troya tê talan kirin Menelaos dîsa wê dibe.Piştê mirina Menelaos, zarokên Menelaos Helenê qebûl nakin wê der diken. Helen direve diçe girava Rodosê. Li wir alîyê jina şah Tlepolemos , Polyksoyê Argosîve tête kuştin.

Te gotin ku Zeusa bavê wî we anîye li xwe û wê kirye stêrkek.Gotinek din jî ew û Menelaos hew ra giravên bextîyaran da heya bi dawîyê dijîn.

Gotinên dawîyê da devê we da derketî "Parîs û Bavo(zeus)" bû.

Helen û Parîs

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]