Komediya Xwedayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Comencia la Comedia, 1472
Dante û Vergilius di dojehê de rasta hev têne (destnivîseka dorê 1345)

Komediya Xwedayî (Îtalyanî: La Divina Commedia, an jî bi navê pêşinê orjînal Comedia) berhema helbestvan îtalyan Dante Alighieri ya herî navdar e. Ew di wêjeya dinê de yek ji berhemên epîkê herî navdar e. Ew bi devokê Toskanî bi zimanê Îtalî hatibû nivîsîn. Dante dest bi nivîsînê wê di sala 1307an de dike û hindik li ber mirinê xwe di 1321an de temam dike. Wexta ko wî pirtûk nivîsîbû bi tene wek Comedia nav kiribû û Divina(Xwedayî) di sedsala 17an de hat anîne pêşiyê navê pirtûkê.

Beşên Pirtûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komedya ji gerê Danteyê li dinêyê din kiriyê ko sê beşan de pêk têye:Inferno (dojeh), Purgatorio (eraf), û Paradiso (bihuşt). Ew bi mirinê xwe ve bi formekê ez(ango, ezî di daristanekeê tarî de me..) dest bi gerê xwe dike. Di dojeh û erafê de helbestvanê Romî Vergilius bi wî re hevaltiyê dike. Di tepeyê erafê de Vergilius dihere û Beatrice, evîndarê Dante, bi wî re hevaltiyê dike. Ger di şeva 7ê nîsana 1300an de dest pê dike û di 14ê nîsanê de jî dawî dibe.

Dante ji tepeyê Erafê de dinêhêrê

1. Inferno / Dojeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dante vê beşê pirtûkê di 1308an de temam dike. Ew ji 34 kantoyan(beşên piçûk) de pêk tê. Dante di şevekê tarî de rêyê xwe şaş dike û dikeve daristaneke tarî. Bi sibê re rasta Vergilius tê. Gorî teswîrê Dante dojeh kortekê her ku jêr de dadikeve teng dibe bû. Ewê di bin bajarê Orşelîmê de bû. Dîsa gorî teswîra Dante dojeh ji 9 qatan pêk dihat. Di qatê herî jorê, qatê nehan de, ewna Lusîferê(Lucifer) heta piştê xwe di nêv cemedê de dibînin. Ewna di dojehê de rasta gelek kesên navdarên wek helbestvanê antîk Homer, fîlozofên antîk Aristoteles, hin qehramanên Romî û Antîk, Kleopatra, Îskenderê Mezin û fîlozofên misilman Îbn Ruşd, Ibn Sîna siltan Selahedîn tên.

2. Purgatorio / Eraf[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Va beşê Comedia bi texmînî Dante di 1313an de temam kiribû. Ew ji 33 kantoyan de pêk tê. gera Erafê hema pê dojehê re di 10ê nîsanê de destpê dike. Li Erafê Vergilius bi Dante re hevaltiyê dike û di dawiya Erafê de ew şûnê xwe ji Beatrice re ber dide.

3. Paradiso / Bihûşt[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Va beşa Dante hindik li ber mirina xwe temam kiribû. Ew ji 33 kantoyan de pêk tê. Ew gera 14ê nîsanê bi sibê re destpê dike û di hevşêwe rojê de bi pê nîvro re xelas dibe.

Comedia di Hunerê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pê nivîsîna Danteya Comedia re ew di demaka kurt de navdar bû. Ew bi taybetî nav hunermendên Xrîstiyan de jî bi navdar bû ew gelek caran hat şirove kirin. Sandro Botticelli û Salvador Dalí di wêneyên xwe de Comedia nîgar dikin. Gustave Doré jî rê winda krinê Danteyê di destpêka Comedia de teswîr dike.

Dante rêyê xwe di daristanê de winda dike (Gustave Doré)

Peykera Auguste Rodin bi salan li ser derî dojehêyî ko Dante di berhema xwe de teswîr kirî xebitîbû. Le Penseur (Ramanvan, peykera Mirovê dirame) jî Dante bixwe, wextê ko li ser berhema xweyê dojehê difikire, teswîr dike.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]