Parîsê Troyayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parîsê Troyayî
Πάρις Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstJudgement of Paris, Îlyada, Komediya Xwedayî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
Zarok
  • Korîtos
  • Îdeos
  • Bûgono
  • Aganos
  • Helenê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanEnonê, Helenê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Parîs, Parîsê Troyayî lehengekî Şerê Troyayê di mîtolojiya yewnanî de ye. Mîrzadeyê Troyayê kurê Prîamosê. Parîs kurê Prîamosê yên ji Hekabêyê ye.Kurê Hekabêyê yê duyem e.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hekabe ducaniya xwe ya Parîsê de xewna xwe da dît ku hesinekî sorkirî dizê. Falbaz Asacus xewnê wisa şîrove dike: Ew kurikê zikê Hekabêyê da ti weranî bênte serê Troyayê. Hekabê jî dikeve xema Troyayê, Parîsê dibe ji bo ku bimre li çiyaya Îdayê dihêle.Lê şivanên baş wê dibînin û wê xwedî diken.

Parîs dema xortekî zîrek dibe bi qeşenktiya xwe û wêrektiya xwe navdar dibe. Mirov ji ber wê Aleksander dibêjin ji wê ra.Wateya vê navê 'alîkarê mirovan' e.[1]Buyera sêvê zêr di wan dema da diqewime: Zeus ji bo zewaca Têtîs û Pêleûs dawetek çêdike û gazî Erîs nake. Erîs jî aciz dibe û ji bo hevrikî çêbe, sêvekî zêr dişîne dawetê û ser da dinivîse "xwedawenda herî xweşik ra". Hevrikî navbera Hêra, Afrodîtê, Atênêyê derdikeve. Her yekî jî xwe xweşiktir dibîniyan. Zeus ji bo hevrikî biqede her sê xwedawenda dişîne li Parîsê. Parîs sêvê dide Afrodîtê ra. Hêra û Atênêyê dijminê Parîsê dibin. Afrodît ji bo dîyarîyê evîna "jina herî xweşik" Helenê dide Parîsê. Lê ji bo Parîsê jiyana xwe yên şivanî didomîne. Wextekî şunde Nîmfêyekî binavê Enoneyê re zewicî. Jiyana xwe ji hev ra bextewar domandin.

Li Troyayê şengekî ji bo şîna mirovê Key hatibû amadekirin.Parîs jî beşdarî wan şengê bû. Hektor û Deîfobus ra peşbazî dike û wê awayê navdar dibe. Mîrzadeyan ji bo ku şivanekî diyariyan destdixe aciz dibin. Kasandra radibe pêwa.Herkesê ra eşkere dike ku ew şivan birayê wan Parîs e. Parîs diçe ba dê û bavên xwe hemî kêfxweş dibin û xewna Hekabêyê dîtibû bîr diken.

Key Prîamos ji ber ku wêrektiya kurê xwe Parîsê bide nîşanda peywirek dide wê. Hesîoneyê meta Parîsê beriya Key Prîamos alîyê Telamonê hatibû revandin niha jî jina wê bu jiyanek bextewar didomand. Lê Key dixwaziya Hesîone bê te Troyayê. Anîna wê jî kire peywira Parîsê. Beriya derketina rê Kassandra hişyarî dabû Parîsê gotibû: Jinekî din ji Yewnanistanê neyne. Heger tu bênî ew ti mirinê bênî Troyayê.

Parîs pê keştiyên Troyayê çu Spartayê. Li wir aliyê Keyê Spartayê Menelaos ve baş hat peşwazîkirin. Li wir Helenê dibîne dilê wan dikeve hev. Dema ew hêj mêvan , Key Menelaos diçe şengekî nêçîrê û Helenê qesrê ve ji bo peşwazîkirina mêvana dihêle. Parîs her tiştê bîr dike pê hin hevalên xwe qesrê dagir dike û Xatûna qesrê bidil diben direvin. Siwarê keştiyan dibin û pêşî diçin girava Karnîayê paş de tên Troyayê.

Wextekî dibore û hin elçî tên Troyayê Helenê dixwazin lê naden. Ew karê nebaş dibe sedema şerê Troyayê.Di dehemîna sala şerde Axîleûs Hektorê dikuje. Parîs dixwaze ku tola birayê xwe bistîne.Rojekî Axîleûs ji bo ku Polîksenêyê xwişka Parîsê ra bizewicî çû perestgeha Apolon. Çaxê hêviyên xwe ji peykera Apolonê dikir. Parîs piştî peykera Apolon xwe xef kiri bû. Derket û pê tîrekî binpehniya(tendoma Aşîl) Axîlêûsê xist û wê kuşt.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ E.M. Berens. Myths and Legends of Ancient Greece and Rome. r. 293.
  2. ^ "Lahta Polîkseneyê". Aktûel Arkeolojî. 25: 14.