Helenê
Helenê Ἑλένη | |
---|---|
Perestvan | mîtolojiya yewnanî |
Tekst | Îlyada, Odîseya, Aeneis, Komediya Xwedayî |
Zayend | Mê |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira |
|
Hevjîn | |
Zarok |
|
Xanedan | Têseûs, Menelaos, Parîsê Troyayî, Dêîfobos, Axîleûs |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Helenê yan jî Helena Troyayî, keseke ji Mîtolojiya yewnanî û dîroka kevnara yewnanî ye. Keça Zeus e, diya wê jî xatûna Spartayê Lêda ye. Zeus xwe wek qazquling nîşan daye û çûye berê Lêda yê, piştî vê hemberîyê jî Helen hatîye dinyayê.Dihat gotin ku jina herî delal ya dinyayê ye. Ev delalî dibe sebeba Şerê Troyayê. Ew ji komkujiya Troyayê sax derketiye.
Jiyana wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şaheke yewnanî Têseus hêj zaroktiya wê da wê direvîne. Lê belê emrê wê hêj biçûk bû, kêr zewacê nedihata. Ji ber wê şah wê dişîne li diya xwe Aethrayê li bajarê Aphidnae'ê. Helen li wir aliyê birê xwe Dioscurî hate rizgarkirin.
Helen mezin dibe û tê te emrê zewacê, li Yewnanistanê hemû zilamên hêzdar û desthilatdar dikevin pê wê. Bavê wê nikara biryar bide kû keça xwe bide kî. Tyandareos û Odîseûs şîret diken û Bavê Helen destûr dide ku Helen yên dilê xwe bijêre. Helen jî Menelaosê dibijêre. Dibe xatûna Sparta yê. Ji vê zewacê da keça wan Hermione tê te dinyayê.
Ew zewac 10 sal didome. Şevekî mîrzadeyê Troyayê Parîsê ra direve.
Menelaos hezkiriyên berî hemû gazîkir şerê Troyayê. Hemî jî hatin şerê ji ber ku soz dabûn.(Soz : ji berîya zewacê , hemû berendamên zavatîyê , ji bo parastina Helenê soz dabûn û yekîtiyek avakiribûn.)Dimeşin ser Troyayê. Parîs di vê şerê de tê te kuştin. Helen bi daxwaza bavê Parîs'ê , birayê Parîs Deiphobosê ra dizewice. Çaxê Troya tê talan kirin Menelaos dîsa wê dibe.Piştê mirina Menelaos, zarokên Menelaos Helenê qebûl nakin wê der diken. Helen direve diçe girava Rodosê. Li wir alîyê jina şah Tlepolemos , Polyksoyê Argosîve tê te kuştin.
Tê gotin ku Zeusa bavê wê, wê anîye li xwe û wê kirye stêrkek.Gotinek din jî ew û Menelaos hew ra giravên bextîyaran da heya bi dawîyê dijîn.
Gotinên dawîyê da devê we da derketî "Parîs û Bavo(zeus)" bû.