Hemîdê Hecî Derwêş
| Jidayikbûn |
Sala 1936 Dirbêsî, Hesîçe, Rojavaya Kurdistanê |
|---|---|
| Mirin |
24ê çiriya paşîn a 2019an (83 salî) |
| Perwerde |
Zanîngeha Şamê |
| Pîşe |
Siyasetmedar |
| Salên çalak |
1957 - 2019 |
Hemîdê Hecî Derwêş (jdb. sala 1936 li Dirbêsî, Hesîçe, Rojavaya Kurdistanê - m. 24ê çiriya pêşîn sala 2019 li Qamişlo)[1] siyasetmedarekî kurdperwer bû. Ew yek ji damezirênerên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê bû.[2]
Hemîdê Hecî Derwêş xwendina xwe ya navendî li Şamê temam kiriye. Di 14ê hezîrana 1957an de Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê ji aliyê wî, Osman Sebrî, Hemze Niwêran û çend rewşenbîrên welatperwer ên din ve hate sazkirin. Partiya pêşîn a welatperwer a kurdên Sûriyê bû. Di sala 1966an de ew bû sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê.[3]
Di 1990î de endamê parlemana Sûriyê bû. Di 2019an de sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bû.
Hemîdê Hecî Derwêş di 24ê çiriya pêşîn a 2019an de çû ber dilovaniya Xwedê.[2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "PAK: Em welatperwerê kurd Hemîdê Hecî Derwêş bi rêzdarî bibîr tînin". Rûpela nû. 24 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 27 adar 2023.
- ^ a b www.rudaw.net https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/24102019. Roja gihiştinê 27 adar 2023.
{{cite web}}:|title=kêm an vala ye (alîkarî) - ^ Helîm Yûsiv (1996-1997). Hevpeyvîn: Sekreterê Partiya Demokrasiyê ya Pêşverû li Sûriyeyê Hemîd Derwêş, Xebata me dûrî civaka ereb maye. Azadiya Welat, 48:1996-1997, r. 8-9.
| Ev gotara li ser siyasetmedarekî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |