Dirbêsî, Hesîçe

Dirbêsî
الدرباسية‎ Al-Darbasiyah
Dirbêsî li ser nexşeya Sûrî nîşan dide
Dirbêsî
Dirbêsî
Dirbêsî (Sûrî)
Nexşeya parêzgeha Hesîçê:
  Nahiyeya Dirbêsiyê   Nahiyeyên din
Kargêrî
Welat Rojavayê Kurdistanê
Dûgel Sûrî
Parêzgeh Hesîçe
Navçe Serê Kaniyê
Nahiye Dirbêsî
Demografî
Gelhe 8.551 (2004)
Erdnîgarî
Bilindayî 485
Koordînat 37°4′22″Bk 40°39′7″Rh / 37.07278°Bk 40.65194°Rh / 37.07278; 40.65194

Dirbêsî an jî Dirbêsiyê bajarekî Rojavayê Kurdistanê. Ew li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye, li hemberî gundê Dirbêsî yê li aliyê Tirkiyê. Bakurê bajarê Hisiça bi 85 km û rojavayê bajarokê Amûdê ye. Bajar di sala 1931 de ji aliyê ferensiyan ve hat avakirin. Îro piraniya xelkê wê Kurdên êla kîkan in û hinek Suryan

Bajarê Dirbesiyê ku li rojhilatê wê Amûdê, li bakûrê wê Qoser, li başûr Hesekê û li rojava jî Serêkaniyê dikeve bi her hawayî di destê kurdan de ye. Tenê 15 kîlometre dûrî navçeya Qosera Mêrdînê ye. Her wiha ewqas di nava hev de ye tenê bi xeta hesinê trênê ji Dirbêsiyêya serxetê diqete. Depoyên zîreetê yên Tirkiye û Sûrî li hember hev wek 2 avahiyê yek bajarî ne. Li Dirbesiyê heya salên 1980'yî derê sînor hebû lê piştre hatiye girtin. Li navenda Dirbesiyê nêzî 40 hezar kes dijîn. Tevlî gunda nufûsa Dirbêsiyê tê gotin ku li derdora 50 hezarî ye. Ji ber wek van deverên din dema sînor hatiye damezirandin malbat bune du şeq, navê hin gundê Dirbêsiyê û Qoserê jî wek hev in. Wek gundê Heramreş û Dikûk li her dû aliya jî hene.

Li Dirbêsiyê ji bilî Kurdan, welatiyên Xirîstiyan jî dijîn. Dêrên wan û mizgeftên Misulmanan li kêleka hev in. Li navenda bajêr hema bêje Ereb qet tunene.

Di 10'ê Tîrmeha 2012'an de navenda çandê ku wekî Navenda Çanda Ereban dihat nasîn, tabelaya wê hate daxistin û li şûna wê tabelaya Navenda Çand û Hunerê hate daliqandin. Di 8'ê Îlona 2012'yan de Navenda Perwerdehî û Zanistiyê ya Jnina hate vekirin.

Di 2012'yan de piştî Şoreşa Rojava, gelê Dirbesiyê jî bi derfetên xwe dibistana dewletê desteser kir û wekî navê Dibistana Mela Abdullahê Timoqî guhert. Li koridora dibistanê wêneyê Mela Ebdullahê Timoqî û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daleqandîne.

Di sala 1993'yan de di navbera malbata Hesê Meşkînê û malbateke Xirîstiyan de şer derdikeve û di şer de keseke Xirîstiyan jiyana xwe ji dest dide. Li ser vê yêkê ji malbata Hesê Meşkînî Bilind, Mistefa, Kemal, Ebdi û Ferad Heso têne girtin û dişînin Girtîgeha Hasekiyê. Piştî demekê 60 girtiyên siyasetmedarên kurd ên ji ber fikir û ramanên xwe hatine girtin bi 5 endamên malbata Heso ve digirin dibin odeyekê û derî li ser wan digirin. Di 23-24'ê Adara 1993'yan de di dema ku li bajarên kurdan pîrozbahiyên Newrozê dihatin kirin, girtîgehê didine ber agir û 65 kurd bi zîndî dişewitin û jiyana xwe ji dest didin. Di nav kesên hatin şewitandin de siyasetmedarên kurd ên weke Cemîl Cewzatî, Abdurrahman Dêrikî, Remedan Remo, Ebdulbarî Mele Mehmûd û gelek siyasetmedarên kurd ên din hebûn.

Gundê Berkevir dema ku mirov diçe Serêkaniyê li milê çepê dikeve û girêdayî Dirbesiyê ye. Gund ji 95-100 malan pêk tê. Li vî gundî gora Mela Evdillahyê Timoqî ku di sala 1992'yan de jiyana xwe ji dest da ye heye. Li derdora gora Mela Evdillahê Timoqî wek goristana şehîdan hatiye çêkirin û Endamê Konseya KCK'ê Rustem Cûdî yê ku di sala 2011'an de jiyana xwe ji dest da li vê goristanê spartine axê. Li gund goristana kesên di têkoşîna gelê kurd a azadiyê de jiyana xwe ji dest dane heye û navê Şehîd Rustem Cûdî li goristanê hatiye kirin. [1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]