Hip-hopa kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Hip-hopa kurdî beşeke nûjen a muzîka kurdî ye û bandora xwe ji muzîk û binçandeya hip-hopê girtiye.

Pêkhatina Hip-hopa kurdî[biguherîne]

Li gorî çend şîroveyan beşa rapê ya muzîka Hip-Hopê hinkî dişibe kevneşopiya dengbêjiya kurdan. Yek ji stranên kurdî ku mirov dikare bibêje wek rap hatiye xwendin strana Şivan Perwer a bi navê Kîne em? e.[çavkanî pêwîst e] Gotinên vê stranê ji helbesta Cêgerxwîn pêk tên - û ji xeynî dîsgotinê (naqarat) - weke straneke rapê hatiye xwendin. Lê hiphop wek beşeke muzîkê di 21emîn sedsalê de hate damezirandin û lewra hê beşeke pir teze ya muzîka kurdî ye.

Hiphop bi weşandina albûma Serhado ya di sala 2007'an de wek beşeke kete nava muzîka kurdî[1] . Wer xuya dike ku Hip-Hop di hunera Kurdî de êdî cihe xwe yê metîn dîtiye, û ji ber vê yekê serhildaneke dijwar pêk tîne, mîna ku tola xwe ji zext u zoredariyên li ser çand u hunera kurdî hilbide.[2] Qey lewra ye ku di sedsala 21em de çend komên nû yên Hip-Hopê hatin damezirandin û albûmên wan hatin belawkirin. Meriv kare bibêje ku yekemîn rapperê kurd ê ku nav û dengê xwe ji gelê kurd re da nasîn Serhado ye. Bi stîla xwe ya Rapê hunera kurdî hejand û bi awayeke bêhempa ciwanên kurd di bin tesîra xwe de hişt.

Serhado bi vî awayî bû mînakek ji bo gelek ciwanên kurd ên ku xwe bi muzîka Hip-Hopê mijûl dikin û moraleke mezin da wan. Lewra kom û rapperên din derketin holê, mîna Dezz Deniz - ya ku weke yekemîn jina kurd a Hip-Hopê tê qebûlkirin - û koma Tolhildan, yekemîn koma Hip-Hopa binerd (underground). Bi albûma Rêzan Cemal stîlên House û R&B jî ketin nava Hip-Hopa kurdî.[çavkanî pêwîst e] Dengvedana Hip-Hopê zehf xurt bû - hê jî potansiyela wê mezin e û bala li ser Hip-Hopa kurdî jî her ku diçe meztir dibe. Wek li hemû cîhanê, Hip-Hop ji bo ciwanên kurd bû muzîka şoreşê û hunermendên ciwan bi rêya muzîka xwe êş û birîn, daxwaz û hêviyên ciwanên kurd tînin ziman.

Çend kom û stranbêjên Hip-Hopa kurdî[biguherîne]

Bi zaravayê kurmancî:

Çavkanî[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)