Hogir Berbir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hogir Berbir
Jidayikbûn1976 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hogir Berbir (jdb. 8ê çiriya pêşîn a 1967an, Dêrika Çiyayê Mazî, Bakurê Kurdistanê) nivîskarekî kurd e.

Hogir Berbir, li gorî nasnameya xwe di 1976an de, li gundê Pîrana (Pîrxetap) ser Şemrexê ya navçeya Mêrdînê dixûyê, lê li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bûye. Dibistana seretayî kuta kir û ya navîn jî salekê xwend. Di 1ê kanûna paşîn a 1995an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKKê hate girtin. Nêzî 10 salan di girtîgehan de ma û di 15ê gulana 2004an de jî derkete derve. Nivîsandina bi zimanê zikmakî ji girtîgehan dest pê kir û mîna kurteçîrok, helbest, gotaran dinivîse û berhevkariyê dike. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin. Çend dosya mîna çîrokên gelêrî, kurteçîrok û romanek nivîsandiye û mîna dosye hatine weşandin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]