Here naverokê

Hogir Berbir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hogir Berbir
Jidayikbûn1976 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hogir Berbir li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bûye. Ji ber xebatên xwe yên sîyasî di 1995'an hatîye girtin û nêzî 10 salan di girtîgehê de maye. Berbir li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kiriye û kurteçîrok, helbest û gotaran nivîsandiye. Gelek xebatên wî di di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin û çend berhemên wî hatine çapkirin. Nivîskar di 2004-2007an de di Desteya Rêveberîyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberîyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtiye. Yek ji damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.