Here naverokê

Hokusai

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
葛飾北斎
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Honjo (d) (Katsushika district (d), Edo (en))Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (88 salî)
Asakusa (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Uraga (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Wênesaz, xylographer, illustrator, ukiyo-e artist, hunermend, graphic artist, printmaker, Sêwirîner, architectural draftsperson, visual artist, drawerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Zarok
Katsushika Ōi (en)
Katsushika Tatsujo (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Ukiyo-e (en), nîgar, hunerên dîtbarî (en), wood engraving technique (en), graphics (en), illustration (d), drawing (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Tevger
Japonisme (en), Kasei culture (en), ukiyo-e (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwendekarê
Katsukawa Shunshō (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyên hunerê
Ukiyo-e (en), portre (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar
Sih û şeş Dîmenên Çiyayê Fuji, The Dream of the Fisherman's Wife (d), Hokusai Manga (d), Ehon Chūkyō (d), A Tour of the Waterfalls of the Provinces (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Hokusai
Şanenav
Wêneyê goristanê

Katsushika Hokusai (bi japonî 葛飾 北斎, 31ê kewçêra 1760 - 10 gulana 1849), wekî Hokusai tê zanîn, hunermendeke ukiyo-ejaponî, wênesaz û çapkerek ji serdema Edo bû.[1] Rêzeya çapa wî bi navê Sih û şeş Dîmenên Çiyayê Fuji gelekî binavûdeng e û çapa îkonîk a The Great Wave off Kanagawa (Pêla Mezin a Kanagawa) dihewîne. Hokusai di jiyana xwe de hunera ukiyo-e pêşxist û ji şêwazek portreyê, ku li ser kortazîn û lîstikvanan disekinî, wergerande şêwazeke hunerî ya berfireh, ku giranî da ser peyzaj, nebat û heywanan. Berhemên wî bandorek girîng li ser Vincent van Gogh û Claude Monet kir. Bi rêya serdema japonîzmê, ku di dawiya sedsala 19an de peqiya, hunera wî li seranserê Ewropayê belav bû.

Hokusai çapa Sih û şeş Dîmenên Çiyayê Fuji yê wekî bersivek ji geşbûna tûrîzma navxweyî ya li Japonê re, û ji ber berjewendiya xwe ya şexsî li ser Çiyayê Fuji afirand. Bi vê xebatê, bi taybetî saya wêneyên Pêla Mezin a Kanagawa û Bayê hêja, sibeya zelal, Hokusai hem li Japonya û hem jî li derveyî welêt navdar bû.[2]

Hokusai herî baş bi çapên xwe yên ukiyo-e dihat nasîn, lê wî di navgînên cûrbecûr de xebitî, di nav de wênesazî û nîgarkirina pirtûkan. Wî di zarokatiya xwe de dest bi hunerê kir û heta mirina xwe, 88 saliya xwe, xebitî û şêwaza xwe pêş xist. Di kariyerek dirêj û serketî de, Hokusai bi tevahî zêdetirî 30,000 tablo, xêz, çap û wêneyên pirtûkan çêkirin. Ew bi nûjeniya xwe ya di berhevokên xwe de û teknîka xweya xêzkirinê ya bêhempa dihat nasîn û heta îro di dîroka hunerê de yek ji mezintirîn hosta tê hesibandin.

  1. ^ Louis-Frédéric (2002). Japan Encyclopedia (bi îngilîzî). Harvard University Press. ISBN 978-0-674-01753-5.
  2. ^ Kleiner, Fred S. (5 kanûna paşîn 2009). Gardner's Art through the Ages: Non-Western Perspectives (bi îngilîzî). Cengage Learning. ISBN 978-0-495-57367-8.