Holodomor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cotkarên ku ji ber birçîbûnê xwe li kolaneke Xarkivê dirêj kirine, sal 1933. Wêneyek Alexander Wienerberger
Welatên ku Holodomor wek jenosîd nas dikin:      Welatên ku bi fermî Holodomor wek kirineke komkujiyê nas dikin.      Welatên ku bi fermî Holodomor wek kirineke komkujiyê şermezar dikin.      Welatên ku bi fermî Holodomor wek kirineke komkujiyê nas nakin.

Holodomor (bi ûkraynî: Голодомор, Holodomor ("kuştina bi birçîbûnê"),[1] bi rûsî Голодомор, Golodomor) ji bo birçîbûna mezin û kontrolkirî ya Yekîtiya Sovyetê tê bikaranîn, ya ku di salên 1930an de li hemwelatiyên Komara Sovyeta Sosyalîst a Ûkraynayê hate kirin. Di vê komara yekîtiyê de, li gorî texmînan sê û heft mîlyon kes bûne qurbaniya birçîbûnê. Ji serxwebûna xwe ya sala 1991ê û pê de Ûkrayna hewil dide ku Holodomor li qada navneteweyî wekî komkujî were naskirin, lê ev binavkirin heya îro jî bi qismî tê nîqaşkirin.

Holodomor ji sala 1932an heta 1933an birçîbûneke berfireh bû ku bi destê mirovan hate çêkirin û bi mîlyonan ûkrayniyan bûne qurqbanên wê. Ev bûyer bandor li herêmên mezin ên hilberîna genim ên Yekîtiya Sovyetê kir.[2]

Zanyar bi giştî hemfikir in ku sedema birçîbûnê ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, lê ka Holodomor dikare wek komkujî bê bi nav kirin an na, hê jî tê nîqaşkirin.[3][4] Hin dîroknas digihin wê encamê ku birçîbûna berfireh ji aliyê Yosîf Stalîn ve hatiye plankirin û gurrtirkirin da ku tevgera serxwebûna Ukraynayê ji holê rake.[5][6] Hinekên din pêşniyar dikin ku birçîbûn ji ber pîşesazkirina bilez a Sovyetê û kolektîvkirina çandiniyê pêk hat.[7][8][9]

Ûkrayna yek ji mezintirîn dewletên hilberîna genim a li Yekîtiya Sovyetê bû. Kotaya wê ya genimê bi awayekî bê maqûl ji herêmên din ên Sovyetê bilindtir bû.[10][11][12] Ev yek bû sedem ku Ûkrayna bi awayeke xurt bibe mexdûrê birçîbûnê. Texmînên destpêkê yên jimara miriyan ji aliyê alim û karbidestên hikûmetê ve gelek diguhere. Daxuyaniyek hevpar a Neteweyên Yekbûyî ku di sala 2003an de ji hêla 25 welatan ve hatî îmzekirin ragihand ku qasî 7-10 mîlyon kes mirine.[13][14] Lêbelê, zanyariya heyî rêjeyek bi 3.5 heta 5 mîlyon mexdûran texmîn dike.[15][16][17][18] Bandora birçîbûnê ya berbelav li ser Ûkraynayê heta îro berdewam dike.

Ji sala 2006an û vir ve, Holodomor ji aliyê Ûkraynayê[19] li gel 22 welatan, wekî komkujiyek tê naskirin, ya ku ji aliyê rejîma Sovyetê ve li dijî gelê Ûkraynayê hatiye kirin.[20]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Graziosi, Andrea (1 tîrmeh 2005). "Les famines soviétiques de 1931-1933 et le Holodomor ukrainien". Cahiers du monde russe. Russie - Empire russe - Union soviétique et États indépendants (bi fransî). 46 (3): 453–472. doi:10.4000/monderusse.8817. ISSN 1252-6576.
  2. ^ Leonavičius, Vylius; Ozolinčiūtė, Eglė (20 kanûna pêşîn 2019). "The Transformation of the Soviet Agriculture". Sociologija. Mintis ir veiksmas. 44 (1): 93–131. doi:10.15388/SocMintVei.2019.1.10. ISSN 1392-3358.
  3. ^ Tauger, Mark B. (2001). "Natural Disaster and Human Actions in the Soviet Famine of 1931–1933". The Carl Beck Papers in Russian and East European Studies (bi îngilîzî) (1506): 67. doi:10.5195/cbp.2001.89. ISSN 2163-839X.
  4. ^ Getty, J. Arch (1 adar 2000). "The Future Did Not Work". The Atlantic (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  5. ^ "Ukraine - History | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  6. ^ Engerman, David C. (15 kanûna paşîn 2004). Modernization from the Other Shore: American Intellectuals and the Romance of Russian Development (bi îngilîzî). Harvard University Press. ISBN 978-0-674-03652-9.
  7. ^ "Holodomor of 1932-33 as genocide: gaps in evidential basis". day.kyiv.ua (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  8. ^ "Legacy of famine divides Ukraine" (bi îngilîziya brîtanî). 24 çiriya paşîn 2006. Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  9. ^ "The great famine debate goes on... - ExpressNews - University of Alberta". web.archive.org. 15 hezîran 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 hezîran 2008. Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "The Wikipedia Library". wikipedialibrary.wmflabs.org. Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  11. ^ Marples, David R. (2009-05). "Ethnic Issues in the Famine of 1932–1933 in Ukraine". Europe-Asia Studies (bi îngilîzî). 61 (3): 505–518. doi:10.1080/09668130902753325. ISSN 0966-8136. {{cite journal}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  12. ^ Chamberlin, William Henry (1933). "The Balance Sheet of the Five Year Plan". Foreign Affairs. 11 (3): 458–469. doi:10.2307/20030526. ISSN 0015-7120.
  13. ^ Ukraine; Azerbaijan; Bangladesh; Belarus; Benin; Herzegovina, Bosnia and; Canada; Egypt; Georgia (7 çiriya paşîn 2003). "Letter dated 7 November 2003 from the Permanent Rerpesentative of Ukraine to the United Nations addressed to the Secretary-General" (bi îngilîzî). {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  14. ^ "Більше не краще, а гірше. Кому шкодить перебільшення втрат від Голодомору — DSnews.ua". www.dsnews.ua (bi ukraynî). 5 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  15. ^ Gorbunova, Viktoriia; Klymchuk, Vitalii (26 çiriya pêşîn 2020). "The Psychological Consequences of the Holodomor in Ukraine". East/West: Journal of Ukrainian Studies (bi îngilîzî). 7 (2): 33–68. doi:10.21226/ewjus609. ISSN 2292-7956.
  16. ^ Kravchenko, Ye (1 tîrmeh 2020). "The Concept of Demographic Losses in the Holodomor Studies". Vìsnik - Kiïvsʹkij nacìonalʹnij unìversitet ìmenì Tarasa Ševčenka: Ìstorìâ (bi îngilîzî) (144): 30–34. doi:10.17721/1728-2640.2020.144.6. ISSN 1728-2640.
  17. ^ Marples, David R. (1 kanûna paşîn 2007). Heroes and Villains: Creating National History in Contemporary Ukraine (bi îngilîzî). Central European University Press. ISBN 978-963-7326-98-1.
  18. ^ Mendel, Iuliia (24 çiriya paşîn 2018). "85 Years Later, Ukraine Marks Famine That Killed Millions". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  19. ^ "Про Голодомор 1932-1933 років в Україні". Офіційний вебпортал парламенту України (bi ukraynî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
  20. ^ "International Recognition of the Holodomor - News - Holodomor". www.holodomoreducation.org. Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.