Horatius

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Quintus Horatius Flaccus (8'ê berfanbarê B.Z. 65 - 27'ê sermawezê B.Z. 8), helbestvanê romayî yê herî girîng ê serdema Augustus e.

Jiyan[biguherîne]

Quintus Horatius Flaccus

Horatius, li bajarokekî ku wê demê bi navê Venosa yan jî Venusia dihat zanîn û di navbera Apulia û Lucania de bû, ji dayîk bû. Wekî layê zilamekî xulam ku dawiyê azadiya xwe bi dest xistibû, hatibû dinyê, lê ew wekî kesekî azad hatibû hesibandin. Bavê wî bi mezadê mijûl dibû. Horatius bavê xwe wekî cotkarekî hejar û birûmet bi bîr aniye.

Bavê wî ji bo perwerdekirina Horatius ked û kespa xwe xerakiribû û wî ji bo dibistanê şandibû Romayê. Piştî jî ji bo perwerdeya yewnanî û felsefeyê şandibû Atînayê. Helbestvan hurmeta xwe ya ji bo bavê xwe dihisî, di helbestên xwe de xuya kiriye.

Piştî kuştina Julius Caesar, Horatius ket artêşê û ji bo Brutus di Şerê Philippi de şer kir. Brutus hat xwarê û dawiya vê şerê Horatius qala berdana mertal û revîna xwe kiriye. Dema Augustus efuya giştî weşand, Horatius vegeriya Îtalyayê. Her tiştê wî ji destê wî çûbû û xizan bûbû. Lê ji ber ku li qada helbestê serkeftî bû, cardin ji aliyê dewletê destek li berê hat xistin.

Horatius bi Virgil û Lucius Varius Rufus re xebitî û bi riya wan bi Maecenas re ku hevalê Augustus bû, hev û din nas kirin. Piştî nasînê, Maecenas him bû hevalê wî him jî bû patronê wî û jê re axeke li ser girên Sabine dabû. Ji ber ku berî mirina wî merivekî wî tunebû, mîrata xwe ji Maecenas û împarator Augustus re hişt.

Peyvên “Wêne, helbesta bêbêje ye” û “Xilaskirin û kuştina kesekî ku dixwaze bimire yek in” yê Horaitus in[çavkanî pêwîst e].

Çavkanî[biguherîne]