Julius Caesar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Imperator Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Julius Caesar

Pater Patriae Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Julius Caesar, bustekê ku li nêzîkî Arlesê (Fransa) hatiye dîtin.
Navê rastî
GAIVS IVLIVS CAESAR Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn12ê tîrmeh 100 b.z.[1]
Mirin15 adar 44 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Theatre of Pompey Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêBleeding li ser wîkîdaneyê biguhêre(Mêrkujî)
Cihê goristanêTemple of Caesar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîRomaya Kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
  • Commentarii de Bello Gallico
  • Commentarii de Bello Civili Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
Partiya Siyasî
  • populares Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
Partner
Zarok
Dê û bav
  • Gaius Julius Caesar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Aurelia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
MalbatJulii Caesares, Julio-Claudian dynasty (disputed) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Roman triumph
  • Consecratio
  • laurel wreath Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Julius Caesar , bi tûnî Gaius Julius Caesar, (12'ê tîrmehê, 100 b.z. - 15'ê adarê, 44 b.z.), mirovê dewletê û dîktator Romê bû. Wî Gallia teva împeratoriyê kir û dema wî de dema komarê di dîroka Romê de xelas kir û bi tenê dewlet bi dikatoriyê kargêr kir. Navê wî Caesar (anku, Sezar) ji pê wî re di împeratoriya Romê de wek navê împeratoran hat bikaranîn. Dîsa navên wek qeyser û çar ji Caesar hatin afirandin, di Împeratoriya Romê ya Pîroz û împeratoriyên Rûs û Bulgaran de jî hat bikaranîn.[2]

Bavê Julius Caesar, bi hevşêwe navî, li Roma praetor bû. Ew jî di 62 b.z. de wek praetor hat hilbijartin.

Di 60 b.z. de Caesar bi du kesên din Gnaeus Pompeius Magnus û Marcus Licinius Crassus va triumvîrat (Kargêra Sêkesan) saz kir. Di wê demê de Caesar bû hem konsul hem jî kargêrê Galiya (îroj bakurê Îtalya, Swîsre û Fransayê ye). Wî li wir bi germanan û brîtaniyan re gelek ceng kirin. Caesar di Şerê Galî de dijî germanan fermandarê galiyan bû. Hin dibêjin ku di wê cengê de nêzî 1 milyon german hatin kuştin û nêzî 0,5 milyon kes jî hatin dîl kirin. Caesar ji pê re li ser wê cengê pirtûkeke, bi navê bi latînî: De Bello Gallico "Li ser Şerê Gallî" nivisandî bû. Hin dîroknas wê pirtûkê wek pirtûka herî pêşiya li ser erdnîgariya Fransayê dibînin. Wî di 54 b.z. şûnda çend caran êrîşa girava Brîtanya kir.

Di 53 b.z. Crassus, yek ji triumvîratê, bi destê sasaniyan di cengê de hat kuştin.

Di 49 b.z. de triumvîrat êdî hat feşkilandin û Pompeius û senato Caeser re got ku were Romê û artêşê xwe bifeşkilîne. Li ser vê re Julius Caesar li dijî senato û Pompeius serhilda û êrîşa Romê kir. Senato û Pompeius reviyane Yewnanistanê. Wî di 48 b.z. Pompeius û senato li Yewnanistanê bin xistin û li Romê bi tenê dîktatoriya xwe da zanîn. Ji pê wê re jî di cengên çend salan de li Yewnanistan û Misir û Afrîka bi dawî wî Pompeius di 45 b.z. li Hispaniayê bin xist.

Caesar di jiyana xwe de du jinên Romê re zewicî jî tu zarokên wî nehebûn. Caesar demekê çû Misirê li dijî Pompeius şerấ bike, li wir bi Kleopatra VII re jî hevdît. Ewna evîndarên hev bûn û pê re lawek wan ê bi navê Caesarion çêbûye. Lê ji bo qentûrên Romê ewna nadikanîn bizewicîn. Caesarion ji Caesar şûnda derbazî textê nebû şûna wî pê Şerê Hundir re Octavianus yê ku pê re wek Caesar Augustus tê zanîn, derbazî textê bû û ew dibe împeratorê Romê yê herî pêşîn.

Di dema xwe ya împeratoriyê de wî salnameya xwe ya bi navê Salnameya Iulî (Salnameya Iuliyen) amade kir. Sosigenesê Misirî bi fermana Julius Caesar Salnameya Hîveyê ya Romaya berê ji Yewnanistan standî bûn çerxa Salnameya Rojê ya Misirê kir. Ew heta sedsala 16'an li Romê hat bikaranîn. Piştî mirina Julius Caeser navê meha yê ku ew lê hatî bû dinê çerxa navê wî Julius (bi inglîzî: Julius: ango niha bi zimanên ewropî wek îngilîzî July) kirin.[3]

Julius Caesar ji bo dijwareke xwe ya mezin he bû, gelek kesan, hinên di senato de jî, lê hez nedikirin. Di 15'ê adarê 44 b.z. de banga wî ji bo were senato kirin. Ew di têketina senato da bi destên 15 an zêde senatoran hat kuştin. Di nav bedkujiyan de, lawê xwe yê arîşenî Brutus jî hebû. Li pirtûka înglîz William Shakespeare bi navê Julius Caesar ew gotinên xwe yên dawî wiha hatiye nivisandîn: "Brutus, tu jî?" û Caeser dikeve erd e.[4][5][6]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Julius Caesar de hene

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Griffin, Miriam (29 nîsan 2009). A Companion to Julius Caesar (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. ISBN 978-1-4443-0845-7.
  2. ^ Keppie, Lawrence (1998). "The approach of civil war". The Making of the Roman Army: From Republic to Empire. Norman, Oklahoma: University of Oklahoma Press. p. 102. ISBN 978-0-8061-3014-9.
  3. ^ Tucker, Spencer (2010). Battles That Changed History: An Encyclopedia of World Conflict. ABC-CLIO. p. 68. ISBN 9781598844306.
  4. ^ Keppie, Lawrence (1998). "The approach of civil war". The Making of the Roman Army: From Republic to Empire. Norman, Oklahoma: University of Oklahoma Press. p. 102. ISBN 978-0-8061-3014-9.
  5. ^ ^ Suetonius (121). "De vita Caesarum" [The Twelve Caesars]. University of Chicago. p. 107. Archived from the original on 30 May 2012. More than sixty joined the conspiracy against [Caesar], led by Gaius Cassius and Marcus and Decimus Brutus.
  6. ^ ^ Plutarch. "Life of Caesar". University of Chicago. p. 595. Archived from the original on 13 February 2018. Retrieved 19 February 2021. ... at this juncture Decimus Brutus, surnamed Albinus, who was so trusted by Caesar that he was entered in his will as his second heir, but was partner in the conspiracy of the other Brutus and Cassius, fearing that if Caesar should elude that day, their undertaking would become known, ridiculed the seers and chided Caesar for laying himself open to malicious charges on the part of the senators ...