Hunera Şer (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hunera Şer-mînyatûr
Hunera Şer-Bambu

Hunera Şer (çînî: 孙子兵法, "Sūnzĭ Bīngfǎ") pirtûkeke navdare ku li ser taktîkên leşkerî û şer ji hêla Sun Tzu ve di sedsala 6 (B.Z)an de hatiye nivîsandin. Ew ji 13 beşan pêk tê, ku her yek aliyekî cuda ya şer destnîşan dike. Ew, pirtûka bingehîn a stratejî û taktîkên leşkerî tê hesibandin. Ew yek ji pirtûkên "Heft Klasîkên Leşkerî yên Çînê" ye.

Hunera Şer yek ji pirtûkên kevn û baştirine ku li ser stratejiyê hatiye nivîsandin e. Di dîrokê de bandorek mezin li ser pirsgirêkên leşkerî kiriye. Her weha ji dawiya sedsala 20an û vir de di aborî û karsaziya cîhanê de jî tê bikar anîn.

Ev pirtûka ku ji hêla Sun Tzu ve hatî nivîsandin bandor li gelek navên navdar ên di warên werzîş, siyaset, zanist û hunerê de kir û rê da wan. Wê bandor li ser Mao Zedong, General Nguyên Giáp|Võ Nguyên Giáp, General Douglas MacArthur û hîn serokên împeratoriya Japon kirîye.

Sun Tzu di pîrtûkê da gotîye kû "Serkeftina rast, serkeftina bê şer kirine, rêberê rast ew kese ku bê şer serkeftin dest xistîye ye."

Beşên Pirtukê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • I. Plansazkirin (25 gotar)
  • II. Mesrefa Şer (19 gotar)
  • III. Stratejiya di Şer da (19 Gotar)
  • IV. Taktîk (20 gotar)
  • V. Hêz (23 gotarên)
  • VI. Karanîna Hêzê (34 Gotarên)
  • VII. Manevra (37 Gotarên)
  • VIII. Guherandina taktîkê (14 gotar)
  • IX. Pêşveçûna Artêşê (45 Gotarên)
  • X. Faktora Erdê (31 Tişt)
  • XI. Neh Cîh li Deverê (68 gotar)
  • XII. Êrîşa bi agir (22 gotar)
  • XIII. Sîxurî (27 gotar)


Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.