Huseyîn Çelebî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Huseyîn Çelebî

Huseyîn Çelebî (z. 1967 − m. 1992) şoreşgerekî kurd bû. Çelebî serokê rûmetê yê YXK'yê ye.

Huseyîn Çelebî sala 1967'an li bajarê Hamburgê ku li Almanya ye ji dayik bû. Ji ber ku ji malbatake welatparêz dihat, hîn di zarokantiya xwe de tevil xwepêşandanên ji bo Kurdistanê bû. Ji ber van sedeman ew dûrî rastiya welatê xwe neket. Hîn di temenxweyî ciwan de dest bi xebatên siyasî yên pratîk kir. Wî tevgera azadiya Kurdistanê bi derdor û hevalên xwe da nasîn.

Huseyîn piştî ku xwendina xwe ya navîn bi dawî kir û nîv sale li zanîngeha Düsseldorfê xwend, bi şêweyekî profesyonel tevil kar û xebatê tevgera azadiyê bû. Bi xêra perwerdeyên siyasî êdî wî pirsgirêka azadiyê baştir nas kir û ramanên sosyalîst bi wî re bi hêz bûn.

Êdî wî di serî de di weşan û belav kirina pirtûk û kovarên bi zimanê Almanî de gelek karên serketî kirin. Lê dewleta Elamn ku dixwest tevgera azadiya Kurdistanê lawaz biêxe û bişkîne Huseyîn û gelek hevalên wî di sala 1988an de avêtin zindanê. Komara federal Almanya dozeke di dîroka xwe de herî mezin li dijî Huseyîn û rêhevalî meşand. Navê vê dozê weke doza PKKyê li Düsseldorfê (bi Almanî: Düsseldorfer PKK Verfahren). Huseyîn dadgehên Almayayê mina platformeke ku dengê Kurdan bilind bike û bêdadiya dewletên ku Kurdistan dagîr kirine û hevaliyên wan yên Ewropî tine ziman. Huseyîn piştî ku du sal û nîvan di zindanê de dimîne tekoşîna azadiyê didomîne; bi serketî gelê Kurd dide nasîn û di sala 1990î de komeleya “hevalên gelê Kurd” didamezirîne.

Huseyîn jibo danasîna ramana azadiya tevgera azadiya Kurd û kar û xebatên dîplomatîk gelek nirxên baş anîn holê. Bi baweriya xwe ya bê hempa wî êdî biryar da û tevil refên gerîla bû. Wî di rojaneya xwe de wisa behsa hêza baweriya xwe kiriye:

“Dawiya dawî me çalakiya xwe ya pêşî kir di 28ê Hezîrana 1992an de. Ev roj dê ji bîra min tu carî neçe. Qereqola leşkerî ya Gulyaziyê me giştî xiste destê xwe. Ez di nav hêzên paraztinê de bûm û funksiyoneke minî ne zêde çalak hebû. Lê dîsa jî ev tevilbûna min ya pêşî bû. Mirov karê bêje ku êdî ez gihiştime tama vî karî. Ez li heviya hayacaneke mezintir im di çalakiya were li dijî leşkeriyê.
Viyana min heye, ez dê vî karî hîn bibim û ji eksê dijmin ve ez dê bibime gerîllayekî baş. Di vê çalakiyê de rêheval Heqqî şehîd ket. Ez dê nivîsa wî ya dawî binivîsim. Ez sund dixwim ku dê rewş gelekî baş bibe. Me niha xwe vekişande cihekî aram. Ev der gelekî xweş e. Moral û kêfa min li cîhê xwe ne. Jiyana vir gelekî xweş e.
Xwezî çalakî bi dawî nebin, weke li cem yekîneya I. Li gor baweriya min mirov dê xwe herî baş ji pêvajoya nû re bi gelek çalakiyan amade bike. Struktur ji bo vê yekê amade ne. Niha tu kes nikare bêje ku lojîstîk kêm e. Ji bo çalakiya me pêk anî , me çar rojan tiştekî weke adetê nexwar. Tu kesî dey nekir. Ev welat dikare were rizgar kirin ku mirov birçî jî bimînin. Ew divê were rizgar kirin. Rojeke bê çalakî weke rojeke winda kirî ye. Ku yekîneya I. cîhê wê başe jî vala radiweste nayê fêm kirin. Amadebûn demê dixwaze, lê gelo evqasî hîn çiqasî dê were pejirandin?
1ê Hezîrana 1992an (Bila ev Hezîran serkeftinê bixwe re bîne)“

Dema cotmeha sala 1992an jib o tune kirina PKK'ê bi alîkariya eskerî û teknîkî ya artêşa Tirk hêzên başûrê Kurdistanê YNK û PDK'yê êrîş birin ser hêzên azadiya gelê Kurdistanê gelek gerîlla şehîd ketin. Yek ji van şehîdan jî Huseyîn bû.

Huseyîn bi kesayetiya xwe ji me xwendekaran re mîna findeke di triya civak û jiyana kevneperest de ye. Ji ber vê yekê ew di duyemîn kongreya YXKyê (Yekitiya Xwendekarên Kurdistan) de ku çileyê pêşîna sala 1992an hat li dar xistin wek serokê rûmetê yê YXKyê hate hilbijartin.