Idrissa Diarra

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Idrissa Diarra
Jidayikbûn
Mirin
Pîşe

Idrassa Diarra wênesazekî afrîkî ye ku di 1969an de li Tomikoro, Peravê Diranfîl, Afrîkayê, hatiye ser dinyayê. Ew bi eslê xwe malinké ye.

Diarra wênesazekî xwegihandî ye û ligel hin wênesazên din ên hevdemî mîna Augustin Kassy, Zéhirin û Losseni rewtekeke hunerî ya naîv li Peravê Diranfîl pêk tînin. Di sala 1986an de dest bi çalakiyên xwe yên hunerî kir û heta niha hem li Afrîkayê (Peravê Diranfîl, Gabon û Senegal) û hem jî li Ewropayê (Fransa, Belçîka û Ketelonya) pişkdarê zêdeyî 40 pêşangehan bû.

Yek ji çavkaniyên wî yên îlhamê daristanên tropîkal ên Afrîkayê ye. Diarra di 2014an de li bajarê Grand-Bassamê (Peravê Diranfîl) dijiya.

Mirina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Idrissa Diarra di 15ê tîrmeha 2015an de mir.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]