Jack Kilby

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jack Kilby
biguhêreBelge

Jack St. Clair Kilby (jdb. 8ê çiriya paşîn 1923 li Jefferson City, Missouri; m. 20ê hezîranê 2005 li Dallas, Texas) endazyarekî navdar ê DYAyî bû. Sala 2000î bi tevî Herbert Kroemer û Zhores I. Alferov, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li zanîngeha University of Illinois at Urbana-Champaign sala 1947î perwerdeya xwe ya elektroteknîkê bidawî dike. Mastera xwe sala 1950î de li University of Wisconsin dike û heman demê li Milwaukee di fîrmayekê de dixebite.

Sala 1958î li Texas di karekî baştîr de dest bi xebatê dike. Li vir laboratûarekê taybet ji bo lêkolînên wî hatibû veqetandin ku ev yeka han dibû sedem, ew gelek lêkolîn û ceribandinan bike. Di 24ê tîrmehê 1958î de keşfa xwe mezin pêk tîne û transîstoran, berxwedana wan û kondensatoran bi hevre bi giştî bixebitîne.

Di 6ê sibatê 1959î de patenta keşfa xwe digire (Patent US3,138,743 "Miniaturized electronic circuits") û di cîhana ragihandina xêvan de şoreşekê pêk tîne. Herwekî ew di jiyana xwe de zêdetirî 60 keşfan pêk tîne (bo mînak jimarkera bêrikê, termoçapker hwd).

Di nava salên 1958 heya 1970î de li fîrmaya Texas Instruments dixebite û di nava salên 1978-1984î de wekî profesorê elektroteknîkê li zanîngeha Texasê dersdariyê dike. Ew laboratûara ku bo wî hatibû veqetandin, niha ji bo bîranîna wî hatiye raxistin. Keşfên wî heya sala 2004î bi bihayê 1186 Milyar Dolarî hatine firotin.

Xebat û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew wekî bavê mîkroçîpan tê navandin. Di warê ragihandina xêvên xêvjimêrê de (computer) teknîkeke nû afirandiye ku jê re ragihandina întegratîv tê gotin. Ve ragihandina giştî ya întegratîv, terxankirinên fîrmayan gelek kêm kiriye û ji teknîkên din ên ku ragihandinê wekî giravan wesle bi wesle pêk tînin him bikêrtir in, him jî erzantirin.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]