Ji birayê kurd re

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji birayê kurd re
Курдському братові Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Helbest Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Vasyl Symonenko (1935—1963)
Dema weşandinê1965 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nivîskar
  • Vasyl Symonenko Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
CureHelbest Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ji birayê kurd re, (bi ûkraynî: Курдському братові) helbestek e ku ji aliyê helbestvanê Ûkrayniyê Vasyl Symonenko (uk) ve di adara sala 1963an de hatiye nivîsandin û heta sala 1965an bi nepenî hatiye belavkirin. Helbesta Ji birayê kurd re yek ji berhemên herî girîng ên Simonenko ye ku bi vê helbestê bûye yek ji girîngtirîn kesayetên wêjeyê ya ûkraynî. Vasyl Symonenko bi vê helbest bûye wekî lehengekê netewî ya ûkraynî. Ev helbest bi awayek bilez bûye sembola berxwedana Ûkraynayê. Simonenko di heman salê de bi dijwarî rastî êrîşa asayîşa dewleta Sovietê tê. Vasyl Symonenko di meha berfanbar sala 1963an, di temenê 28 salî xwe de 9 meh piştî nivîsîna vê helbestê dimire.

Ev helbest ji aliyê Vasyl Symonenko ve di bin bandora şoreşa Îlonê ya Kurdistanê de hatiye nivîsandin, ji bo Kurdan hatiye nivîsandin, lê di têkoşîna netewî ya Ûkraynayê de jî xwedî mîraseke dîrokî ye. Di sala 1968an de heman helbest bû sirûda neteweyî ya têkoşîna welêt li dijî şovenîzma rûsî.

Helbesta Symonenko şêwaza helbesta Qefqasya (uk) ya klasîk a edebiyata Ukraynayî ya Taras Şevçenko dubare dike. Shevçenko wekî metneke çavkanî bikar tîne, Symonenko rewşa berxwedanê ya li hember Rûsîbûnê (bi zorê danasîna zimanê rûsî) vedibêje. Di destpêka helbestê de, ew ji Shevchenko re dibêje:

Helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ûkraynî[1] Kurdmancî
(werger amator)[2]
Îngilîzî[3]
КУРДСЬКОМУ БРАТОВІ

Борітеся — поборете.
Шевченко

Волають гори, кровію политі,
Підбиті зорі падають униз:
В пахкі долини, зранені і зриті,
Вдирається голодний шовінізм.

О курде, бережи свої набої,
Але життя убивців не щади.
На байстрюків сваволі і розбою
Кривавим смерчем, бурею впади.

Веди із ними кулями розмову:
Вони прийшли не тільки за добром,
Прийшли забрати ім’я твоє, мову.
Пустити твого сина байстрюком.

З гнобителем не житимеш у згоді:
Йому “панять”, тобі тягнути віз.
Жиріє з крові змучених народів
Наш ворог найлютіший — шовінізм.

Він віроломство заручив з ганьбою,
Він зробить все, щоби скорився ти.
О курде! Бережи свої набої —
Без них тобі свій рід не вберегти.

Не заколисуй ненависті силу,
Тоді привітність візьмеш за девіз,
Як упаде в роззявлену могилу
Останній на планеті шовініст.

1963

JI BIRATIYA KURDAN RE

Şer bidomînin — hûn bê guman serketinê ne.
Taras Şevçenko

Çiya, axa wan bi xwîn avdayî, bang dike, bi gurmîne
Û, birîn, stêrk ber bi bêbiniyê ve dikevin,
Di nav newalên bîhnxweş, şopbirîn û birîndar,
Dagirker tê, şovenîzma birçî.

O, Kurdo, niha guleyên xwe biparêze, lê meraq neke
Jiyana kujeran bê parastin!
Li ser van bêbavên tecawizkar, diz û talanker,
Weke bahozeke xwînê, bi ser wan de bikeve li wir!

Bila tenê gulle bibe bersiva wan:
Ji bo eşyayên we bi tenê bidizin, ew nehatin,
Hatin nijad û zimanê te ji holê rakin,
Û kurê te bikin bêjî/kurê heram.

Hûn ê bi zalim re li hev nekin,
Ew ê ”Bajo/hukum bike” û hun ê erebanê bikşînin
Û li ser xwîna miletên êşkencekirî geş dibe
Qelew dibe dijminê me yê herî xirab, şovenîsm,

Bi şerm û bi bêbextî tevdigere, ew plana wî ye
Da ku we hemûyan bikin mirîşkeke nefsbiçûk. . .
O, Kurdo, guleyên xwe biparêze, tu bi ser nakevî
Bêyî wan neteweya xwe biparêzî.

Ji ber vê yekê hêza nefretê xew nekin
Gotina “Bixêr hatî” di druşm û ferhenga we de nebe,
Heya gor/qebr li wir jibo wî vekirî be, li bendê be,
Dikeve şovenîstê dawî li ser vê planêtê/gerstêrkê.

1963

TO A KURDISH BROTHER

Keep fighting — you are sure to win.
Taras Shevchenko

The mountains, their soil blood-soaked, call, resounding,
And, cut adrift, stars fall to the abyss,
Into the fragrant valleys, scarred and wounded,
Comes the invader, hungry chauvinism.

Kurd, save your bullets now, but do not wonder
Whether the lives of murderers to spare!
Upon these bastards of rape, sack and plunder,
Like a blood-tempest, fall upon them there!

Your talk with them by bullets you must manage,
To steal your goods alone they did not come,
They came to take away your race and language,
And to make a bastard of your son.

You will not live in concord with the tyrant,
Your fate to draw the wain, to lord it — his,
And on the blood of tortured nations thriving
Grows fat our worst of foemen, chauvinism.

He acts with shame and with deceit, his plan is
To turn you all into a humble brood . . .
Kurd, save your bullets, for you will not manage
Without them to preserve your nationhood.

So do not lull to sleep the power of hatred,
For “welcome” as your watchword can’t exist,
Till, where the grave lies open for him, waiting,
Falls the last of this planet’s chauvinists.

1963

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Vasyl Symonenko (2008). Вибране (PDF) (bi ukraynî). Kyiv: Biblioteka skil'noï klasiki. r. 22. ISBN 978-966-661-585-8. Ji orîjînalê di 18 hezîran 2019 de hat arşîvkirin (PDF). Roja gihiştinê 18 hezîran 2019.
  2. ^ Suleiman Sulevani. ""Ji birayê kurd re"". Roja gihiştinê 21 adar 2023.
  3. ^ Vera Rich (1972). Ukrainian Herald Issue IV (PDF). Munich: ABN Press Bureau. r. 86. Ji orîjînalê di 16 hezîran 2019 de hat arşîvkirin (PDF). Roja gihiştinê 16 hezîran 2019.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vîdeoyên derveyî WPê
Au frère kurde 🇺🇦, YouTube