Johann Sebastian Bach
Jump to navigation
Jump to search
Johann Sebastian Bach (jdb. 21ê adarê 1685an li Eisenachê; m. 28ê tîrmehê 1750an li Leipzigê) yek ji bestekarên navdar ên alman e. Wekî bestekarê Barokê tê naskirin û muzîkarekî navdar ê cîhanê ye.
Di malbatekî muzîkar de ji dayîk bûye. Bi pirranî ji bo dêrê awazên kantat, oratoryo, org, klavsen hwd çêkiriye. Li dora 300 awazên wî hene û li kesên pey wî hatine bandoreke mezin hîştiye. Du carî zewiciye û 20 zarokên wî çêbûne. Herçendî awaz an formeke nû neafirandiye jî, di muzîka klasîk de xwedî cihekê mezin e.