Johannes Diderik van der Waals
Johannes Diderik van der Waals (* 23'ê sermawezê 1837 li Leiden; † 8'ê adarê 1923 li Amsterdam) fîzîknasekî Hollandî bû. Sala 1910'î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jiyan[biguherîne]
Bêî dibistana amadeyî, destûra xwendina zanîngehê lê hatiye dayîn. Lewra wî mamostetî dikir û pirr bi hewes bû. Li zanîngehê perwerdeya fîzîk û matematîkê dibîne. Bi angaşta xwe ya doktoriyê ya li ser gazan gelek deng vedide. Sala 1876'î wekî profesor li zankoya Amsterdam dest bi xebatê dike.
Xebat û girîngiya wî[biguherîne]
Wî bo cara yekemîn hêza veqetandina ji hevûdu ya molekûlan pêderxistiye û bi navê "Hêza Van der Wals" îro tê zanîn. Wî karakterê fîzîka maddeyên herikbar (diherikin) û gaz rûbirû kiriye û dîtiye ku di navbera wan de wekî karakter ti cudatî nîne. Îro ji wê re "Hevyekiya Van der Wals" tê gotin.
Berhem[biguherîne]
- Hevyekiya forma maddeyî ya herikbar û gaz (1873)
- Destepirtûka termodînamîkê (du Bend, 1908–1912)