Here naverokê

John Bardeen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
John Bardeen
1956
Jidayikbûn23 gulan 1908 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin30 kanûna paşîn 1991 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Boston Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêForest Hill Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Amerîkî
Perwerde
  • zanîngeha Princetonê (–1936)
  • University of Wisconsin–Madison
  • Madison Central High School
  • University of Wisconsin High School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
Hevjîn
  • Jane Maxwell (1938–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • James M. Bardeen
  • William A. Bardeen Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Charles Russell Bardeen Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xelat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

John Bardeen (jdb. 23ê gulana 1908an li Madison, Wisconsin; m. 30ê kanûna paşîn a 1991ê li Boston) fîzîknasekî amerîkî bû. Du caran guncavê Xelata Nobelê hatiye dîtin.

Kurê (lawê) profesorê anatomiyê Charles R. Bardeen û mamoste Althea Harmer e. Diya wî sala 1920ê dimire ku wê demê ew 12 salî ye. Bavê wî bi Ruth Hames a ji Milwaukee, Wisconsinê ye re marî dibe (dizewice). Di dibistanan de zîrekiya wê tê dîtin û gelek caran bêî ku polekê bixwîne, derbasê ya jor dibe. Li zanîngeha Wisconsinê li ser fîzîk, matematîk û elektroteknîkê perwerde dibîne.

Bardeen lîsana xwe sala 1928 û masterê jî sala 1929ê bidawî dike. 1933yê li Harvardê, herwiha li Institute for Advanced Study a li Princeton Universityyê dixwîne. Bi giranî xwe dide xebatên mekanîka quantê. Sala 1936ê li cem Eugene Paul Wigner doktoraya xwe bidawî dike.

Ji 1938 heya 1941 Bardeen wekî profesorê asîstan li University of Minnesota ya Minneapolisê kar dike. Di pêvajoya şerê cîhanê yê duyem de, li laboratoriya U.S. Naval Ordnance Laboratory a li Washington, D.Cyê ye, dixebite.

Laboratoriyên Bell û transîstor

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekî fîzîknasekî di Bell Telephone Laboratories a Murray Hill de dixebite (New Jersey, 1945–1951).

Bi tevî William B. Shockley û Walter Brattain komekê xebatê ava dikin û li ser metalên kêmbuwar (kêmgihîner) dixebitin, bi alîkariya krîstala germaniyûm di 23ê kanûna pêşîn a 1947an de transîtorefektê vedibînin û yekem bîpolartransîstorê ava dikin.

Hersê heval bi vê xebatê sala 1956ê Xelata Nobelê ya Fîzîkê digirin. Sala 1972yê jî Bardeen, bi têvî Leon N. Cooper û John R. Schrieffer, bo cara duyem heman xelatê digire. Yekem mirovê ku heya niha du caran Nobel girtiye ye.

Modela yekem transîstorê ji Shockley, Bardeen û Brattain
  • Bernhard Kupfer: Lexikon der Nobelpreisträger. Patmos-Verlag, Düsseldorf 2001, ISBN 3-491-72451-1 (almanî)
  • Peter Neulen: Brockhaus, Nobelpreise: Chronik herausragender Leistungen. Brockhaus, Mannheim/Leipzig 2004, ISBN 3-7653-0492-1 (almanî)