John R. Schreiffer
John R. Schreiffer | |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 31 gulan 1931 ![]() |
Mirin | 27 tîrmeh 2019 ![]() Tallahassee ![]() |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ![]() |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
John Robert Schrieffer (jdb. 31ê gulana 1931ê li Oak Park, Illinois) fîzîknasekî amerîkî ye. Schrieffer sala 1972'yê bi tevî Leon N. Cooper û John Bardeen guncavê Xelata Nobelê ya Fîzîkê tê dîtin. Li ser superbuwariyê, gihîneriya super rawestiyaye û mil daye angaşta-BCSyê (BCS-Teorî)yê (Bardeen-Cooper-Schrieffer-Teorî).
Ji sala 1949ê ve perwerdeya elektroteknîk û fîzîkê dibîne, sala 1953'yê li înstîtûta MITê lîsansa xwe li cem John C. Slater biser dixîne. Paşê li cem John Bardeen li zanîngeha University of Illinois at Urbana-Champaign perwerdeyê dibîne.
1958ê wekî asîstan profesor li Zanîngeha Chicagoyê û ji sala 1959ê jî li Zanîngeha Illinoisê dixebite. 1962'yê derbasê Zanîngeha Pensîlvanyayê dibe. 1980'yê dibe profesorê Zanîngeha Kalîforniyayê ya Santa Barbarayê. 1992'yê profesor e li Zanîngeha Dewletî ya Florîdayê û gerînendetiya laboratoriya National High Magnetic Field Laboratory ye.
Sala 2005ê qezayeke otomobîlê derbas dike, dibe sedemê mirina kesekî û birîndariya heft kesan, bi cezayê du salan tê cezakirin. Di dadgehê de dibêje ku ew di rê xewtiye, li ser dîreksiyonê di xew de çûye.
Nivîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Theory of Superconductivity, Benjamin 1964
- Bonesteel, Gorkov (Hrsg.): Selected Papers of Robert Schrieffer, World Scientific 2002
Girêdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Jînenîgariya wê di APSê de Girêdana arşîvê 2013-10-21 li ser Wayback Machine