Otomobîl

Otomobîl, tirimpêl,[1], erebe yan jî seyare wesayîta bî teker û motor e ku ji bo veguhastina rêwî û bar hatîye çêkirin. Otomobîl, wesayîtek e ku bê hêza heywanan, bi motor dixebite û barên ser xwe ji cîhekî dibe cîhekî din.
Bi gelemperî, otomobîl bi motorên şewitandina navxweyî[çavkanî hewce ye] û bi çar lastîk dixebitin. Lê belê, ji 2001an vir de, otomobîlên xwedan motorên hîbrîd jî têne firotin. Gelek welat, nemaze Dewletên Yekbûyî, bacên xwe ji bo motorên hîbrîd ên bi elektrîkê dixebitin kêm kirine li otopark û îstesyonên petrolê amûrên şarzkirinê bi cih kirine.
Otomobîlên ku dikarin li ser 3 tekeran bigerin jî hatin çêkirin lê di nav gel de pir belav nebû.[çavkanî hewce ye]
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Peyva "otomobîl" ji peyva fransî "automobile" ketiye zimanê kurdî û gelek zimanên din. "Automobil" bi berhevkirina bêjeyên zimanê yewnanî "αὐτός: autós" (xwe) û "mobilis" (gerîn) a zîmanê latînî çêbûye.
Kronolojiya otomobîlan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
1670an - Wesayîta pêşî xweser dibe ku wesayîta piçûk a hilmê be ku ji hêla mîsyoner Ferdinand Verbiest ve li Beijing di navbera 1679 û 1681an de wekî pêlîstokek ji bo împeratorê Çînê hatîye çêkirine.
1680 - Motorê pêşî yê şewata navxweyî yê ku dikare bixebite, ji hêla Christiaan Huygens (ku ji Holenda bu) ve di sala 1680an de hate çêkirin. Barûd, di sîlîndîrek girtî de di teqîya û dibû sedem ku piston hereket bikin.
1698 - Brîtanî Thomas Savery motorê pêşî yê hilmê çêkir.
1769 - Brîtanî James Watt motorê hilmê yê ku demekî dirêj dikare bixebite çêkir.
1769 - Fardier, wesayîta pêşî ku bi serê xwe hereket dike ji hêla endezyarê fransî Nicolas Joseph Cugnot (1725-1804) ve hate çêkirin.
1787 - Oliver Evans li Amerîkayê otomobîlek ku dikare rêwiyan bibe çêkir.
1801 - Richard Trevithick li Înglistanê otomobîlek hilmê çêkir.
1824 - Prensîbên bingehîn ên motorên şewata navxweyî , nemaze motorên mazotê, ji hêla endezyarekî fransî Sadi Carnot ve hate destnîşankirin.
1830 - Otobusên rêwiyan ên bi hilmê dixebitin, dikarin bi leza 15-20 km/h herin û 14 rêwîyan hilgirin hatin çêkirin.
1860 - Parlamena Brîtanya zagonek derxist ku du ajokarên hemî otomobîlan hebe û bi roj alake sor û bi şev jî fenereke sor li pêşîya otomobîla hebe. Vê zagonê leza pêşkeftina motorê hinekî rawestand. Ev zagon di 1896an de hate rakirin.
1860 - Yekem motorê ku bi gaza hewayê tê dixebite, ji hêla endezyarê belçîkî Jean Joseph Etienne Lenoir (1822-1901) ve hate çêkirin.
1862 - Endezyarê Frensî Alphonse Eugène Beau de Rochas (1815-1893) prensîbên motorê 4-derbeyê danî.
1867 - Endezyarên alman Nicolaus August Otto (1832-1891) û Eugen Langen (1833-1895) li ser prensîbên Alphonse Eugène Beau de Rochas motorek 4-derbeyê çêkirin.
1876 - Nicolaus August Otto motorê pêşî yê gazê yê çar-derbeyê çêkir.
1877 - Nicolaus August Otto patenta motorê li Amerîkayê hilda.
1878 - Endezyarê Brîtanî Dugal Clerk motorê pêşî ku li ser bingeha 2-derbeyê dixebite, çêkir.
1880 - George Brayton li Amerîkayê motorên bi benzîn dixebite, çêkir.
1885 - Otomobîla pêşî ya ku bi motorê şewata navxweyî yê bi benzîn dixebite ji hêla endezyarê Elman Karl Benz ve hate çêkirin.
1889 - Endezyarê Viyanî Siegfried Marcus (1831-1898) bi motorê ku bî xwe çekirîye, li kolanan gerîya. Ji ber ku gel panîk bû, ewî çend qeza kirin. Ji ber 17 tawanan hate dadgehkirin û Marcus dest ji tiştên nû çekirinê berda.
1890 - Herbert Akroyd Stuart motorek nûjentir çêkir.
1890 - Endezyarê alman Capitaine, motorek mîna motorê Akroyd çêkir û patent kir. Van motorên, bingeha motorê nîv mazot (serê germ) danîne.
1890 - Piraniya otomobîlên yekem nikarîbun berjor herin. Otomobîla Benz Victoria, ku di 1893 de hate çêkirin dikarî bû berjor here.
1892-1897 - Rudolf Diesel, yek ji endezyarên Dibistana Teknîkî ya Bilind a Munhenê, motorê mazotê çêkir û pêş xist.
1893 - Yekem otomobîla serketî ya Amerîkî "Duryea" ji hêla J. Frank û Charles Edgar Duryea ve hate çêkirin.
1894 - Yekem pêşbaziya otomobîlê ya fermî hate lidarxistin. Parîs-Rouen, 22ê Tîrmeh.
1898 - Klûba Otomobîlan a Fransî (AFC) pêşangeha yekem a otomobîlan li baxçeyên Les Tuileries li Parîsê saz kir.
1902 - Di 27 saliya xwe de, Ferdinand Porsche wesayîta pêşî a ku dikare hem benzîn hem jî bi elektrîkê ve here, çêkir.
1903 - Gustave Liebau-yê fransî yekem kemberek ewletîyê çêkir û patent kir.
1904 - Federasyona Otomobîlan a Navneteweyî, ku bi kurtasî wekî FIA tê zanîn, hate damezrandin.
1905 - Endezyarê swêdî Alfred Büchi motorên 4-derbeyî pêşta bir.
1905 - Yekem pergala 4WS û 4WD li traktora marqeya Latil hate bikar anîn.
1905 - Yekem car wesayîta ku bi tampone Simms-Welback, li tesîsê "Simms Manufacturing Co." hate çêkirin.
1908 - Amerîkî Henry Ford modela T çêkir. Henry Ford bavê ramana xeta çêkirina ya yekem bû. karxaneya ku ji hêla Ford ve hatî sêwirandin di sala 1913an de karibû rojane 1000 otomobîl hilberîne.
1918 - Li Înglistanê " Royal Aircraft Establishment “ motorên mazotê yên lezgîn çêkirin û wesayîtên sivikta bi kar anîn.
1919 - Type A Citroën lî Ewropayê hate firotan.
1920 - Fîrmaya Voisin li ser ABS'ê xebitî, û li Almanya patent hilda (patent no: 671925 ).
1924 - Citroën wesayîtek bi navê B10 ya ji pola hatîye çêkirin, çêkir.
1924 - Kamyonek ku ji hêla MAN ve hate çêkirin.
1934 - Citroën dest bi çêkirina wesayîtên front-wheel kir.
1938 - Citroën pergela Hidropnömatik süspansiyon çêkir.
1938 - Saurer kamyona pêşî ya turbo-motor çêkir.
1938 - Studebaker Commander di wesayîteên xweda klîma standart kir.
1938 - Ji GM yê Harley Earl cara pêşî pergela camên bi elektrîk bi kar anî.
1954 - Motora Rotary-Wankel ji hêla Felix Wankel ve hate pêşve xistin.
1957 - Cruise control di markeya Imperial da hat bikaranîn.
1958 - Endezyarê swêdî Nils Bohlin ku dî Volvo yê da dixebite, kembera ewletîyê ya sê xalan patent kir.
1961 - Otomobîla bi navê "Devrîm" lî Tirkiye hat çêkirin.
1962 - Yekem otomobîla bi turbo motor Chevrolet Corvair Monza hat çêkirin. Li dû wê Oldsmobile F85 Jetfire hat çêkirin.
1963 - Motora Wankel cara pêşî di marqeya NSU Spider de hat bikar anîn.
1967 - Şîrketa otomobîlan a Brîtanî Jensen cara pêşî ABS li otomobîlên xwe da saz kir.
1973 - BMW 2002 otomobîla pêşî bû ku li Ewropa bi motorek turbo hate çêkirin.
1978 - Yekem pergala nûjen a ABS di BMW 7 û Mercedes S da hatê saz kirin.
1984 - Hilberînerê Turbo, Garrett "intercooler" çêkir. Bi vî rengî, hewa ya dikeve turbînê hate sar kirin û performansa turboyê zêde bû.
1986 - Porsche 959, otomobîla pêşî bû ku bi 2 turbo hate çêkirin.
1987 - Bosch, wekî hilberînerê pêşî, pergala ASR, ku pergala ABS ya pêşkeftîtir e, destnîşan kir.
1993 - Fiat Croma Tdi hat çêkirin.
1995 - Bosch dest bi çêkirina pergala ESP kir.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Auto in Kurdisch Kurmanji, Übersetzung, Beispielsätze | Glosbe". de.glosbe.com (bi almanî). Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.
- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.