Joseph Smith

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Joseph Smith
Joseph Smith, Jr.
Navê rastî
Joseph Smith, Jr.
Jidayikbûn23ê kanûna pêşîn 1805
Mirin27ê hezîranê 1844
Carthage, Illinois, DYA
EsilAmerîkan
Hevwelatî DYA
DînXiristiyanî (mormon)
HevjînEmma Smith û çend jinên din ji ber ku Smith polîgamist bû ( kesê ku zewaca çendjinî dike) .
ZarokJulia Murdock Smith, Joseph Smith III, Alexander Hale Smith, David Hyrum Smith û çend zarokên din .
Malbat
MalperJosephSmith.net
biguhêreBelge

Joseph Smith, Jr. (z. 23ê kanûna pêşîn a 1805 li Sharon, Windsor County, Vermont, DYA - m. 27ê hezîranê 1844 li Carthage, Illinois, DYA) damezrînerê ola mormontî û ji aliye bawermendên vê olê ve ew wek pêxember tê pejirandin.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Joseph zarokê çarem di nav yazdeh zarokên Joseph Smith, Sr. û Lucy Smith (bi paşnavê keçiktiyê Mack) de bû û li Sharon, Vermontê (DYA) hat cîhanê. Malbata wî oldar û bawermendên Încilê bû. Dê û bav wekî bazirgan û cotkar xebitîn. Malbat bi gelemperî rastî zehmetiyên aborî hat. Ji ber têkçûyînên karsaziyê û têkçûnên çandiniyê, ewna gelek caran li hundirê rojhilata bakurê Dewletên Yekbûyî çûn, bi hêviya ku piştî her destpêka nû jiyanek baştir bibînin. Malbata Smith bi saya gencînegeriya diravî debara xwe ya kêm baş kir.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Quinn, D. Michael (1998). Early Mormonism and the Magic World View (Çapa duyemîn). Salt Lake City: Signature Books. rr. 136. ISBN 1-56085-089-2.