Kürt Bilgeden Kürt İşçiye Mektuplar (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kürt Bilgeden Kürt İşçiye Mektuplar (Nameyên ji Zanakî ji Karkerekî Kurd ra ), pirtûkeke bi amedekariya A. Kadir Konuk ji nameyên Abdullah Baran ku di navbera salên 2006-2008 an da ji Çemşid Bender (Mehdi Halıcı) re nivisîne pêk tê. Ji aliyê Weşanxana Edebiyat ve Eleştiri, bi Zimanê Tirkî li Tirkiyê hat weşandin.

Addullah Baran li gundê Omera hatiye dinyayê û xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe xwendiye, piştre ji bo debara malbatê çuye welatên Ewropayê û li Norvecê bi cîh bûye. Li wir karê restorang û pizeriyayê dike.

Pirtûk bi pêşgotina Îsmaîl Beşikçi û A. Kadir Konuk hatiye weşandin. Îsmaîl Beşîkçî hem bi kurtî li ser Kurdên Anatoliyê û bi berfirehî jî Dr. Çemîd Bender û ji xebatên wi yên ji salên 1990 û vir ve dide nasandin.

Pirtûk ji 144 rûpelan pêk tê û bi imanê Tirkî ye. Li dawiya Pirtûkê da weke albumeke biçûk, çend dîmenên bîranînan fotograf hene.

Îstanbul, 2009, 14 x 20 cm, 144 rûpel, Tirkî ISBN No: 9786056091131

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]