KC Rebell

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
KC Rebell
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Navê jidayikbûnê
Hüseyin KökseçenLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Nasnav
KC RebellLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Dîskografî
KC Rebell discography (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
KC Rebell
Bergê albûma KC Rebell ya bi navê Rebellismus.

KC Rebell (z. 26ê kanûna paşîn 1988 li Bazarcix wek Hüseyin Kökseçen) rapvanekî alman ê bi eslê xwe yê kurd e.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destpêka sala 2006an de KC Rebell û PA Sports komeke hevpar ê bi navê "SAW" (Schwarz auf Weiss, tê wateya "Reş û Spî") damezirand. Ew di sala 2007an de de digel Snaga & Pillath li gelek deverên Elmanyayê tûr kirin. Di meha gulanê ya 2008an de KC Rebell û PA Sports bi rêya şîrketa Shrazy Records albûma xwe ya bi navê Kinder des Zorns (Zarokên Eciziyê) weşandin. Hevkariya di nava SAW û şîrketa Shrazy Records weke hat hevî kirin nemeşiya, lewra SAW piştî 5 mehan ji şîrketê veqetiya.

Di dawiya 2009an de KC Rebell û PA Sports digel Manuelsen vîdeoklîpa Grausam (Bê wijdan) weşandin. Di wê demê de hê di bin şîrketa Pottweiler Entertainment de xebatên xwe yê muzîkî dimeşand, heya ku biryar da êdî kariyera xwe bi tenê berdewam bike û di nîsana sala 2011an de derbasî şîrketa PS Sports a bi navê Life is Pain bû. Di 27ê gulanê 2011an de albûma wî ya ewil a bi navê Derdo Derdo hat weşandin.[1] Weşandina vîdeoklîba xwe ya bi navê Kurdistan bû sedema gelek gengeşiyan û bala guhdarvanên xwe kişande ser rewşa kurdên li Tirkiyeyê.[2] Tê gotin ku di sala 2005an de KC Rebell û futbolvanê kurd ê ekîba netewî ya Almanyayê Mesut Özil di heman ekîbê de dilîstin.

Muzîka KC Rebell[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

KC Rebell bi saya şîrketa Underground/Independent a nas a elman 'Aggro Berlin' berhemên xwe yên rapê pêşkêsî guhdarvanên elman ên ciwan kir û hê jî ji Aggro Berlin re dixebite. Stîla KC Rebell gelek dişibe şêwaza Gangsta-Rap a amerîkî. Di strana xwe ya 'Sieh es endlich ein' (Êdî têbigihêje) de KC Rebell behsa veqetînê dike û di gotinên stranê de ernoktiya xwe bi kurdbûna xwe girêdide:

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm
  • 2011: Derdo Derdo
  • 2012: Rebellismus
  • 2013: Banger rebellieren
  • 2014: Rebellution
  • 2015: Fata Morgana
  • 2016: Abstand
  • 2017: Maximum (KC Rebell x Summer Cem)
Albûmên hevkariyê
  • 2006: Schwarz auf weiß (bi rêya ji aliyê PA Sports, bi navê SAW)
  • 2008: Kinder des Zorns (bi rêya PA Sports wek SAW)
  • 2011: Hoodmoney (bi rêya PA Sports wek SAW)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Malpera KC Rebell 09-01-2012, ji orîjînalê di 19 îlon 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2012
  2. ^ Kritik Kurdistan, Thug Life präsentiert: KC Rebell, ji orîjînalê di 1 tebax 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2012