Kalbûnî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kalbûnî navê xwarineke pêjgeha kurd e. Bi heman navê derbasê pêjgeha Tirkiyeyê jî bûye û romiyan (tirk) navê wê neguhertine. Navê vê xwarinê di wêjeya devkî ya kurd de herwiha derbas dibe.

Berkelî (melzemeyê xwarinê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1/2 kg tîkegoşta berxê
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) riz (birinc)
  • 1/2 SA cûrikê çivîkan (kişmiş)
  • 1/2 SA mewij
  • 1/2 SA tiriya reş a hişkkirî
  • 5 SA ava goşt
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê nivîşkî
  • 50 gr behîva xaşandî û spîkirî
  • 1/2 SA fistiqê Entebê (Pistacia vera)
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KŞ darçîn

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birincê bişon, bidarivînîn. Mewij, cûrika çivîkan û tiriya reş a hişkkirî jî bişon, bikin tasên cuda, di nava avê de bihêlin bila nermijî bibin.

Goşt bikin quşxaneyê, 3 KX ava goşt berdin navê. Heya ava xwe kişand û sor bû, bila li ser agir be.

Di rûnbirêşkekê de 2 KX rûnê nivîşkî bihelînin, behîv û fistiqan berdin navê, heya zerayî pê ket sor bikin. Mewij, cûrik û tiriya reş a hişkkirî jî berdin navê, tev bidin û ji ser agir daynin.

Rûnbirêşa xwe vala bikin nava goşt, birincê jî tevlî bikin, xwê pê werbikin û bihêlin bila bikele. Kel bidawî bû, binê agir kêm bikin, bila xwarin ava xwe bikişîne.

Rûnê nivîşkiya ji ber ma, sor bikin, berdin ser pîlawê û bi qasî 4-6 deqeyan li ser agirê kêm bihêlin. Quşxaneyê ji ser agir daynin, darçînê pê werbikin, derxûngirtî (derxûn=devanga, qalpaxa quşxaneyan e) 20 deqe bidin sekinandin. Bi germî bînin ser destexaneyê (sifre).

Gotin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hela binêrin, kalbûnê de, kalbûn me bixwe yan em ê kalbûnê bixwin. *Xwedê bike qismet, hema bila kalbûn bêî goşt be.
  • Heger zarok bixêr bin, kalbûnê de, li ser postê nimêjê kalbûnê bi kalên (bapîr û dapîr) xwe didin xwarin.