Kamkaran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kamkaran (bi Kurdiya Navendî: کامکاران, bi farisî: کامکارها, Kamkarha, bi îngilîzî: Kamkars), malbateke Kurd ku ji heft birayan û xwîşkekê pêk tê, yek ji muzîkvan û muzîkarên Îranê û Kurdistanê ne. Repertuwara wan ji muzîka Kurd ya dewlemed û rengareng bi awazên tûj û ji rîtmên muzîka Iranê ya kalsîk pêk tê. Repertuwara muzîka Kurd gelek cur e û di dîroka xwe ya kevin de ra û şaxên xwe berdane nav laşên mirovan.

Yekemîn konsêrta wan vedigere bo sala 1965 an li bajara Sine yê kû nemir Hesen Kamkar (bavikê wan) jî di vê konsêrtê da beşdar bû û bi xo violon dijenî. Kamkaran li sertaserê cîhanê konsêrt pêşkeş kirine; yek ji wan: sala 2003 an li merasim a pêşkeş kirina Xelata Nobel a aşitiyê bi Şîrîn Îbadî yê bû. Herwisa li piraniya festîvalên mezinên muzîka dinyayê wekî WOMAD bi serperiştî ya Peter Gabriel û SummerStage a New York ê beşdar bûne û li gelek talarên Ewropa û Emrîka yê bi awayekî pir bi hêz bername îcra kirne û herdem rêz û aferîna sercem amadebûyan ji xwe re xelat kirnie.

Endamên Grûpê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]