Karesata Çernobîlê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çernobîl
Cihê sazgeha enerjiya nuklerî ya Çernobîlê

Di dema ceribandinekî de qezaya yekem a nûkleerî ya sedsala 20. pêk tê. Cih li Ûkrayna, li navçeya KîevÇernobîlê ye. ha li wir di reaktora 4. a hêzê ya nûkleerê de roja 26'ê Nîsana 1986'an ber destê sibê re qezayeke nûkleerî pêk hat û piştî vê tivabek(tibabek) berên fîsyonê li atmosferê ango li hewayê belav bû. Hemû cîhan roja 30'ê nîsana 1986'an bi vê xeberê hesiya.

Encamên Qezayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di encama vê qezayê de ev tiştên han rûdan: -600.000 (şes sed hezar) personel tevlî xebatên xilaskirina vê qezayê bûn. Gelek ji van bi radyasyona zêde re rû bi rû bûn. -Nexweşiya bêhtir derketî penceşêra tîroîdê ya zarokatiyê bû. -Di wan mehên pêşiyê de zarokên ji şîrê zêde bi îyoda radyoaktîf vexwarîn bi wê penceşêra tîroîdê ketin, li gor daneyan heta 2002'yan ji vê komê 4000 hezar zarokan re ev nexweşî derket. -Aliyên serbixwe dibêjin heta bi sedan salan kes nikare li Prîpyat û herêmên derdora wê bijî, her wiha hê jî têketina van deveran qedexe ye û polîs nahêlin kes bikeve hin deveran. -Li gor komîteya NY'ê 4000-5000 kes ji ber vê qezayê mirine. Lê belê li gor berhemeke nivîskarên Rûs Alexey V. Yablokov, Vassily B. Nesterenko û Alexey V. Nesterenko a di New York Academy Of Sciences de hatî weşandin heta 2004'an insan ji ber vê mirine û hejmara van kesan gihaye 1.000.000 (milyonekî). Gelek kes jî hêj nemirin lê ji ber nexweşiyan jiyana wan herimî. -Vê bobelatê bi awayên cur bi cur bandor li 7 mîlyon û 345 hezar û 329 insanên ji Ûkrayna, Belarûs ve Rûsya kir. -Yên malên xwe terikandin û li cihnên din hatîn bicihkirin 492.099 (ango nîv mîlyon insan) ev daneyên Neteweyên Yekbûyî, WHO, UNICEF'ê ne.