Katedrala Notre Dame ya Parîsê

Katedrala Notre Dame ya Parîsê
Katedrala Notre Dame ya Parîsê ji aliyê rojhilat ve
Di 15ê nîsana 2019an de beşeke mezin ji dêrê şewitî. Avahiya sereke û quleya naqosê ya bakur hatin xilaskirin û birc bi temamî herifî û ket xwarê.

Katedrala Notre Dame ya Parîsê an jî bi kurtî Notre Dame (bi fransî: Notre-Dame de Paris "Xanima me ya Parîsê"), katedraleke katolîk a Parîsê ye.

Ev katedral, ne dêra herî mezin ya Fransayê ye, lê bê guman yek ji girîngtirîn avahiyên gotîk e.[1] Ev berhema navdar û dîrokî li anîşkeke girava Cité ku navenda bajarê kevin ê Parisê ye hatiye avakirin. Notre Dame wek navenda Parîsê "Noqta Sifirê" tê zanîn[çavkanî hewce ye].

Binyata Katedralê di sala 1163'an de destpê kiriye, lê bi tevahî di sala 1345'an qediyaye.

Kronolojiya avahiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1160 Maurice de Sully (Metranê Parîsê), fermana xerakirina katedrala orjînal da.
  • 1163 Bingeha avahiya Notre Dame de Paris destpê kir.
  • 1182 Apse û beşa koroyê hate çêkirin.
  • 1196 Metran Maurice de Sully mir.
  • di derdora 1200'î Dest bi çêkirina berê rojava yê avahiyê hate kirin.
  • 1208 Metran Eudes de Sully mir. Qubeyên navenda Katedralê gihana xilasekê.
  • 1225 Çêkirina berê rojava bidawî bû.
  • 1250 Barûyên rojava û şibakeya bakur a gulî bidawî bû.
  • di derdora 1245–1260'î Transeptên katedralê bi şêweye Rayonnant ji aliyê Jean de Chelles û Pierre de Montreuil ve hatin çêkirin.
  • 1250–1345 Beşên mayî bidawî bûn.

Şewata 15ê Nîsana 2019an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şewatek di Katedrala Notre Dame ya Parîsê da 15ê Nîsana 2019an da, demjimêr derdora 18:30 danê êvarê derket. Di şewatê de tevahiya banîya Katedrala hilweşiya û birca wê hilweşiya. Nêzîkî 500 agirkuj, piştî 8.5 demjimêran agir temirandin. Di nav 48 demjimêranda de, ji bo nûvekirina Katedrala Notre Dame 1 mîlyar Euro hate komkirin. Piştî civîna Encûmena Wezîran ku bi serokatiya Serokwezîrê FransaEmmanuel Macron pêk hat, qanûnek ku ji bo sererastkirina Katedrala Notre Dame hate amadekirin. Li gorî daxuyaniyê, sererastkirin tê payîn ku di 5 salan de bidawî bibe .

Hinek agahiyên Katedralê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zangoça li barûya başûr a bi navê "Emmanuel" 13 ton e.
  • Tê gotin ku hinga ku zangoça Emmanuel di sala 1631'an de hatiye çêkirin, pîrekan cewherên xwe tevlî hesin kirine, lewma rengê wê wisa xuya dike.
  • Quba katedralê 34 metre bilind e.
  • Her barûya li aliyê rojava 69 metre bilind e.
  • Di barûya zangoçê de bi tevahî 422 pêpelûk hene ku çiqas diçin teng dibin.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Discoverfrance.net". Discoverfrance.net. Roja gihiştinê 31 gulan 2011.