Kazım Özdemir (Epözdemir)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Kazim Ozdemîr (bi tîpên tirkî: Kazım Özdemir (Epözdemir) (*payîza sala 1940, li gundê Minar a girêdayî Hewêl a parêzgeha Sêrtê) nivîskar, perwedekar û mamosteyê zimanê Kurdî ye. Niha li Almanya dijî.

Di gelek malper û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin. Herwiha niha jî dinivîsîne.

Jînenîgarî[biguherîne]

Nivîskar Kazim Ozdemîr jînenîgariya xwe wiha rêz kiriye:

"...Bi rastî ez nizanim kengê, di kîjan salê de hatime cîhanê. Di qeydiya nasnameya min de tarîxa rojbûyîna min ne rast e, xelet e. Dema bavê min xwest min li cem dewletê qeyd bike, bîra min tê. Paşê min tarîxa jidayîkbûna xwe, bi biryara dadgehê da guhastin, belê ew jî rast nehat çêkirin.

Çewa dê û bavê min qal dikirin û ez li gorî gotinên wan hesab dikim, ez di payîza sala 1940'an da hatime cîhanê. Ez di demek gelek zor, di salên cenga cîhanê ya duyemîn de ji 10 zarokan, ê herî dawî ji dê û bavê xwe re çêbûme û hatime cîhanê. Xwedê van deh zarokan parkiriye. Pênc ji wan mirine û 3 keç du lawik pênc jî, ji dê û bavê min re mane.

Ez li gundekî bajarê Sêrtê, qezaya Şêrwan (niha ev gund li ser qezayê Hewêl e. Wê demê Hewêl = Baykan ne qeza bû.) hatim e cîhanê. Navê gundê min Minar e. Minar nehîye bû û di gund de qereqol hebû. Dewleta Tirk navê gundê me jî guhart belê ez navê bi Tirkî li her cî û warî na emilînim û zimanê min nagere navê Tirkî bêjim.

Dema şerê cîhanê yê duyem, li welatê me nangiraniyek mezin yanî xelayek çêbûye. Ez di vê xelayê de ji dayika xwe re bûme. Dema birayê min ê mezin ji min diqehirî (û carnan jî bavê min) ji min re digot "Tu bê oxirê mala me yî, tu qidûmreş î. Tu hatî dinyayê û te bixwe re ji me ra xela anî)". Li goriya birayê min û carnan jî li goriya bavê min, ez ji malbata me re bêoxir bûm û min xela anîbû, jiyan bibaha kiribû, xela çêkiribû. Heger ez nehatama cîhanê li hêla me nedibû xela..

Dê û bavê min di gund de nikaribûne xwe û pênc zarokên xwe xwedî bikin. Seba belengaziyê, seba ku zarokên van ji birçiyan nemirin gund terk kirine, çûne li gundek deşta Mûşê li gundê Xarsê bicî bûne. Piştî 6 heyvan ji Xarsê çûne gundê Nok(gund)ê ku ev gund jî nêzî Xarsê ye. Li wir jî 6 heyv mane û ji gundê Nokê jî, mala xwe barkirine çûne gundê Gêsa. Gundê Gêsa di navbera Mûş û Norşêna Hezret de xwe sipartiye Çiyayê Xaçereşê. Navbera Gêsa û gundê Mûsa Beg, Xifyan bi lingan 15 deqîqê bû û ez di biçûkayiya xwe de gelek caran diçûm Xifya, min serpêhatiyan ji Gulnaz Xatûna (Gulnaz Xanim) xwişka Hecî Musa Beg û kesên dî wek Medenî Beg û yên din guhdarî dikir. Hecî Musa Beg, yek ji êndamên delegsyona kongreya Erzirom û Sêwasê ye. Hecî Mûsa Begê Xwêtî di kongreya Erzîromê de bi Mustafa Kemal Atatürk re ji neh kesên ku ji bo heyeta Koma Temsîlê (Heyetî Temsîlîye) , heyeta ku neclîsa Enqereyê û damezirandina dewleta Tirk hazir kiriye re, hatiye hilbijartin û paşê piştî damezirandina komarê ji aliyê Mistefa Kemal ve hatiye dardakirin.

Dema em li gundê Xarsê bûn li goriya hesabê min ez du-salî bûme. Bîranîna min a herî ewil ku ez tiştek ji vê cîhanê fêhmbikim li gundê Xarsê çêbû. Min ewil li gundê Xarsê, ji dinyayê fêhm kir. Em du sal li gundê Gêsa man. Piştî rawestana şerê Cihanê yê duyem di payîza sala 1946'an da em zivirîn gundê xwe, Minar. Wê demê bavê min, li ba berbirsiyarên dewletê min qeydê nifûsê kir.

Wan deman, zor û zordestiya partiya CHPê hebû. 2 cendirman dikaribûn gundek talan û wêran bikin. Li gundê me Minar, dibistan tune bû û kesek xwendevan jî tune bûn. Kêm kesan bi Tirkî dizanibûn. Ew jî li eskeriyê fêr bûbûn. Di gund de bi tenê du jinan bi Tirkiyêke xirab dikaribûn berika xwe ji avê derêxin. Yek ji wan jina kurapê bavê min bû ku keça xwe dabû onbaşiyek Tirk û onbaşî piştî eskeriya xwe êdî neçûbû welatê xwe Denizli, mabû li welatê me. Ya din ji jinekek kal bû ku ji cendirman re xizmet dikir û ji wan re nan çêdikir.

Li gundê me Minar cara ewil, dibistan di sala 1949'an da vebû. Menzelek ji qereqolê xistin dersxaneya zarokan. Sala ewil me 46 zarokan dest bi dibistanê kir. Di nav van zarokan da, ji 6 salî heta 12 saliyan zarok hebûn. Em bi temamî di pêngava yekan de bi hev re bûn. Di nav me de 4 keçik hebûn. Li dibistanê kursî û mase tunebûn. Kesên ku dikaribûn parçek hesîr, berikek an kulavek kevin ji mala xwe ji xwe re bînin, li ser rûdiniştin. Em kesên belengaz ku li mala me parçek hesîr jî tunebû li erdê rûdiniştin, li ser çoka xwe dinivisand û bi vî awayî ders çêdikir. Menzela me tê de ders çêdikir, erda wê ferşkirî bû û zivistanê ev ferş gelek cemidîbûn. Ez salek di dersê de li ser van ferşên cemidî rûniştim. Dema em ketin pêngava didûyan ji me re ji bo ders kursî û mase anîn.

Di sala 1950'an da 14'ê gulanê Partiya Demokrat hilbijartinê qezenç kir û kete ser hikmê. Di eynî sal da li gundê me ji aliyê gundiyan ve dibistanek hat avakirin. Gundî mecbûr bûn bêpere bixebitiyan. Ev biryar ji aliyê CHPê ve hatibû girtin. Ez jî bi bavê xwe re li ser avakirina dibistanê xebitîm.

Di sala 1953-54'an de ji 46 zorêkên ku ewil bi hev re dest bi dibistanê kirin, me 4 zarok dibistan kutand û dîplom sitand. Min bi dereceya herî qenc, kurapek min bi dereceya qenc, kurapek minê din û yekê gundî bi dereceya nîvçe dîplome girtin.

Dema ez diçûm dibistanê min xwendina erebî jî li cem melayê gund dixwend. Piştî ku min dibistan kutand min li gundek din dest bi feqetiyê kir. Li cem mala şêxê Hezîn rehmetiyê Şêx Bahadîn ez bûm feqiyê wî. Bavê min dixwest ku ez bibim mela. Min gelek ilmê şerîetê xwend. Cara yekem di vê feqetiyê de ez şîyar bûm. Min Nûbihara Ehmedê Xanî, Neciranama bi Kurdî, Mela Xelîlê Sêrtî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran di vê feqetiya xwe de nas kir. Piştî 5 salan min dev ji feqetiyê berda û xwest bibim mamoste. Ez çûm dibistana mamosteyan li qezayê Diyarbekir Erxenê, Dicle İlköğretmen Okulu dest bi xwendina mamostetiyê kir. Bavê min dijî xwendina min a mamostetiyê bû. Digot ev xwendin ilmê şeytan e. Ez bi dizî bêî bavê xwe çûme dibistanê.

Dema min dibistan xwend ez mecbûr bûm di tatîlan da bixebitim, xercixa xwe ya dibistanê derxim. Her havîn ez li ciyên cûre cûre û li ser îşên cûre cûre xebitîm. Ez li nêzî Colemêrgê li Şamanisê di medena komira kevir, 40 mêtro di binê erdê de xebitîm. Min li Stenbolê di hala zerzewat de barkişandin (hemaltî) kir, li Wanê kerpîç çêkir, keviran ji bo xaniyan şikand, li Tetwanê ser çêkirina riya hesin çawîştiya emeleyan kir, li Basleysê karê xwê-çêkirinê kir, li Bidlîsê û Wanê emeletiya xanîavakirinan kir..

Di sala 1965'an da min dibistana mamosteyan kutand û li gundê Beydîlî qezayê Sütçüler a bajarê Ispartayê bûm mamoste. Beydîlî li ser çiyayê Toros bû. Ji qezayê 10 demjimêr dûr bû û riya otomobîlan tune bû. Belê ji sala 1930'an vir de li wir dibistan hebû. Gundê me Minar nehîye bû û dibistan ewil sala 1949'an li wê destpêkir.

1966'an min li Isparta 4 hefte eskerî kir û di dû de li gundê Dêrxas ku niha qezayê Mûşê ye mamosteyî û serkariya dibistanê kir. Ji bo Dêrxas bibe qeza li wir bi heval û gundiyan ve me gelek xebatan kir.

Di payîza sala 1969'an de, ez ji Dêrxas çûme nehiya Têlîyê (Tîl) ku niha ev jî qezayê Mûşê ye. Li dibistana leylî (Yatılı Bölge Okulu) du sal alîkarê serkanê dibistanê xebitîm. Li Tîlê jî, ji bona Tîl (Korkut) bibe qeza ez, heval û gundî dîsa wek Dêrxasê gelek xebitîn.

Di payîza sala 1971'an da, ez bûme Serkanê(midûrê) dibistana starê (yatili okul) li Botan, qezayê Dihê (Eruh Yatılı Bölge Okulu) . Dibistan di inşaetê de bû û hê xilaz nebûbû. Min payîza sala 1972'an dibistanê ji xizmetê re vekir. Di sala ewîl da nêzî 400 zarokan qeydê dibistanê kir. Wê demê kesî keçikên xwe nedişand dibistanek leylî. Ji van 400 zarokan 130 keçik bûn.

Waliyê Sêrtê di vekirina dibistanê de peyvandinek kir. Di peyvandina xwe da wiha got: "Li Rumeliyê Mithat Paşa parêzgarê (waliyê) umûmî bû. Dixwest dibistanan weke. Ewil li bajarek dibistanek vedike. Dema dibistan vedibe ew jî diçe vekirina dibistanê. Belê kesî zarokên xwe qeydn ekiribûn. Piştî demek dibîne ku papazek du keçikan di bin cubeyê xwe de tîne û ji Mithat Paşa re dibêje min van keçikan anî ye ku bixwînin. Papazek din jî bi 3 keçikan ve tê. Mithat Paşa ji kesên li wir amadebûn re dibêj e, me niha Rumelî winda kir. Ez jî dema van keçikan dibînim ev bûyêra li Rûmeliyê tê bîra min".

Em mamosteyên Kurd wê deme gelek şabûbûn û me digot "Tirkiye niha Dihê winda kir". Ev şabûna me hêja jî ciyê xwe negirtî ye.

Di payîza sala 1973'an da dewletê min şand Almanya. Di konsolosa bajarê Hannoverê de bûme berpirsîyarê perwerdeyiyê. Di sala 1977 min ji wê berpirsiyariya perwerdiyê xwe de paş û li qezayê Leerê bûme mamosteyê dewleta Alman. Min ji bo zarokên biyaniyan (Tirk, Spanî, Portûgalî û yên din) mamostetiya zimanê Almanî, ji bo zarokên Tirkan mamostetiya zimanê Tirkî, ji bo zarokên misilmanan mamostetiya dersa olî kir.

Ji sala 1980 heta sala 1987 min li dibistana bilind a hunerî (Fachhochscule) Ostfriesland li Emden ji bo xwendevanên Alman dersdarî kir. Ji sala 1995'an heta sala 2005'a min li bajara Leerê dersa zimanê Kurdî da zarokên Kurd. Di sala 2005'an de min karê xwe rawestand û bûme karrawester (emekli) . Seba dersdariya Kurdî ez li meydana balafirê li Stenbolê hatim binçavkirin. Bi alîkariya dewleta Alman piştî demek azad bûm.

Ez di sala 1963´an da zewicîm û heta niha bi hevaljiyana xwe ya dilsoz re jiyana xwe bextiyar didomînim. Çar zarok û 7 neviyê min hene.

Min di gelek rojnameyan da nivîsên bi kurdî nivîsandiye. Niha ez di gelek malperan da bi Kurdî dinivisînim. Di sala 2005'an pirtûkek min ê hikayetan bi navê Newêlên bi xwîn hat çapkirin. Pirtûkek min bi navê Çîrokên Kurdî ji çapê re amade ye. Ez li ser dîroka Serhildanên Kurd û şerê azadiya Kurdan lêkolîn dikim. Min gelek tiştan amade kiriye, belê pirtûk hê ji çapê ra ne hazir e..."

Berhem[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

[1]