Kela Dimdimê (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kela Dimdimê ango Keleha Dimdimê pirtûka pêşîn a nivîskarê kurd Jan Dost e, wî ev dastan sala 1985an nivîsiye[çavkanî hewce ye], ango temenê wî wê demê bîst û yek sal bûn. Sala 1991 an ji hêla Weşanxaneya Rewşen li Bonn hate wesandin. Di eynî salê de jî li Stembolê ji alî Weşanxaneya Melsa yê ve dûbare hate weşandin.

Kela Dimdim

Vê pirtûkê roleke pir giring di edebiyata kurdî ya li bakurê Kurdistanê lîst. Ew pirtûka yekem bû ku bi firehî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate belav kirin û xwendin[çavkanî hewce ye]. Gelek nivîskar û xwendevan li bin bandora wê mabûn. Ew çîroka Keleha Dimdimê ya Emîrxan Lepzêrîn ve dibêje. Bi rengekî helbestî û bi xeyaleke nazik û trajediyeke dilêş.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]