Keledoş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Keledoş

Keledoş, keldoş xwarineke pêjgeha kurd e. Li herêmên Serhed, Botanê pirr tê xwarin.

Ji koma xwarinên sîr û mastê ye. Li hin deveran cuda bin jî, ji keşkê tê çêkirin. Dahn, nok, goşt û giyayên ku zivistanê hişk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin. Ku hazir dibe nan hûrdikin û li ser nan dikin û tê xwarin.

Li Serhedê ji sîr û mastê çêdikin. Berkelîna wê nan an pelhevîrka badayî (hin caran dagirtî), sîr, mast, îsota reş, rûn, xwê ye. Îsota reş di nava rûnê qijilandî de bi ser de dikin.

Li Çewlîg, rojhilatê Kurdistanê, Sêwas û gelek deveran ji dêvla nanê pişirandî, şikevaya pêçandî û dagirtî bikartînin. Li Kanîreşê jê re sîrapel dibêjin, hinekê cuda ye ev.

Bo keledoşê (gotin)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Keledoşa herî xweş a xelkê ye.
  • Keledoşê ne bi kevçiyê, bi destan bixwin lewra kewaniya malê sîr-mast jibîr kiriye.
  • Her tişt dikele, lê keledoş, didoşe (heger pelhevîra dagirtî qul be, ava xwarinê dikevê, dema mirov bixwe dişibe guhanên ku şîr jê tên. Ji bo kewaniyên malê yên ne pisporên viya dibêjin)
  • Keledoş xwarina dewlemendan e. Çavê xizanan li goştê qeliyê ye.
  • Heger dizê keledoşê ez bim, ka quşxane. (ango wisa bitehm e ku bi tevî quşxaneyê tê dizîn).