Kerîm Husamî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kerîm Husamî
Jidayikbûn1926 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kerîm Husamî (jdb. 1926 li Mehabadê - m. 6ê çiriya pêşîn a 2001ê Stokholmê) nivîskar û siyasetmedarekî kurd bû.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kerîm Husamî di sala 1926ê de li gundê Bayram li navçeya Mehabadê li Kurdistana Îranê ji dayik bû. Di sala 1954ê de ew ji ber karê xwe yê siyasî ji aliyê rêjîma Şah a Îranê ve hate girtin û sê sal di zindanê de derbas kirin. Husamî di sala 1960î de ji bo xwendinê çû Çekoslovakyayê, di sala 1964ê de jî berê xwe da Bulgaristanê. Siyasetvanê kurd di sala 1971ê de vegeriya Kurdistana Iraqê û li wir bi Ebdulrehman Qasimlo re Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê (PDK-Îran) ji nû ve vejand. Di kongira sêyem a PDK-Îran de, ku di 21.6.1971ê de pêk hat, Husamî wekî endamê polîtbîroya PDK-Îran hate hilbijartin. Husamî di sala 1984ê de dev ji partiya xwe berda û ji sala 1986ê ve li Swêdê wekî penaber bi cî bû.

Kerîm Husamî di jiyana xwe de gelek pirtûk nivîsandine û ji zimanên din jî wergerandine. Wî bîranînên jiyana xwe ya siyasî û rewşenbîrî di pirtûkeke bi navê “Le bîreweriyekanim” nivîsandine, ku ji 11 cildan pêk tê.

Kerîm Husamî di 6ê çiriya pêşîn a 2001ê de li Stockholmê paytexta Swêdê mir.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Le bîreweriyekanim