Kevirkan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cureyekî kevirkan
Şîvanek kevirkana xwe bi kar tîne li dora 1900-1920

Kevirkan, kevkan, kevirkanî, kevkanî navê çek û pêlîstokek e. Gelek binavkirinên wê yên din jî hene. Ji bo zarokên mezin û kesên temenmezin e. Herwiha alaveke şer ê kevn e jî.

Kevirkan ji bo kevir avêtin, kevir pekandinê ye. Ji rîs, bendên nûjen an çermê ajalan tê ristin. Kevirkan wekî xalîçe, fanorî yan goreyan tê ristin. Kevirkanên baş bi rîsên rengîn û şidyayî ne. Zarokên ku derfeta wan a ristinê nîne, ji parçeyeke çerm an qumaşê kevirkana xwe çêdikin.

Kevirkanê de 3 tişt girîng in[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Pazbendok, bendok
  • Cihê kevir, keva/kefa kevir
  • Gustîlok, cihê ku bêçiya navendî dikeveyê. Gustîlok ji bo ku kevirkan jî tevê kevir neçe ye.

Pirranî law bi kevirkanê dilîzin. Bi kevirkanê gelek lîstik tên afirandin. Bo mînak qûçeke keviran wekî hedefa nîşangirtinê tê danîn û bi kevirkanan lê kevir tên reşandin. Kê biserket, ew mîr, ên din mastxur in.

Wekî alaveke şer jî hatiye bikaranîn. Kevirkanên berê gelek mezin bûne. Cureyê wiha ji Kurdan derbasî hin komên cîran jî bûye. Kevirkanên gelên din, taybetî yên Ewropayiyan ji darên terr dihatibûne çêkirin. Cihê kevir dikeveyê bi hêza ga, hesp (esp, esptor, asptor) an ajalên mezin ên din ên kedîkirî dihatibûye kişandin. Girêyan wan dema bi şûr dihate jêkirin, bi lezeke mezin kevir dipekiya.

Cureyê Kurdan, pirranî bo şerên çiyayî û gerîlla û yên Ewropiyan bo dagirkirina bajarên dor bi sûr bikêr bûne.

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]