Çermê mirov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Çerm hat beralîkirin)
Epîdermîs û dermîs du çînên serekî yên pestê ne.

Çerm, pêst an jî pîst,endamê herî gewre yê mirov e.

Tevahiya laşê mirov ji aliyê derve bi çerm ve dapoşî ye[1].Çerm endamê herî gewre yê laş e[2]. %15yê giraniya laşê mirov ji çerm pêk tê. Çerm ji bo hokarên nexweşiyê berbestek sirûştî ye. Rê li ber bakterî, vîrus û hemû hokarên nexweşiyê digire, nahêle bikevîn nav laşê mirov. Herwisa ji rijênên çerm xwêdan û çewrî jî tê derdan. Çewrî û xwedan liser rûyê çerm belav dibin, pHa rûyê çerm dadixînin 5 heta 3yê,ango rûyê çerm piçek asîdî ye. Asîd derfet nade hokarên nexweşiyê ko li ser çerm bijîn. Di nav şileya xwêdanê (araq) de enzîmek heye bi navê lîzozîm (lysozyme), lîzozîm dîwarê xaneyên bakteriyan diherisînê, bi vî awayê bakteriyên li ser rûyê çerm tên kuştin[1]. Stûriya çerm li her aliyê laş de ne ne bi yekşêwe ye. Li gor asta stûriyê, du cor çerm heye, çermê stûr û çermê tenik. Çermê kefa dest, çermê binê pî mînak in ji bo çermê stûr. Radeya asayî (average) ya stûriya çerm 1 heta 2 mm ye. Stûriya çermê stûr, bi qasî 5 mm ye[3].

Pêkhatê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêstê mirov ji du çînên serekî pêk tê.

1. Epîdermîs : Li aliyê derve yê çerm

2. Dermîs : Li aliyê navî yê çerm de cih digire. Dermîs bi navbeynkariya çîna hîpodermîs (binçerm) bi masûlke û hestiyan ve girêdayî ye[4]

Epîdermîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîgmenta melanînê reng dide epîdermîsê.

Epîdermîs çîna li jorê çerm e. Gellek qatên xaneyên rûkeş li ser hev rêz dibin, bi vî awayê çîna epîdermîs peyda dibe. Di nav çîna epîdermîsê de lûleyên xwînê tune, xaneyên epîdermîsê xurek û madeyên pewîst ji mûlûleyên çîna dermîsê digirin[5].Stûriya epîdermîsê di çermê binê pî û çermê kefa dest ya herî zêde ye. Epîdermîs ji bo hokarên nexweşiyê berbestek sirûştî ye. Rê li ber bakterî, vîrus û hemû hokarên nexweşiyê digire, nahêle bikevîn nav laşê mirov[6]. Herwisa epîdermîs ava laş jî diparêze, nahêle laşê mirov zuha bibe.

Çîna epîdermîs ji 5 qatan pêk tê.

1. Qata hişk (Stratum corneum )[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qata herî jor a epîdermîsê ye. Ji xaneyên pehnkirî yên mirî pêk tê. Di nav sîtoplazmaya xaneyan de keratîn heye. Keratîn proteînek rîşalî(rîsî) ye[2]. Proteînên keratînê req in û rê nadin avê. Qata hişk peş bi beş diweşe. Xaneyên ji qata zelal dewsa xaneyên weşiyayî digirin.

2. Qata zelal (Stratum lucidum)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji rêzên rûkeşexaneyên pehn pêk tê. Navikên piraniya xaneyên vê çînê riziyayî ne, hinek xane jî bê navik in. Rêza xaneyên bênavik di bin mîkroskobê de wekî çînek zelal (ron) xuya dibin. Ev qat tenê di epîdermîsa çermê stûr de heye[4].

3. Qata danikî (Stratum granulosum)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çînek tenik a epîdermîsê ye. Ji 2 heta 5 rêzên xaneyên pehn pêk tê[3]. Di nav sîtpolazmaya xaneyên qata danîkî de bi navê keretohaylîn (keratohyalin) danikên proteîn heye[7]. Keretohylîn pêşkerê keratîn e.

4. Qata striyokî (Stratum spinosum)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji sîtoplazmaya xaneyên vê çînê, niçikên mîna dirriyên darê ji parzûna xaneyê ber bi derve dirêj dibin. Ev pêkhateyên striyokî xaneyên qata striyokê bi hev re girê dide[3].

5.Qata binçîne (Stratum basale / Stratum germinativum)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çînek stûr e. Rûyê vê çînê ji rêzên xaneyên firegoşeyî pêk tê. Li aliyê jêrê çînê rûkeşexaneyên şeşpaloyî(bi îngilîzî: cuboidal) an jî yên stûnî (bi îngilîzî: columnar) cih digirin. Ji xaneyên vê derê, bi dabeşbûna mîtozî, xaneyan nû tên çêkirin. Xaneyên nû ber bi qata hişk cih diguherin. Xaneyên ko bi dabeşbûnê xaneyên nû çêdikin, wekî xaneyên bineratî (bi îngilîzî: stem cells) tên navkirin. Di qata binçîneyê de xaneyên keratînê (keratinocytes), xaneyên bineratî ne[3]. Di nav xaneyên keratînê de hinek ji xaneyên melanînê (melanocytes) heye. Xaneyên melanînê pîgmenta (boyax) melanînê berhem dikin. Rengê pêstê mirov li gor rêjeya melanîna nav xaneyên epîdermîsê diyar dibe[8]. Hin beşên qata binçîneyê ber bi nav çîna dermîsê dirêj dibin, bi vî awayê çîna epîdermîsê bi çîna dermîsê ve girê didin. Herwisa ji çîna dermîsê xurek û madeyên pêwîst dabîn dikin ji bo xaneyên epîdermîsê.

Dermîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dermîs li bin epîdermîsê de dirêj dibe, pêkhateyên wekî lûleyên xwînê, demarên hestê, çikildanokê mû, lûsemasûlke, lûleyên lîmfê, rijênên xwedanê û rijênên çewrî lixwe digire. Li gel van pêkhateyan xaneyên fîbroblast, xaneyên hellûşêner û xaneyên çewrî jî xaneyên sereki yên dermîsê ne. Dermîs ji bestereşaneyê pêk tê. Navbera pêkhateyên bestereşaneyê de rîşalên kolajen (bi îngilîzî :collagen fibers) û rîşalên qaîşokî (bi îngilîzî:elastic fibres)heye[2]. Stûriya dermîsê 0.5 mm heta 3 mm ye[9]. Dermîs li aliyê jêr ve bi hîpodermîsê ve girêdayî ye.

Dermîs ji du çînê sereke pêk tê; çîna goçkeyî (bi îngilîzî: papillary layer) û çîna torî (bi îngilîzî: reticular layer)

Çîna goçkeyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîna goçkeyi ji bestereşaneyê pêk tê, lê bestereşaneya vê çînê sist e, ango rîşalên kolojen û rîşalên qaîşokî torek lawaz ava dikin. Pêkhateyên mîna tilî ji çîna goçkeyî ber bi jorê, di nav qata binçîne ya dermîsê dirêj dibin, evan pêkhateyan wekî goçkeyên çermê tên navkirin. Di goçkeyên çermê de gellek mûlûleyên xwînê, mûlûlyen lîmfê, xaneyên hellûşêner, rîşalên demarê, hinek ji xaneyên çewrî, wergirên berkevtinê û xaneyên fîbrobalst heye. Xaneyên hellûşêner, xaneyên bergiriyê ne, heke ji hawirdorê, hokarên nexweşiyê bikevin nava çerm, xaneyên hellûşêner li hember wan bergirî dabîn dike[4]. Herwisa goçkeyên çermê gellek hestewergir jî lixwe digirin[9].

Çîna torî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bin çîna goçkeyî de çîna torî dirêj dibe. Bestreşaneya li vê çînê gellek gurr e. Ji ber gurahiya rîşalan, ev çîn bi şeweyê torî xuya dibe. Li vê çînê de rîşalên qaîşokî û rîşalên kolojên li nav hev dirêj dibin, lê piraniya rîşalên vê çînê ji rîşalên kolojen pêk tê[8]. Rîşalên qaîşokî nermahî didin çermê, rîşalên kolajen jî girjiya (şidayî) çerm xurtir dike. Rîşalên vê çînê bi gelemperî li derûdora çikildanokê mûyan, rijênên xwêdanê û rijênên çewrî hê zêdetir in[3]. Çîna torî li gel mûlûleyên xwînê, gellek hestewergir û demarên hestê, rijênên xwêdanê, rijênên çewrî, regên (kok) mû lixwe digire[4]. Herwisa li vê çînê de xaneyên mast, xaneyên fîbroblast û lûleyên lîmfê jî cih digirin[3].

Hîpodermîs[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hîpodermîs li bin çîna dermîsê de dirêj dibe, loma wekî çîna binçerm tê navkirin. Hîpodermîs beşek çerm nîn e[4]. Çerm bi navbeynkariya hîpodermîsê bi masûlke û hestiyan ve tê girêdan. Herwisa mûlûleyên xwînê û hestedemarên çerm jî ji aliyê hîpodermîsê ve tê dabînkirin. Hîpodermîs ji çîna bestereşaneya sist û proteîna elastînê pêk tê. Xaneyên sereke yên hîpodermîse; xaneyên fîbroblast, xaneyên hellûşêner û xaneyên çewrî ne. % 50yê çewriyê laş di hîpodermîsê de cih digire. Çewriya hîpodermîsê laşê mirov ji sermayê diparêze, nahêle sermaya hewayê derbasî nav laş bibe.

Erkên Çerm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parastin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çerm ji bo hokarên nexweşiyê berbestek sirûştî ye. Rê li ber bakterî, vîrus û hemû hokarên nexweşiyê digire, nahêle bikevîn nav laşê mirov. Herwisa ji rijênên çerm, xwêdan û çewrî jî tê derdan. Çewrî û xwedan liser rûyê çerm belav dibin, pHa rûyê çerm dadixînin 5 heta 3yê,ango rûyê çerm piçek asîdî ye. Asîd derfet nade hokarên nexweşiyê ko li ser çerm bijîn. Di nav şileya xwêdanê (araq) de enzîmek heye bi navê lîzozîm (lysozyme), lîzozîm dîwarê xaneyên bakteriyan diherisînê, bi vî awayê bakteriyên li ser rûyê çerm tên kuştin[1]. Çerm laşê mirov ji tîrojên serbinefşî diparêze. Tîrojên serbinefşî, tîrojên ziyanbexşên ji bo şane û xaneyên laş. Çerm, laşê ji tîrojên serbinefşî yên rojê diparêze. Gava tîrojên serbinefşî dikeve ser çermê mirov, ji xaneyên çerm melanîn tê derdan. Melanîn boyaxek (pîgment) bi rengê qehweyî ye û tîrojên serbinefşî dimijîne, nahêle tîroj bigihîje şaneyên binê çerm. Herwisa di bin tîrojên rojê de sitûriya qata hişk a çîna epîdermîsê jî zêde dibe. Li gel melanînê, qata hişk a epîdermîsê jî tîrojên serbinefşî dimijîne[3].

Derdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li çerm çar cor rijên heye; rijênên çewrî, rijênên xwedanê, rijênên şima û rijênên şîr[10].

Rijênên çewriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çewriyerijên madeya çewrî der didin ser rûyê çerm. Li ser rûyê çerm de bakteriyên sûdbexş bi vê çevriyê tên xwedîkirin. Herwisa çîna çewrî, rê nade avê ko ji laş derbikeve an jî ji derva bikeve nav laş.

Rijênên xwedanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rijênên xwedanê (araqerijên) şileya xwedanê der didin ser rûyê çerm. Gava şileya xwedanê dukel dibe û wekî madeyek gaz ji rûyê çerm dûr dikeve, di heman demê de rûyê laş jî sar dike. Ango rijênên xwedanê pileya germahiya laş rêk dixe. Di nav şileya xwêdanê de enzîmek heye bi navê lîzozîm (lysozyme), lîzozîm dîwarê xaneyên bakteriyan diherisînê, bi vî awayê bakteriyên li ser rûyê çerm tên kuştin[1]. Li bin çerm de qata şaneya çewrî heye, çewriya binê çerm, laşê mirov ji sermayê diparêze.

Rijênên şimayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rijênên şimayê li nav çermê coga guh (coga bihîstinê) de şimaya (mûm) guh der didin. Şimaya guh rûyê perdeya guh nerm dike, nahêle perdeya guh zuha bibê. Bi vî awayê perdeya guh qaîşokî dimîne û gava pêlên deng lê dixin, perdeya guh bi hêsanî dilerize.

Rijênên şîrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rijênê şîrê, ji memikan şîr der dide. Ango şîrê ji bo dergûşê, ji aliyê van rijênên dayikê ve tê berhemkirin û derdan.

Hestkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav endamên hestê yên laş de, çerm mezintirîn endam e. Di nav xaneyên çerm de gellek hestewergir hene. Mîkanîkewergir, êşanewergir û germahiyewergir, wergirên nav çerm in. Hestewergirên çermê ji demarekotahiya demarexaneyên hestê pêk tê. Hestewergir ji aliyên kartêkirin wekî berkewtin (temas), pestan (pesto), êş, germahî û sermahî tên çalakkirin. Sinyalên ji kartêkiran bi bi navbeynkariya demarên hestê bi şêweyê sînyalên elektrîkî ber bi dirkepetikê tê guhêztin, ji vir jî ber bi mejî ve tên şandin. Têgihîştina hestan li mejî rû dide[2].

Rêkxistina germahiya laş[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Asta pileya germahiya asayî ya laş 36.8 santîgrat pile ye[2]. Germahiya laş ji aliyê demarekoendama xweyî ve tê rêkxistin. Hin caran ji ber germahiya hawirdore an jî ji ber çalakiya masûlkeyan, germahiya laş ji asta asayî bilindtir dibe. Zêdebûna germahiya laş, beşa sîmpasawî ya demarekoendama xweyî çalak dike. Demarên sîmpesawî rijênên xwêdanê han dikin ji bo derdana xwêdanê. Şileya xwedanê ji bo dûkelbûnê germahiya laş bi kar tîne. Ango gava şileya xwêdanê ji rûyê çerm dûkel dibe, germahiya çerm digire bi vî awayê rûyê laş hênik dibe. Li gel rijênên xwedanê, lûleyên xwînê jî alîkarî dikin ji bo hênikkirina laş. Gava germahiya laşê mirov zêde dibe, lûleyên xwînê yên çerm fire dibin û ber bi rûyê çerm ve bilind dibin. Xwîna nav lûleyên firebûyî germahiya xwe dide hewayê, laş hênik dike. Heke germahiya laş ji asta pileya asayî nizimtir bibe, vê gavê rijênên xwêdanê, derdana xwedanê kêmtir dikin û lûleyên xwînê jî teng dibin, ji rûyê çerm dûr dikevin. Bi vî awayê germahiya xwînê di nav laş de tê parastin[9].

Çêkirina vîtamîna D[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hinek ji vîtamîna D di laşê mirov de, bi alîkariya çerm tê berhemkirin. Bi eslê xwe ne rasterast vîtamîna D lê pêşenga vîtamîna D di çerm de tê berhemkirin. Li bin tîrojên rojê de pêşenga vîtamînê, diguhere bo vîtamîna D. Xaneyên çermê vîtamîna Dyê rasterast der didin nav xwînê[11].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ a b c d e Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ a b c d e f g Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. ^ a b c d e Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  7. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, The epidermis [1]
  8. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  9. ^ a b c McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  10. ^ Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  11. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.