Kewê gozel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kewê sor hat beralîkirin)
Kewê Sor
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Ajal
Filûm: stûnpiştdar (Chordata)
Çîn: Balinde (Aves)
Kom: Balindeyên dirûvê mirîşkan (Galliformes)
Famîle: Qerqewil (Phasianidae)
Cins: Kewê kêvir (Alectoris)
Cure: A. chukar
Binecure: A. chukar kurdistanica
Navê zanistî yê latînî
Alectoris chukar kurdistanica
Meinertzhagen, 1923
ev kewa li dervera kesk dijî
Alectoris chukar cypriotes

Kewê gozel yan jî Kewê Kurdistanê (Alectoris chukar kurdestanica) [1], binecureyekî kewan e ku bi taybetî jîngeha wan li herêma serhedê ye. Kewê gozel wek balindeyê neteweyî yê Kurdistanê tê dîtin û li gorî mîtolojiya kurdî çend wate û pênase ya Kewê gozel heye. Li gorî kurdan kewê gozel tê wateya hezkirina bêberdel û wateyek din jî ajalekî wisa ye ku herkesî dijminê wî ye, ew jî dijminê xwe ye (ev pênasekirin bi awayekî din bi rewşa Kurdan ê îro ve tê girêdan).

Kewê gozel li hemû çiyayên Kurdistanê peyda dibe. Di berbanga sibehê de şiyar dibe, li ser latekî bilind disekîne û dixwîne.

Şayes û Xuyabûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rengê Kewê gozel boz û qehweyiyeka vekirî ye. Li ser cavên xwe de badeke sorik derbas dibe û li pistê serê de bi bozbûna mûyan dibe yek. Eniyê kewê resik e û wek gûsikek cavan çarçove dike. Mûyên pistê bi rengên qehweyiya vekirî ne, lê rengê boçik û yê mûyên di bin basan de boz in. Rengê nikil, ling û derdora cavên wî sor in.

Ew pir dişibihe Kewa zinarî (Alectoris graeca) lê li ser pişta wê zêde qehweyî ye û li beriya sitoyê wê de jî rengekî zer heye.[2] Kewê nêr û mê pir dişibin hev.

Dengê kewa gozel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • çûk...çûk...çûk... parçûk... çûkar-çûkar-çûkar.

Bi vî dengî Kewê gozel ji boy kombûne bang li hev dikin. Herwiha, Kewê gozelên nêr vî dengî bikartînin da ku kewên din ên nêr hişyar bikin. Dema ku kew ditirsin û difirin dengekî wek "fir-fir-fir" derdixin. Li gorî lêkolîneran ev deng fonksyona tirsandina dijminên li erdê digire. [3]

Warê Kewê gozelê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kewê gozel

Cihê ku kewê gozel dijîn ji Balkanan û Tirkiye (bi taybetî Kurdistan) heta Asyaya Navîn digihêje. Herwiha, kewên gozel li Amerîkaya Bakur, li Hawaii, li Nû Zelenda û li Afrîkaya Başûr hat berdan da ku li wir jî xwe belaw bike. Lewra nêzî 14 cureyên kewê gozelê hene. Li Ewropayê cureyê bi navê A. c. cypriotex li Bulgaristanê, li Ege, li Kreta, li Rodos, li Tirkiye û li Kurdistanê peyda ye. Cureyekî din bi navê A. c. chukar jî li Efxanistan, Kaşmîr, Hîmalaya û li Nepalê dije.

Agahiyên li ser jiyana kewê gozelê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji 20 heta 40 hêkan dikin. 21 rojan qurp rûdinin, çîcikên wan di roja 24an de derdikevin û bi diya xwe re li xwarinê digerin. Pirr zîrek in, dema mirovan dibînin xwe hema vedişêrin û diya wan hema li nav ningê mirov digere ku çîcikên wê xwe vedişêrin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ R. Meinertzhagen,1923
  2. ^ Watson, George E. (28 hezîran 2008). "THREE SIBLING SPECIES OF ALECTORIS PARTRIDGE". Ibis (bi îngilîzî). 104 (3): 353–367. doi:10.1111/j.1474-919X.1962.tb08663.x.
  3. ^ Hans-Heiner Bergmann; Hans-Wolfgang Helb; Sabine Baumann; Die Stimmen der Vögel Europas – 474 Vogelporträt mit 914 Rufen und Gesängen auf 2.200 Sonogrammen, Aula-Verlag, Wiesbaden 2008, ISBN 978-3-89104-710-1; S. 81.

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Heinz-Sigurd Raethel; Wachteln, Rebühner, Steinhühner, Frankoline und Verwandte, Verlagshaus Reutlingen, Reutlingen 1996, ISBN 3-88627-155-2

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kewê gozel de hene