Here naverokê

Deryaya Egeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ege hat beralîkirin)
Deryaya Egeyê
Αιγαίο Πέλαγος Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Derya û tejane Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Deryaya Egeyê li ser nexşeyê
Map
Deryaya Egeyê li ser nexşeya Yewnanistan nîşan dide
Deryaya Egeyê
Deryaya Egeyê
Koordînat: 38°30′Bk 25°18′Rh / 38.500°Bk 25.300°Rh / 38.500; 25.300
DewletYewnanistan, Tirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî214000 km2 (83.000 sq mi)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Deryaya Egeyê, Behra Egeyî[1], Behra Îcê[2] (bi grekî: Αἰγαῖον πέλαγος, Aigaîon pélagos, bi tirkî: Ege Denizi) beşek ji Deryaya Navîn e ku di navbera Ewropa û Asyayê de ye. Deryaya Egeyê ku di heman demê di navbera Balkanan û Anatolyayê de ye, rûava deryayê nêzîkî 215.000 kîlomêtre çargoşe rûber vedigire.[3] Derya li aliyê bakur bi Deryaya Marmarayê ve girêdayî ye ku derya bi rêya tengava Dardanelê û bi rêya tengava Stembolê bi Deryaya Reş ve hatiye girêdan. Giravên Egeyê di nav deryayê de ne û hinek ji wan li derdora başûrê deryayê dorpêç dikin ku di nav giravan de giravên wekê Krît û Rodosê hene. Asta herî kûr a deryayê li rojavayê Karpatosê ye ku 2.639 mêtre kûr e. Deryaya Trakyayê û Deryaya Krîtê beşên sereke yên Deryaya Egeyê ne.

Giravên Egeyê dikarin bibin çend komgiravan werin dabeşkirin ku di nava van komgiravan de komgiravên Dodekanez, giravên Kîkladê, komgiravên Sporadê, komgiravên Saronî û Giravên Egeya Bakur û her wiha Krît û giravên derdora giravê hene. Komgiravên Dodekanez li başûrê rojhilatê Deryaya ye ku giravên wekê Rodos, Kos û Patmos vedihewîne. Giravên Delos û Naksosê jî di nav komgiravên Kîkladê de li başûrê deryayê ye. Girava Euboiayê ku duyem girava herî mezin a Yewnanistanê ye, tevî ku wekî beşek ji Yewnanistana Navîn tê rêvebirin, li Deryaya Egeyê ye. Neh ji diwanzdeh herêmên îdarî yên Yewnanistanê, digel parêzgehên Tirkiyeyê yê wekê Edirne, Çanakkale, Balıkesir, Îzmîr, Aydın û Muğla li rojhilatê deryayê, li ser perava deryayê ne.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê Aegaeus (Egeûs) ku ji aliyê nivîskarên latînî yên paşîn ve hatiye bikaranîn, behsa Egeûs dike ku nivîsarê tê gotin ku Egeûs ji bo ku xêr bi xeniqîne xwe avêtiye vê deryayê. Egeûs bavê Têseûs e ku padîşahê mîtolojîk û damezrînerê lehengê Atînayê bû. Egeûs ji Têseûs re gotibû ku eger ew di kuştina Mînotor de bi ser bikeve, dema vegera xwe bawanê (sail) spî veke. Dema ku Têseûs vedigere ew van rêwerzan ji bîr dike û ji ber vê yekê Egeûs difikirî ku kurê wî miriye, xwe diavêje deryayê û dixeniqîne.[4]

Dema ku derya di bin kontrola Împeratoriya Romayê de bû, bi latînî wekî Mare Aegaeum hatiye binavkirin. Venedîkiyên ku di serdema navîn a bilind û serdema navîn a dawî de li ser gelek giravên yewnanî hikum kirin, navê Arxîpelago (bi yewnanî: αρχιπέλαγος, tê wateya "deryaya sereke") belav kirine ku ev nav li gelek welatên ewropî heta serdema nûjen a zû hatiye bikaranîn. Di hinek zimanên slaviya başûr de ji egeyê re deryaya spî tê gotin.[5] (bi bulgarî: Бяло море, romanîzekirî: Byalo more; makedonî: Бело море, romanîzekirî: Belo more; bi sirbî: Belo more / Бело море).

Tê texmînkirin ku navê deryaya Egeyê ji navê Aegeusê hatiye hilanîn ku Egeûs xwe di vê deryayê de xeniqandiye.[4]

Dîroka kevnare

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Fîgureke jinek ji Naksosê (2800–2300 b.z.).

Dîroka xeta peravê ya niha vedigere dora 4000 salên b.z.. Berî wê demê di lûtkeya serdema qeşayê ya dawî de (li dora 18.000 sal berê) asta deryayê li her derê 130 mêtre nizmtir bû û li cihê piraniya bakurê Egeyê, deştên peravê yên mezin ên avî hebûn. Dema ku ew cara yekem mirov li herêmê bi cih dibin giravên îro, tevî Mîlos cihekê girîng ê hilberîna obsîdyenê bû, dibe ku di wî demê de bi parzemînê ve girêdayî bûn. Xeta peravê ya niha nêzîkî 9.000 sal berê derketiye holê û piştî serdema qeşayê 3.000 salên din jî bilind bûna asta deryayê berdewam kiriye.[6]

Şaristaniyên piştî serdema bronz ên Yewnanîstan û deryaya Egeyê bûne sedema derketina holê ya têgeha giştî ya şaristaniya Egeyê. Di demên kevnar de, derya cihê jidayikbûna du şaristaniyên kevnar ên wekî mînoyên Krîtê û mîkeniyên Peloponêsê bû.

Şaristaniya mînoyî şaristaniyeke serdema bronzê bû ku li girava Krîtê û giravên din ên Egeyê ku li dora 3000 heta 1450 salên b.z. geş bûye û di dawiyê de li dora 1100 salên b.z. de bi dawî bûye. Wan pêşengiya yekem şaristaniya pêşketî li Ewropayê kiriye û li pey xwe kompleksên avahiyên mezin, amûr, hunerên ecêb, pergalên nivîsandinê û toreke bazirganiyê ya mezin hiştine.[7] Di serdema mînoyan de, di navbera niştecihên Krît, Ege û Deryaya Navîn de, bi taybetî li rojhilata nêzîk, bazirganîyeke berfireh hebû. Qesra Mînoyî ya herî balkişandî qesra Knossos e û piştre jî qesra Phaistosê ye. Yewnanên mîkenayî li ser axa sereke derketin holê û bûne yekem şaristaniya pêşketiyên li axa sereke ya Yewnanistanê ku li dora 1600 heta 1100 salên b.z. berdewam kiriye. Tê bawerkirin ku cihê mîkenayan ku nêzîkî perava Egeyê ye, navenda şaristaniya mîkenayiyan bû. Mîkenîyan di warên endezyarî, mîmarî û binesaziya leşkerî de gelek nûjenî anîn ziman ku di heman demê de bazirganiya li ser deverên fireh ên Deryaya Navîn, tevî Deryaya Egeyê, ji bo aboriya mîkenîyan devereke girîng bû. Nivîsa wan a heceyî, Xêza B, yekem tomarên nivîskî yên zimanê yewnanî bû û xwediyê baweriyeke pir xwedawendî bûn ku di Panteona Olîmpiyadê de jî têne dîtin. Yewnanistana mîkenî ji aliyê civateke elît a şervanan ve dihat birêvebirin û ji toreke dewletên navendî yên qesran pêk dihat ku pergalên hiyerarşîk, siyasî, civakî û aborî yên hişk pêş dixistin. Li serê vê civakê padîşah hebûn ku wekî wanax dihat nas kirin.

Şaristaniya yewnanên mîkenî bi hilweşîna çanda Serdema Bronzê li rojhilatê Deryaya Navîn winda dibe û piştre Serdema Tarî ya Yewnanî dest pê dike. Sedema hilweşîna mîkenîyan bi awayekî baş nayê zanîn. Di Serdema Tarî ya Yewnanî de, nivîsandina bi tîpa Xêza B rawestiya ye ku girêdanên bazirganî yên girîng winda bûne û bajar û gund hatine terikandin.

Yewnanistana kevnare

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pirtûkxaneya Celsus ku avahiyek romayî li bendera a Efesê ye.

Serdema arkayî piştî Serdema Tarî ya Yewnanî di sedsala 8an a berî zayînê de destpêkirîye. Yewnanistan bi çend civakên piçûk ên xwerêvebir hatiye dabeşkirin û alfabeya fenîkî qebûl dike û alfabeyê guherandiye ku alfabeya yewnanî biafirîne. Heya sedsala 6an berî zayînê de bajarên wekê Atîna, Sparta, Korînt û Tebes, ku Atîna, Sparta û Korînt ku bajarên herî nêzîk ên Deryaya Egeyê bûn di kar û xebatên pêşketina Yewnanistanê de serdest bûn. Her yek ji van bajaran deverên gundewarî û bajarokên biçûk ên derdorê xistibûn bin kontrola xwe û bajarên wekê Atîna û Korînt jî bibûn hêzên mezin ên deryayî û bazirganî. Di sedsalên 8 û 7an ên berî zayînê de gelek yewnanî koç dibin ku li Magna Graecia (Başûrê Îtalyayê û Sîcîlyayê), Asyaya Biçûk û li hinek deverên din koloniyan ava bikin. Dema ku di 20ê îlona 480ê b.z. de flota Atînayê di Şerê Salamîsê de li hember flota farisî ya Xerxes II ya farisî serkeftinek biryardar bi dest xistiye, Deryaya Egeyê bûye yek ji cihên şerên deryayî yên herî girîng ên dîrokê. Bi vî şerê re hemî hewldanek din ên berfirehbûna rojavayî ya Împeratoriya Hexamenişî ve bi dawî bûye.[8]

Piştre Deryaya Egeyê demek kurt be jî, dikeve bin kontrola Padîşahiya Makedonyayê. Philip II û kurê wî Alexanderê Mezin rêze desteserkirina deveran didin despêkirin ku ne tenê bûne sedema yekbûna axa sereke ya Yewnanistanê, kontrola Deryaya Egeyê dikeve bin desthilatdariya wan û di heman demê dibin sedema hilweşîna Împeratoriya Hexamenîşê. Piştî mirina Îskenderê Mezin, împaratoriya wî di navbera fermandarên wî de hatiye dabeşkirin. Kassandro dibe padîşahê padîşahiya Helenîstîk a Makedonyayê ku li perava rojavayê Egeyê axa xwe digirt ku bi qasî Yewnanistana îro bu. Padîşahiya Lysimachus perava rojhilatê deryayê kontrol dikir ku di vê heyamê de Yewnanistan derbasê serdema helenîstîk bibû.

Desthilatdariya romayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerên makedonî rêze şer bûn ku di navbera Komara Romayê û hevalbendên wê yên yewnanî de li rojhilatê Deryaya Navîn li dijî çend padîşahiyên mezin ên yewnanî şer dane destpêkirin. Ji xeynî hegemonyaya wan ên li rojavayê Deryaya Navîn piştî şerên punîk, ew bûne sedema kontrol an bandora romayiyên li ser hewza rojhilatê Deryaya Navîn, tevî Egeyê û her wiha bûye sedema hegemonyaya wan ê li rojavayê Deryaya Navîn. Di dema desthilatdariya Romayê de, axa li der dora Deryaya Egeyê, parêzgehên Axaya, Makedonya, Trakya, Asya û Krît û Sîrenayka (girava Kretê) dikeve bin desthilatdariya parêzgehan.

Hilweşîna Împeratoriya Romayê ya Rojava rê da dewleta cîgirê împeratorîyê, Împeratoriya Bîzansê ku kontrola romayê li ser Deryaya Egeyê berdewam bike. Lêbelê axa wan paşê ji aliyê fetihên destpêkê yên misilmanan ve ku ji aliyê pêxemberê îslamê Muhammed ve ku di sedsala 7an de hatibû destpêkirin, ketibû bin xetereya dagirinan. Her çiqas Xîlafeta Raşîdûn nekarî li peravên Deryaya Egeyê erd bi dest bixe jî, dagirkirina nîvgirava rojhilatê Anatoliyê û her wiha dagirkirinêb Misir, Dimeşq û bakurê Afrîkayê Împeratoriya Bîzansê qels dike. Xîlafeta emewî axên ku ji aliyê Xîlafeta Raşîdûn hatibûn dagirkirin berfireh dike ku piraniya bakurê Afrîkayê hatiye dagirkirin û ji bo ser kontrola Împeratoriya Bîzansê ya li ser Anatoliya Rojava ku li wir digihîje Deryaya Egeyê, dibe xetere.

Di salên 820an de Krît ji aliyê komeke berberên endulusî yên sirgûnkirî ve bi serokatiya Ebû Hafs Umer el-Îkrîtîşî hatiye dagirkirin ku li wir dibe dewleteke îslamî ya serbixwe.[9] Împeratoriya Bîzansê di salên 842 û 843an de di bin serokatiya Theoktistos de seferek daye destpêkirin ku piraniya giravê dagir bidest dixe lê vegerandina giravê temam nebû û di demek kurt de carek dîsa girav hatiye hatiye jidest xistin. Hewldanên paşê yên Împeratoriya Bîzansê ji bo vegerandina giravê têkçûyî dimîne. Di nêzîkê 135 salên hebûna xwe de, mîrnişîniya Krîtê yek ji rikeberê sereke yên bîzansê bû. Krît rêyên deryayî yên rojhilata Deryaya Navîn kontrol dikir û wekî baregehek pêşveçûyî û stargehek ji bo fîloyên şêlankarên misilman ên ku peravên Deryaya Egeyê yên di bin kontrola Bîzansan de wêran dikirin, kar dikir. Krît di bin serweriya Nikephoros II Phokas de vegeriya bin desthilatdariya Bîzansê ku di salên 960 û 961an de li dijî mîrektiya Krîtê sefereke mezin dabû destpêkirin.[10]

Di heman demê de, Împeratoriya Bulgaristanê gef li Bîzansê xwar ku bakurê Yewnanistanê û peravên Egeyê yên li başûr kontrol bike. Di bin serweriya Presyan û cîgirê wî Borîs I de, Împeratoriya Bulgaristanê dikare beşek piçûk ê ji peravên bakurê Egeyê bi dest bixe. Sîmeon I yê Bulgaristanê, Bulgaristanê ber bi berfirehbûna axa wê ya herî berfireh ve biriye û piraniya peravên bakur û rojavayê Egeyê bidestxistiye lê carekê din dîsa bîzansiyan kontrola xwe ji nû ve bi dest xistine. Împeratoriya Bulgarî ya Duyemîn di bin serweriya Îvan Asen II yê Bulgaristanê de, dîsa li peravên bakur û rojava serkevtinek wekhev bi dest xistiye.

Dîmenek ji giravên Santorinî ku komgiraveke biçûk a dorveger ê ji giravên volkanîk ên li başûrê Deryaya Egeyê ye ku bi qasî 200 km li başûrê rojhilatê Yewnanistanê ye.

Deryaya Egeyê beşeke Deryaya Navîn e ku rûava deryayê bi qasî 214.000 kîlomêtreçargoşe rûber vedigire. Dirêjahiya deryayê ji başûr ber bi bakur ve 670 kîlomêtre ye û bi firehiya deryayê ji rojhilat ber bi rojava ve 390 kîlomêtre ye. Xala herî kûr a deryayê 2.639 mêtre ye ku li rojavayê Karpatosê ye. Deryaya Egeyê deryayeke giravî ye ku di nav xwe de gelek giravan hildigire. Giravên Egeyê giravên herêma jêrîn a deryayê ne ku ji rojava ber bi rojhilat ve deryayê dorpêç dikin. Giravên li herêma jêrîn ên deryayê ji giravên wekê Kîtera, Antîkîtera, Krît, Kasos, Karpatos û Rodosê pêk hatine. Derya ji aliyê rojhilat ve ji peravên nîvgirava Anatolyayê dest pê dike û li aliyê rojhilat li peravên nîvgirava Yewnanistanê bi dawî dibe. Deryaya Egeyê, ji deryayên biçûk ên wekê Deryaya Trakyayê li bakur, Deryaya Îkarî li rojhilat, Deryaya Mîrtoyî li rojava û Deryaya Krîtê li başûr, pêk tê.

Herêmên Yewnanistanê ku li ser deryayê ne, li gorî rêza alfabetîk wiha ye: Attîka, Yewnanistana Navîn, Makedonyaya Navîn, Girît, Makedonyaya Rojhilat û Trakya, Bakurê Egeyê, Peloponês, Başûrê Egeyê û Tesalya. Herêma Yewnanistanê ya kevneşopî ya Makedonyayê jî li aliyê bakur bi deryayê re sinor e.

Giravên Egeyê ku hema hema hemî giravên Yewnanistanê ne ku bi heft komgiravan hatine dabeşkirin ev in:

  1. Giravên Egeyê yên Bakurê Rojhilat ku li Deryaya Trakyayê ne[11]
  2. Giravên Egeyê yên Rojhilat (Euboia)
  3. Giravên Sporadê yên Bakur
  4. Giravên Kîkladê
  5. Giravên Saronî (yan Giravên Argo û Saronî)
  6. Giravên Dodekanez / Dozdehgirav (an jî giravên Sporadê yên Başûr)[12]
  7. Krît

Gelek giravên Egeyê an jî zincîreyên giravan, ji beşên erdnîgarî yên çiyayên ku bi çiyayên li ser parzemînê ve girêdayine pêk hatine. Zincîra yekem a giravan di ser deryayê re heta Xiosê dirêj dibe. Zincîra duyem bi heman awayî ji girava Euboea heta Samos dirêj dibe û zincîra sêyem jî ji giravên Peloponês û Krîtê heta girava Rodosê dirêj dibe ku ev zincîrên giravan deryaya Egeyê ji Deryaya Navîn vediqetînin.

Li gorî rêxistina hîdrografiya navneteweyî, sinorê deryaya Egeyê wiha ye:[13]

  • Sinorê deryayê ji aliyê başûr ve ji Pozikê Aspro ya (28°16′E) li asyaya biçûk heta Cum Burnù (Capo della Sabbia) ya bakurê rojhilatê girava Rodosê despê dike ku di nav giravê re heta Pozika Prasonisiyê diçe ku xala başûrê rojavayê deryayê ye heta xala Vrontosê (35°33′N) li Skarpantoyê [Karpathos] ku di nav vê giravê re heta xala Kasteloyê ku li dawiya başûrê deryayê ye, li seranserê Pozika Plakayê (li dawiya rojhilatê Girîtê ye), di nav Girîtê re heta Agria Grabusayê ku dawiya bakurê rojavayê deryayê ye, ji wir heta Pozikê Apolytaresê li Girava Antîkîtherayê, di nav giravê re heta Psira Rock (ji xala bakurê rojavayê deryayê) û li seranserê Pozika Trakhiliyê li Girava Kîtîra, di nav Kîtîra re heta xala bakurê rojavayê deryayê (Pozika Karavugyayê) û ji wir heta Pozika Santa Marya (36°28′N 22°57′E) ya li Moreyayê bidawî dibe.
  • Li Dardanelê sinor Kum Kale (26°11′E) û Pozikê Helesê bi hev ve girêdide.

Berê ku ava rûyê Deraya Egeyê bi ava Deryaya Reş a giran re cih biguherîne ava rûyê Egeyê bi gêrîkeke li dijî hêla saetê digere ku ava Deryaya Navîn a şor ber bi aliyê bakur ve diçe. Ava Deryaya Navîn a şor di bin herikîna ava Deryaya Reş de heta kûrahiya 23 û 30 metreyan dadikeve, piştre bi leza 5-15 cm/s (2-6 înç/s) bi rêya Tengava Dardanelê diherike û dikeve nav ava Deryaya Marmarayê. Ava Deryaya Reş ber bi rojava ve, li seranserê bakurê Deryaya Egeyê ve diherike û piştre di seranserê perava rojhilatê Yewnanistanê ve ber bi başûr ve diherike.[14]

Okyanûsografiya fîzîkî ya Deryaya Egeyê bi giranî ji aliyê avhewaya herêmî ku herikîna ava şirîn ji çemên sereke yên ku ji başûrê rojhilatê Ewropayê ve diherikin û guherînên demsalî yên di herikîna ava rûyê erdê ya Deryaya Reş de bi rêya Tengava Dardanelê ve tê kontrol kirin.

Di analîza ava Egeyê ya di navbera salên 1991 û 1992an de sê girseyên avê cuda hatine tespît kirin:

  • Ava rûyê deryaya Egeyê - qalindahiya wê 40-50 mêtre ye, germahiya havînê ya avê 19-24 °C e û germahiya zivistanê li aliyê bakur 8 °C e destpê dike û aliyên başûr heta 13 °C ê bilind dibe.
  • Ava navîn a deryaya Egeyê – ava navîn a deryayê ji qalindahiya 40-50 mêtre heta 200-300 mêtretan diguhere û germahî avê jî di navbera 11 û 18 °C ê de diguhere.
  • Ava binê deryaya Egeyê - av li kûrahiyên ji 500 mêtreyê heya 1.000 mêtreyan de ye û bi germahiyek pir yekreng ku di navbera 13 û 14 °C ê de dimîne.
Nexşeya avhewayê ya Yewnanistanê ye ku piraniya bejahiya derdora Deryaya Egeyê wekî Csa hatiye dabeş kirin û herêma bakur jî wekî BSk hatiye dabeş kirin.

Li Deryaya Egeyê bi piranî avhewaya Yewnanistanê û avhewaya Deryaya Navîn serdest e. Li gorî dabeşkirina avhewayê ya Köppen, piraniya Egeyê wekî Deryaya Navîn a havîna germ (Csa) hatiye dabeş kirin ku di mehên havînan de germtir û hişk e û di mehên zivistanan de nerm û şil e. Lêbelê germahiyên bilind ê di mehên havînê de wekî avhewaya li deverên hişk an nîvhişk ji ber hebûna laşek mezin a avê, bi gelemperî ne ew qas bilind e. Ev yek li peravên rojava û rojhilatê Egeyê û di nav giravên Egeyê de herî zêde heye. Li bakurê Deryaya Egeyê avhewa wekî sar ê nîvhişk (BSk) hatiye dabeş kirin ku havînên wê ji avhewayên Deryaya Navîn ên germ sartir in. Bayên Etesî bandorek hewayê ya serdest ê li hewza Egeyê ne.

Tabloya jêrîn şert û mercên avhewayê ya hinek bajarên mezin ên li ser peravên Egeyê nîşan dide:

Avhewaya hinek bajarên mezin ên li ser peravên Egeyê
Bajar Germahiya navînî (bilindahiya rojane) Barîna giştî ya navînî
Rêbendan Tîrmeh Rêbendan Tîrmeh
°C °F °C °F mm in roj mm in roj
Alexandroupolis 8.4 47.1 30.1 86.2 60.4 2.38 6.8 17.6 0.69 2.5
Bodrum 15.1 59.2 34.2 93.6 134.1 5.28 12.3 1.3 0.05 1.5
Heraklion 15.2 59.4 28.6 83.5 91.5 3.6 10.1 1.0 0.04 0.1
Îzmîr 12.4 54.3 33.2 91.8 132.7 5.22 12.6 1.7 0.07 0.4
Thessaloniki 9.3 48.7 32.5 90.5 35.2 1.39 8.8 27.3 1.07 3.8
Çavkanî: Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê.[15]

Biyoerdnîgarî û ekolojî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêmên parastî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yewnanistanê li peravên xwe çend deverên parastî yên deryayî ava kirine. Li gorî Tora Rêvebirên Herêmên Parastî yên Deryayî li Deryaya Navîn (MedPAN), çar MPAyên yewnanî beşdarî torê dibin. Di nav van de Parka Deryayî ya Alonnisosê heye ku di heman demê de Lagûnên Missolonghi û Aitoliko û girava Zakynthos ya li ser deryaya Egeyê hene.[16]

  1. ^ Farîzov, Î.O. (1957). Ferḧenga ûrisî-kurmanci. Moskva: Neşirxana Dewletê ya Ferḧengê Xaricî û Miletîyê. r. 781. Bera Êgêî
  2. ^ Amir, Mustafa (1992). Ferhenga Amîrxan: kurdî-almanî. Ismaning: Max Hueber Verlag. r. 24. behra Îcê, Ägäische Meer
  3. ^ "Aegean Sea | Map, Location, & Description | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 16 îlon 2025. Roja gihiştinê 23 îlon 2025.
  4. ^ a b "Apollodorus, Library, book 1, chapter 9, section 16". www.perseus.tufts.edu. Roja gihiştinê 24 îlon 2025.
  5. ^ Зборник Матице српске за друштвене науке: (1961) (bi sirbî). Матица. 1961.
  6. ^ van Andel, Tjeerd H.; Shackleton, Judith C. (1 kanûna paşîn 1982). "Late Paleolithic and Mesolithic Coastlines of Greece and the Aegean". Journal of Field Archaeology. 9 (4): 445–454. doi:10.1179/009346982791504454. ISSN 0093-4690.
  7. ^ "Ancient Crete". obo (bi îngilîzî). doi:10.1093/obo/9780195389661-0071. Roja gihiştinê 24 îlon 2025.
  8. ^ Herodotus (2007). Herodotus: Histories Book VIII. Cambridge Greek and Latin Classics. A. M. Bowie (Çapa 1). Cambridge: Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-57328-3.
  9. ^ Makrypoulias, Christos (1 kanûna paşîn 2000). "Byzantine Expeditions against the Emirate of Crete c.825-949". Graeco-Arabica.
  10. ^ Norwich, John Julius (1993). Byzantium. 2: The apogee. New York: Knopf. ISBN 978-0-394-53779-5.
  11. ^ "Aegean Sea | Map, Location, & Description | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 16 îlon 2025. Roja gihiştinê 24 îlon 2025.
  12. ^ "Kastellorizo". Wikipedia (bi îngilîzî). 22 tebax 2025.
  13. ^ "Wayback Machine" (PDF). www.iho.int. Ji orîjînalê (PDF) di 8 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 îlon 2025.
  14. ^ Aksu, A. E.; Yaşar, D.; Mudie, P. J.; Gillespie, H. (1 nîsan 1995). "Late glacial-Holocene paleoclimatic and paleoceanographic evolution of the Aegean Sea: micropaleontological and stable isotopic evidence". Marine Micropaleontology. 25 (1): 1–28. doi:10.1016/0377-8398(94)00026-J. ISSN 0377-8398.
  15. ^ "World Weather Information Service – Europe". worldweather.wmo.int. Ji orîjînalê di 25 çiriya paşîn 2005 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 hezîran 2019.
  16. ^ mpatlas.org. "MPAtlas » Greece". mpatlas.org. Ji orîjînalê di 7 gulan 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 îlon 2025.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]