Keyaniya Prûsyayê
Keyaniya Prûsyayê
| |
---|---|
53°Bk 14°Rh / 53°Bk 14°Rh | |
Sirûd: Preußenlied | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Împeratoriya Almanî, Komara Weimarê, Almanyaya Nazî |
Li beşa îdarî | |
Paytext | |
Ziman | almanî, Low German, zimanê polonî, danîmarkî, Zimanê lîtvanî, Lower Sorbian, zimanê keşûbî, frîzî, Upper Saxon û zimanê prûsiya kevn |
Dema avabûnê | |
Cihê baregehê |
|
Birêvebirin | |
• Awayê birêvebirinê | Padîşahiya destûrî |
| |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Keyaniya Prûsyayê (bi almanî: Königreich Preußen) keyaniyeke alman bû ku di navbera salên 1701an û 1918an de dewleta Prûsyayê pêk bû.[1] Keyanî di sala 1866an de hêzeke serdest ji bo yekbûna Almanyayê bû û heya hilweşîna wê di sala 1918an de dewleta serdest a Împeratoriya Almanî bû. Her çend navê xwe ji herêma bi navê Prûsyayê girtibe jî, navend li Margraviya Brandenburgê bû. Paytexta wê Berlîn bû. Ji ber ku Brandenburg cihê desthilatdariyê û beşa herî girîng a pêkhateya dewletê bû, dewlet wekî Prûsya-Brandenburg an Brandenburg-Prûsya û carinan bi çewtî wekî Keyaniya Brandenburgê an Keyaniya Nordmarkê jî têne binavkirin.
Keyên Prûsyayê ji xanedana Hohenzollern bûn. Brandenburg-Prûsya, pêşrewa keyaniyê, bû hêzek leşkerî di bin serokatiya Friedrich Wilhelm, Mîrê bijartî yê Brandenburgê de, ku wekî " Mîrê mezin yê bijartî" tê zanîn.[2][3] Wekî keyanî, Prûsya bilindbûna xwe ya desthilatdariyê domand, nemaze di dema serdestiya Friedrich II yê Mezin de. [4] Friedrich II yê Mezin di destpêkirina Şerê Heft Salan de (1756-1763) bû alîkar ku xwe li hember Awistirya, Rûsya, Fransa û Swêdê girt û rola pêşeng a Prûsya di nav dewletên alman de damezrand û her wiha welat wekî hêzek mezin a ewropî bi rêya serketinên artêşa Prûsya ya bi hêz damezrand.[5][6] Prûsya hewl da ku hemî dewletên alman (ji bilî kantonên Alman ên li Swîsreyê) di bin serweriya xwe de bike yek, û pirsa gelo Awistirya dê di nav împeratoriyek wisa yekbûyî ya almanî de cih bigire gelek caran hatibû pirsandin.Piştî ku Şerên Napoleon bû sedema pêkhatina Konfederasyona almanî, mijara yekbûna dewletên almanî bû sedema şoreşên alman ên salên 1848-1849, ku tê de nûnerên hemî dewletan hewl dan ku di bin destûra xwe de bibin yek.[1] Hewldanên damezrandina federasyonek bêserkeftin ma û Konfederasyona Alman di sala 1866an de dema ku Şerê Awistirya-Prûsyayê di navbera her du dewletên endamên wê yên herî bi hêz de derket,hilweşiya.
Dûv re Prûsya hêza serdest ya li pişt damezrandina Konfederasyona Almani ya Bakur di sala 1866an de bû, ku di sala 1871an de veguherî Împeratoriya almanî ya yekbûyî û wekî pêşînek zagonî ya domdar a pêşîn a Komara Federal a Almanya ya îro tê hesibandin.[1] Konfederasyona Almaniya Bakur di encama Şerê Awistirya-Prûsyayê de bêtir wekî hevalbendiyek hêza leşkerî hate dîtin, lê gelek zagonên wê paşê li Împeratoriya Almanî hatin bikaranîn. Piştî têkçûna Napoleon III di Şerê Fransa-Prûsyayê ya salên 1870-1871an de, Împeratoriya Alman bi ser ket ku hemû dewletên almanî ji bilî Awistirya û Swîsreyê di bin serweriya Prûsyayê de bike yek.[1]Şer hemû dewletên alman li hember dijminekî hevpar kir yek û bi serkeftinê pêleke mezin a neteweparêziyê hat ku nerîna hinek ji wan kesên ku li dijî yekîtiyê bûn guhert.
Bi Şoreşa Almanyayê ya salên 1918-1919an, Keyaniya Prûsyayê veguherî Dewleta Azad a Prûsyayê.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d Marriott, J. A. R., û Charles Grant Robertson. The Evolution of Prussia, the Making of an Empire. Rev. ed. Oxford: Clarendon Press, 1946.
- ^ Fueter, Eduard (1922). World history, 1815–1920. United States of America: Harcourt, Brace and Company. pp. 25–28, 36–44. ISBN 1-58477-077-5.
- ^ Danilovic, Vesna. "When the Stakes Are High—Deterrence and Conflict among Major Powers", University of Michigan Press (2002), p 27, p225–228
- ^ Horn, D. B. "The Youth of Frederick the Great 1712–30." In Frederick the Great and the Rise of Prussia, 9–10. 3rd ed. London: English Universities Press, 1964.
- ^ Atkinson, C. T. A History of Germany, 1715–1815. New York: Barnes & Noble, 1969.
- ^ Horn, D. B. "The Seven Years' War." In Frederick the Great and the Rise of Prussia, pp. 81–101. 3rd ed. London: English Universities Press, 1964.